Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji malbata girtiyê siyasî Babek Elîpûr nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Sydneyê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Xweseriya Şengalê wê bi fikrê Rêber Apo bê qebûlkirin’
Kurdistan

‘Xweseriya Şengalê wê bi fikrê Rêber Apo bê qebûlkirin’

Serokeşîrên Şengalê diyar kirin ku bi fikirê Abdullah Ocalan wê ax, dîrok û gelê xwe biparêzin û gotin, Xweseriya Şengalê jî wê bi vî fikrî bê qebûlkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamên Desteya Eşayîr a Şengalê ji ber salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF’ê re axivîn.

 

Ji Desteya Eşayîr a Şengalê Hesen Evdo anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide gelê Kurd û hemû gelên bindest bêne rizgarkirin û got, “Xwest li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava gelê Kurd li ber zilmê rabe. Lewma ne tenê dewleta Tirk, dewletên navneteweyî jî ji vî fikrî aciz bûne. Xwestin fikrê Rêber Apo tine bikin, lê niha li nava gel û heta li nava her malek de belav bûye. Rêber Apo digot, civaka Êzidî bindest e û beriya teqîna Tilizêr û Sîba Şêx Xidir û ferman çêbibe jî hişyarî da û got, wê tiştên mezin were serê Êzidiyan. Dîsa hişyarî ji bo fermanê jî dabû û gotibû, divê em pêşî lê bigirin. Lê gelek aliyan gotin, em xwediyê vê axê û herêmê ne, wana rê li ber girtin û nehiştin.

Eger ne ji vê helwesta wan bûya, dibe ewqas dayîk û xwişkên me neketibûna destê DAÎŞ’ê. Ev hişyariyên Rêber Apo ji hemû serok eşîr û mezinên civaka Êzidî re hatibû ragihandin ku xeteriyek li ser civaka Êzidî heye.”

Hesen Evdo bi dewamî got, “Herkes bi rengekî şexsî nêzîkî nêrîna Rêber Apo bû û bi malê dinyayê ket. Eger fikrê Rêber Apo hatibûya girtin, wê karîbûya li pêş fermanan raweste û li ber xwe bide. Ji ber fikrê Rêber Apo, fikrekî azad, navneteweyî û dîrokî ye. Lewma kêfa dewletan jê re nayê. Ev fikir xwedî wekhevî û aştiyê ye, herkesî li dora xwe kom dike.”

Hesen Evdo anî ziman ku beriya fermanê jî fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê hebû, lê zêde di nava civakê de belav nebûbû û got, “Bi rastî jî eger ev fikir wê demê di nava civaka me de belav bibûya, wê hêza wê hebûya û zanîbûya çawa li ber xwe bide. Lê ev fikir zêde di nava civaka Êzidî de belav nebûbû. Lê piştî ev fikir di nava Şengalê de belav bû, êdî dewlet hesabê Şengalê dikin. Eger vî fikrî ji xwe re esas bigirin, wê bikarin pêşî li fermanan û her zehmetiyekê jî bigirin. Fikrê Rêber Apo niha ne tenê di nava civaka Êzidî de her wiha li nava gelên Ereb û Sûryanî de jî belav bûye. Ev fikir pîlanan asteng dike. Eger ev fikir belav nebibûya, wê civaka me dîsa her yek bibûya nobedarên hinekî din. Lê niha ew bi xwe nobedariya xwe dikin û hêza xwe ava kirine. Pêşî li her pîlaneke li ser Şengalê hate girtin.”

Hesen Evdo herî dawî got, “Fikrê Rêber Apo niha li Şengalê belav bûye. Berê xelkê Şengalê her deh mirovek girêdayî partiyek bû. Yanî Êzidî bi xwe ne bi hev re bûn. Lê niha hêza wê çêbûye û dikare heta dewletan jî bide rawestandin. Eger ne ji wê hêzê bûya, wê yek mirovek Êzidî nekarîbûya li mala xwe rûniştiba. Lê vî fikrî wisa kir ku hêz, partî û meclîsên wê çêbibe. Eger ne ji wî fikrîb bûya, wê meclîsên xweser ên Şengalê çênebûna. Yek ji pêşketineke din a berçav a di encama vê fikrî de çêbûye jî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ye. Niha dengê jinên Êzidî digihîne cîhanê. Xebatên wan li Iraq, welatên Ereb û di asta navneteweyî de çêdibe. Berê jina Êzidî nedikarî ji malê derbikeve, lê niha jin dikare xwe rêve bibe, dîroka xwe diyar dike. Niha jinên Êzidî di her malekê de li hember her êrîşekê li ber xwe dide û dibêje, ez şerefa xwe me, ne şerefa ti kesî me. Piştî van ewqas tiştan êdî civaka Êzidî têra xwe dike û wê li benda ti kesî nebe. Di Meclîsa Xweser a Şengalê de ji derveyî Êzidiyan, Sûryanî û Ereb jî cih digirin. Em gihîştin wê qenaetê ku em ê bikarin bi vî fikrî ax, dîrok û gelê xwe biparêzin.”

Mam Xelef jî ku yek endamêb Desteya Eşayîr e diyar kir ku kî li ser vî fikrî bimeşe wê karibe her civakê birêxistin bike û got, “Gelê Ereb jî dikare li ser vî fikrî xwe rêxistin bike. Niha rojane civaka Ereb guhdarî li fikrên Rêber Apo dikin û di civatên xwe de behsa ramanên Rêbertî dikin. Ev fikir her rojê hîn zêde belav dibe û bi pêş ve diçe. Ev ramanên Rêbertî gelan tîne ba hev.”

Mam Xelef got, “Eger fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav bibe wê çareserî pêk were û wê ev şer ji sedî 90 xilas bibe. Ji ber fikrekî aştîxwaz û xêrwaz û netewî ye. Em weke gelê Şengalê bi vî fikrî re ne. Wê xweseriya Şengalê jî bi rêya vî fikrî were qebûlkirin û li herêmê belav bike”

Mam Xelef destnîşan kir ku pêngava azadiyê wê bi ser bikeve û got, “Ji ber ku gelê me jî hewcedarê azadiya Rêber Apo ye. Ev pêngav her diçe zêdetir gel li der dora xwe kom dike. Divê em jî di nava gel û dostên xwe de zêdetir kar ji bo pêşvebirina pêngavê bikin. 

15’ê Sibat rojek reş bû li ser gel û bi taybetî jî li ser xelkê me yê Şengalê. Ji ber eger ne ji wî fikir û felsefeyê bûya, me yê nekarîbûya niha van peyamên xwe bi rêya ragihandinê dabûna.”

Mam Xelef Herî dawî got, “Em çi ji bo Rêber Apo re bikin jî wê kêm bimîne. Wisa kir ku Şengal careke din ava bibe, xelkê me li malên xwe vegerin û xwedî li axa xwe derbikevin. Dîsa eger ne ji vî fikrîbûya, dibe niha çiyayê Şengalê jî di destê hovan de bûya. Divê em vê carê dengê xwe bilind bikin û dengê xwe bigihînin dewletên navneteweyî û Rêber Apo ji zîndanê derbixînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nobetên Edaletê: Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîn bidome!
Nûçeya Pişt re KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di 1-8’ê Adarê de Rojên Çanda Jinên Kurd

Rojên Çanda Jinên Kurd wê di navbera 1-8’ê Adara 2025’an de li Berlînê bi dirûşma…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakvanên Kerkûkê: Pêwîst e em piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin

Çalakvanekî bajarê Kerkûkê dibêje: Pêwîst e em wan sînorên çêkirî yên ku dijmin danîne, bişikînin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Efrîn a dagirkirî kesek hate kuştin

Li Efrîn a dagirkirî kesekî ji gundekî navçeya Cindirêsê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayên azadiyê: Em ê azadiya Rêber Apo tekez pêk bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?