Hin mirov hene; serketinê ne di kêliya dawî de lê di rêya ber bi wê kêliyê de hîn dike. Nazim yek ji wan bû. Dema ku me pê re derbas kir ne kêfxweşiya encamekê bû; ew dem serketina bêdeng lê belê kûr a berxwedanê û mayina li ser piyan bû.
Salekê me bi hev re li heman cihî; li heman warê teng, tarî û berxwedanê hilm stand. Dema di nava tarîtiyê de em dixebitîn, nizanîbûn bê dem çawa diherike. Ne saeta rojê hebû ne jî bêdengiya şevê, lê belê Nazim hebû. Hevokên wî yên kurt ên ku bêdengî ji holê radikir, biryardariya wî ya aram û kenê wî hebû ku li gel westandinê jî ji rûyê wî kêm nedibû.
Nazim di kêliyên herî nebaş ên demê de jî rû li ken bû, moral dida derdorê û rewşa tengav ji holê dida rakirin. Dema ku di tarîtiyê de em dixebitîn, wî bi şewqa di çavên xwe de ronî dikir. Ew ronahî û şewq nebûya, ew roj ji rojên piştre re nedihat dewrkirin.
Rojên ku nexweş ketim ji bîra min naçin. Dema ku nikarîbûn bimeşiyam, dema ku ji hal ketibûm ez li pişta xwe dikir û bi kîlometreyan dibir. Ne gilî dikir, ne jî ev weke fedakariyekê pêşkêş dikir. Weke ku ya divê bê kirin ev bû nîşan dida. Weke ku piştavanî ne dilpakiyek ku divê ew li ser bifikiriya bû; ji bo wî şêweyekî jiyanê bû ku veguherîbû refleksê.
Me bi hev re gelek bar rakir. Ne tenê barê fîzîkî; me carna tirs, carna westandin, carna jî bêdengî rakir. Gava ku em mil bi mil dimeşiyan, hîn bûm ku mirov çawa dikare pişta xwe bispêre mirovan û bi vî rengî xurt bibe. Hebûna Nazim di kêliyên herî zehmet de jî hesta ’em bi tenê nîne’ dida mirovan.
Roj hebûn ku em digeriyan. Bi bêhnvedanên demkurt, di demên teng de. Di wan kêliyan de weke nefesên biçûk bû ku di nava şer û têkoşînê de asê mabû. Nazim di wan kêliyan de jî bi heman rengî bû; baldar bû, çavdêr bû, aram bû. Li her tiştî dinihêrî, lê belê ti tişt nediçikand. Weke ku wê rojekê vebêje tiştên didît di dilê xwe de vedihewand.
BÊDENGÎ BI WÎ RE SOHBETEK BÛ
Bi şev dûr û dirêj me bi hev re sohbet dikir. Carna ji jiyanê, carna ji mirinê, carna jî bêyî axaftinê… Bêdengî bi wî re sohbetek bû. Nedilezand. Hevokên xwe diwezinand, fikrê xwe bi lez nediqedand. Wan şevan min fêhm kir: Nazim ne yekî welê bû ku ya heyî tenê qeyd dikir, her wiha barê jiyanê jî radikir.
Dema ku bi Nazim re derbas bû wateya serketinê jinûve hînî min kir. Serketin bi qasî saxmayinê her wiha mayina mirovbûyînê bû. Berxwedana bi hev re, meşa heta dawiyê ya bi hev re bû. Di nava tarîtiyê de jî parastina mirovbûyînê bû.
LI TIJÎ TARÎTIYÊ TIMÎ ŞER DIKIR
Nazim nîşanî me da ku rojnamevanî, xwegihandina nûçeyên mirovahiyê ji tarîtiyê bigihîne ronahiyê çiqasî girîng e. Di sekn, jiyana xwe de ronahî xwedî cihekî cuda bû. Wî her tim li dijî tarîtiyê şer dikir, di nava tarîtiyê de timî ronahî belav dikir. Pênûs, mîkrofon û kameraya wî îro jî hatiye rakirin, ronahiyê li mirovahiyê belav dike.
Dema ku îro li rabirdûyê dinihêrim, dibînim ku her kêliya min bi Nazim re parve kir mîrateyeke bi rûmet lê belê giran e. Dema ku me bi hev re derbas kir, ji kêliyên herî bedew ên serketina bidestketî bû. Ew kêlî winda nebûn. Hate veguhestin. Di bîranînê de, di şahidiyê de, di berpirsyariya mirovbûyînê de dewam dike.

