Yekşem, 28 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê aştî, wekhevî û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê lehî rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji ber aşûtê mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete
Rojane

Yek ji rêbazên şerê taybet: Çete

Di dema dawî de çêkerên ku her diçe hîn bêhtir raya giştî mijûl dikin û weke “çeteyên nifşê nû” tên pênasekirin, li Kurdistanê û hin herêmên Tirkiyeyê hewl didin di nava civakê de tengasiyan derbixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 25 dq.
Parvekirin

Ev komên çeteyan di raya giştî de bi taybetî weke ‘çeteyên motosîkletê’ tên naskirin û mîna ku ji nişka ve derketine holê, tên pênasekirin. Lê di rastiyê de ev demek dirêje li Kurdistan û Tirkiyeyê bi piştgiriya dewletê hene. Li Tirkiyeyê bi taybetî li taxên şoreşger, sosyalîst û welatparêzan ev rêxistinbûnên çeteyan derketine holê. Yek ji aliyên herî girîng a van rêxistinbûnên çeteyan, ji aliyê ciwanên taxê ve hatine avakirin û ti kes ji dervey taxê nehatiye.

Ev pêkhateyên ku weke stratejiyeke demdirêj a şerê taybet ê Tirk derketine pêşberî me, ji kêmasiyên çêkerên şoreşger jî sûd wergirtin û her ku çûn di nava ciwanan de hîn xurttir bûn. Pêvajo bi xwesteka hîn zêdetir pere û jiyana bi konfor, weke pirsgirêkek mezin a bêhempa car din derket pêşberî civakê.

ÇETE ÇAWA DERKETIN HOLÊ?

Derketina çeteyan ber bi dawiya salên 90’î ve pêk hat. Ma beriya wê nebû? Hebû. Lê belê beriya salên 90’î, çete nedikarîn bi serê xwe derbikevin holê. Li şûna vê piranî êrîşên çêkerên faşîst çêdibûn. Heya wê rojê li taxên ku şoreşger lê zêde ne, gelek pirsgirêk çênedibûn. Di navîna salên 90’î de gav bi gav destpê kir û ber bi dawiya salên 90’î ve bi rengekî eşkere xwe nîşan da.

Jixwe ji ber ku cihên xizanan bûn, dewletê ew tax tune dihesibandin. Heya navîna salên 90’î şoreşgeran bi hêzeke cidî û bandora vê hêzê re destkeftiyeke mezin ava kiribûn. Piştî Komkujiya Gazî ya sala 1995’an a li Stenbolê û êrîş û komkujiyên li pey wê yên li taxên din qewimîn, dewlet êdî ne bi hêza çekê, bi rêbazên cudatir ketin taxan.

Gava ewilî jî çeteyên ku weke ‘komeke ciwanan a taxê diparêzin’ dihatin naskirin, ev çete ji ciwanên taxê pêk dihatin. Beriya derketina çeteyên destpêkê, gelek pêkanîn li xelkê taxê hatin ferzkirin. Jixwe li taxên ku polîst lê nayên dîtin, bûyerên diziyê zêde bûn. Li hemberî vê yekê polîsan bi rengekî eşkere diyar kirin ku ew alîkarî nadin û giliyên ku jê re dihatin, bi gotina ‘bila şoreşger we biparêzin’ paşde vegerandin.

Li aliyekê bûyerên diziyê zêde bûn, li aliyên din ji ber êrîşên komkujiyê yên ku polîsan li hemberî şoreşgeran pêk anîn, şoreşgeran nedikarîn mudaxileya pêwîst bikin. Di encama vê de çeteyên destpêkê derketin holê. Ji vane ya ku di raya giştî de herî zêde tê zanîn, çeteya ‘Arab Emrah’ (Emrahê Ereb) a li Taxa Gazî derketî holê ye. Dema li Taxa Gazî Emrahê Ereb derket holê, li taxên din çeteyên cur be cur jî derketin holê. Taybetmendiya hevpar a van çeteyan ew bû ku li taxê dijiyan û ji aliyê taxê ve dihatin naskirin.

Ev çete di dîtinê de ti êrîş yan jî zextê li xelkê taxê nake; hetta tam berevajî bûyerên mîna diziyê jî radiwestandin. Jixwe bûyerên diziyê yên di bin kontrola polîsan de, bi derketin û xurtbûna çeteyan re ji nişka ve qut bibûn. Di dawiya salên 90’î de raya giştî ev çete weke ‘Çeteyên Kurd’ û ‘Çeteyên Elewî’ nas kiribûn.

Li aliyekê li taxan şerê taybet a ku rêxistinbûn û xurtbûna çeteyan pêk tîne, li aliyê din jî polîtîkayên ku bi gotinên nîjadperest taxan hîn zêdetir mehkûmê tenêtiyê dikin. Divê mirov bêje ku ev polîtîka heya cihekê bi ser ketin. Tevî gelek zext, komkujî û girtinan jî ji ber ku bandora şoreşgeran li gorî xwesteka dewletê paş neket, çeteyên wê demê yên li ser esasê planên şerê taybet mezin nebûn.

Şoreşgeran bi israr hewl dan li dijî çeteyan li ber xwe bidin. Xwestin êrîş û hewldana çeteyan a ji bo ciwanan ji rê derbixin, asteng bikin.

NE ÇETEYÊN NIFŞÊ NÛ, ŞERÊ TAYBET

Dawiya salên 90’î bû sedem ku şerê taybet jî stratejî biguhere. Di rastiyê de ceribandinên ewilî yên têkildarî rewşa çêkerên ku roja îro derketine holê û weke ‘çeteyên nifşên nû’ tên pênasekirin, di dawiya salên 90’î û destpêka salên 2000’ê de destpê kirin. Rêbaza şerê taybet, berevajî çeteyên mîna Emrahê Ereb, biryara çêkereke cuda dabû.

Di destpêka salên 2000’ê de, bi rêya kesên ku bi taybetî di salên 90’î de di nava têkoşîna şoreşgerî ya taxan de cih girtine û piştre dest ji têkoşînê berdane, çêkereke nû ya çeteyan hate avakirin. Armanca esas a li vir, mezinbûna Stenbolê û taxên ku heya wê rojê pir dûrî bajêr bûn, li navenda bajêr bi cih bûn. Bajêr mezin dibe; hingî ku mezin dibe taxên ji dervey bajêr tevlî nava bajêr dibûn û dewletê nedixwest xizan li van qadan bijîn. Lewma divê ew mal û dever bên firotin û car din berê xizanan bidin dervey bajêr.

Di wê demê de ji şoreşgerên berê û kesên li taxên dijîn, çeteyên nû derketin holê. Gavên ewilî yên vê pêvajoya ku dawiya salên 90’î destpê kir, ‘Turku Barlar’ (Bar ên stranan) bûn.

TURKU BARLAR (BAR ÊN STRANAN) Û JI RÊ DERKETIN

Divê mirov derketina bar ên stranan weke gaveke polîtîkaya şerê taybet û hewldana ji rê derxistina taxan bibîne. Ji ber ku cihên wiha, destpêkê hevpariya li taxan û modela rêxistinbûneke zane hedef digirt. Kesên bar ên stranan ava dikirin jî, bi taybetî ew kes in ên ku di salên 90’î de di nava çêkerên şoreşger de cih girtine û piştre ji van çêkeran veqetiyane. Lewma baş dizanîn ku dê kê û çawa bikêşin van deran.

Bi bar ên stranan re tiryak û çekên şexsî jî ketin nava taxan. Saziyên dewletê hema bêje qet kontrol li van mekanan nedikir. Ev mekan heya salên destpêkê yên 2000’an hema bêje li her kolanên taxan hatibûn vekirin.

Li aliyekê vekirina bar ên stranan, li aliyê din zêdebûna zextên li ser şoreşgeran; di heman demê de dewlet ket nava hewldanê da ku çêkera demografîk a taxan biguherîne, li taxên Kurdan Tirk bi cih kirin, li taxên Elewiyan jî Sunî bi cih kirin û bi vî rengî gava ewilî ya xirabûna vê çêkerê hate avêtin. Di rastiyê de ev polîtîka di salên ewilî yên Komarê de li Kurdistanê hatiye pêkanîn; wê demê li bajarên Kurdan Tirk bi cih kirin û propaganda hatibû kirin ku ev cih, cihên Tirkan e. Heman polîtîka vê carê li taxan tê meşandin, bi çêkera demografîk a tê guhertin re dewletê li taxan hêza xwe ava dikir.

Li aliyekê evane diqewimîn, li aliyê din li herêmên cuda yên Tirkiyeyê nêzîkatiyeke polîtîk a cuda li dijî van taxan diketin dewrê. Taxên ku şoreşger lê zêde ne û taxên Elewî û Kurdan, bi rêya medyayê dihatin krîmînalîzekirin. Di medyayê de bi sernavên ‘Taxên herî xeter ên Tirkiyeyê’ nûçe hatin çêkirin. Hîna jî nûçeyên wiha dewam dikin.

Çeteyên ku di vê demê de derketin holê, xizaniya gel bi kar anîn û di etaba ewilî de hewl dan malên wan jê bistînin. Gelek mal bi rêya çeteyan ji gel hate standin, hate firotina kesên cuda. Kesên ku ew tax dikirîn ti eleqeya wan bi taxê re nebû, di wê demê de vê yekê zêde bal nekişand lê di salên piştre de bandora xwe bi eşkere nîşan da.

Bi taybetî li taxên ku piranî Elewî lê dijîn, di wê demê de gelek mal hatin firotina Tirk û Sunniyan; hema bêja temamiya van kesên faşîst bûn. Di vê pêvajoyê de piraniya kesên ku malên xwe û erdên xwe firotin, ne bi zordariya çekê; ji ber bêperetî û cihêkariyê neçar man ku bifiroşin û veguheztin herêmên cuda yên bajêr.

Taxên mîna Taxa Gazî, Taxa 1 Mayis û Okmeydani, ketibûn destê kesên cuda.

Ev pêvajo heya sala 2010’an dom kir û gelek kes ji taxan koçî herêmên cuda kirin, kesên ji derve hatin li taxan bi cih bûn. Ev guhertin li ser esasê plana dewletê pêk hat, lewma di vê pêvajoyê de dewletê bi rêya kesên nû hatine rêxistinbûneke sîxuran a berfireh ava kir û di heman demê de bingehê çêkerên çeteyan danî. Bi guherîna çêkera demografîk re, li taxan guhertinên ku civakbûna taxê xira dikin jî destpê kirin.

JINÛVE DERKETINA ÇETEYAN

Di rastiyê de, têgeha ‘çeteyên nifşê nû’ taktîkek şerê taybet e. Ev têgeh armanc dike ku çeteyên berê bi rengekî erênî nîşan bide. Her wiha hestek sempatiyê ji bo tiştên ku di demên berê de qewimîne diafirîne. Ev rewş heta salên 2010’an berdewam kir. Lê belê, bi vejîna avahiyên şoreşgerî re, ev pêvajo rawestiya. Şoreşgeran dest bi vegerandina bandora xwe li taxan kirin. Di encamê de, xebatên çeteyan kêm bûn. Bi taybetî bar ên stranan û cihên ku madeyên hişber û fihûş lê dihatin kirin, hatin girtin. Serdestiya şoreşgeran li taxan hêdî hêdî zêde bû.

Pêvajoya ji nû ve bicihkirina çeteyan şerê taybet, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an dest pê kir. Ev serdem piştî nakokiyên di nav desthilatdariyê de pêk hat. Heta wê rojê, şoreşger li taxan li dijî çeteyan mudaxele dikirin. Van mudaxeleyan hêdî hêdî qada xebata çeteyan teng kiribû. Lê piştî 15’ê Tîrmehê, desthilatdarî ev rewş veguherand firsendekê. Zext li taxên mîna Gazî, Okmeydani, 1 Mayis, Haci Ahmet û Kanarya zêde bûn. Êrîşên li dijî şoreşger û welatparêzan zêde bûn. Binçavkirin û girtin zêde bûn. Vê pêvajoyê careke din qadeke berfireh a xebatê ji bo çeteyan vekir.

Gava yekem a vê pêvajoyê qumarê neqanûnî bû ku îro li Kurdistanê tê kirin. Qumarê neqanûnî bû çavkaniyek dahatê ji bo ciwanên bêkar ên ku ji derdorên şoreşger dûr ketine. Aparata şerê taybet bi zanebûn hişt ku ev sektor mezin bibe. Dewletê bi giranî fealiyetên qumarê yên neqanûnî bi rêya kesên ku berê di nav avahiyên şoreşger de bûn, lê ji hingê ve ji wan qutbûne, pêk dianî. Bi vê rêbazê, wê dest bi vegerandina desthilatdariyê li taxan kir.

Di heman demê de, dewletê dest bi berhevkirina encamên pêşîn ên polîtîkayên xwe yên ji nû ve avakirina demografîk kir, ku ew bi qasî 40 salan dimeşand. Vê rewşê rê li ber xurtbûna derdorên alîgirê dewletê li taxan vekir.

Pirsgirêkên hişber û fihûşê yên ku îro li Tirkiye û Kurdistanê têne dîtin, encamên şerekî taybet ê demdirêj in. Ev encam niha bi zelalî xuya dibin. Bi taybetî ciwanên Kurd têne hedefgirtin. Armanc ew e ku ciwanên Kurd nekevin nav Tevgera Azadiya Kurdistanê. Di heman demê de, ew armanc dikin ku pêşî li tevlîbûna wan di têkoşîna şoreşgerî de bigirin.

Piştî 15’ê Tîrmehê, qumarê neqanûnî li Tirkiyeyê bi lez belav bû. Ev yek bi taybetî li deverên ku Kurd lê bi giranî dijîn zêde bû. Ev fealiyet bi piştgiriya hêzên ewlehiyê mezin bûn. Piştî demekê, komên ku operasyonên qumarê yên neqanûnî dimeşandin bûn çeteyên rêxistinkirî. Bingehên avahiyên ku îro ji her kesî re têne zanîn, di vê serdemê de hatin danîn. Di vê pêvajoyê de, hewl hat dayîn ku astengiyên ku rastî wan dihatin werin rakirin. Hin ji van astengiyan ji hêla avahiyên şoreşger ve hatine avakirin. Yên din çeteyên kevin bûn ku di nav gel de navûdengek xirab hebû. Ev çeteyên kevin heta wê demê ji hêla dewletê ve dihatin parastin.

Zextên li dijî şoreşgeran zêde bûn. Rêbazên kêfî yên ku taxan hedef digirin zêde bûn. Veguhestina giştî kêm bû. Xizmetên şaredariyê hatin rawestandin. Xizanî kûrtir bû. Niştecihên van taxan ji hêla deverên din ên bajêr ve bi sûc ve hatin girêdan. Ev tax wekî “xeternak” hatin nîşandan. Zarok wekî “ber bi sûc ve hatine birin” hatin nîşan dan. Bi van polîtîkayan, tax hêdî hêdî hatin dorpêçkirin. Bi demê re, ev tax li navenda bajarên mezin diman, ne li derdorê. Bi vî rengî, tax veguherî deverên rantê.

Dewletê qet nexwest ku xizan li navendên bajêr bijîn. Wê dixwest taxên xizan ên ku bûne deverên navendî ji nû ve teşe bike. Ji bo vê armancê, bi rêya medyayê propagandayek dijwar kir. Pêvajoya veguherîna bajar bi vî rengî hate destpêkirin. Civakê jî bi vê pêvajoyê îqna kir. Avahiyên ku di raya giştî de wekî “çeteyên nifşê nû” têne binavkirin jî di encama vê pêvajoyê de derketin holê.

Di dawiya salên 1990’î de, armanc guhertina avahiya demografîk a taxan bû. Armanc ew bû ku têkoşîna şoreşgerî were tepeserkirin. Di vê serdemê de, çete derketin holê. Van çeteyan bi zorê mal û milkên mirovan kirîn, bi vî awayî taxan wêran kirin. Îro, çeteyên nû li şûna van ên kevin girtine. Armanca van çeteyên nû ew e ku zextê li raya giştî bikin ji bo veguherîna bajar, hewl didin ku mirovan bi ser wan de bigirin û wan ji deverên wan ên niştecîbûnê dûr bixin.

Vê carê, zexta rasterast û yekser nehat tercîhkirin. Di şûna wê de, rêbazên demdirêj hatin bikar anîn. Armanca van rêbazan jî dejenerekirina civakê bû. Li şûna ku mirov bi zorê ji malên wan werin derxistin, pêşî bingeh hate danîn. Tax bi zanebûn hatin bêmirovkirin.

ÇETEYÊN KU BERÊ JI HÊLA ‘ŞOREŞGERAN’ VE BI RÊGEZÊN RÊXISTINÎ VE DIHATIN BIRÊVEBIRIN

Çete di nav cîhê ku ji wan re hatibû veqetandin de pêşve çûn. Di nav damezrînerên wan de kesên ku berê tevlî têkoşînên şoreşgerî bibûn hebûn. Ji ber vê yekê, wan rêxistinek mîna şaneyan ava kirin. Li taxan, di nav heman çeteyan de, kesên ku hevdu nas nakin hene. Her komeke biçûk di nav herêma xwe de dixebite û erkên ku jê re hatine danîn, pêk tîne. Piranî, kom qet kadroyên pêşeng ên çeteyan nabînin.

T.S., ku demek dirêj bi çeteyên li Okmeydani re cih girt, dibêje ku tevlîbûna wî bi rêya medyaya civakî dest pê kir. Ew destnîşan dike ku çeteyan di destpêkê de bi gotina “Em taxê diparêzin” bi ciwanan re têkilî danîn. Piştre ew wisa behsa bûyerên ku qewimiye dike:

“Min li ser medyaya civakî rêzefîlmên kurt ku li ser jiyana çeteyan hatiye amadekirin, parve dikir. Ez 16 salî bûm dema ku wan cara yekem bi min re têkilî danî. Ez di malbateke xizan de mezin bûm. Dê û bavê min dixebitin, lê dahata wan bi zorê têrê dikir ku debara xwe bikin. Ez diçûm dibistanê. Min dît ku hevalên min bi rehetî dijîn. Wan her tiştê ku dixwestin dikirîn û li gorî dilê xwe pere xerc dikirin. Lê ez nikarim li derve qedehek çayê jî vexwim. Xortekî ji taxê ku ez dizanim demekê di nava xebatên şoreşgerî de cih girtibû, dixwest bi min re biaxive. Wî ez vexwend Parka Sîbel Yalçin. Ez çûm. Wî ji min re got ku şoreşger êdî li taxê nînin. Wî rave kir ku kesên derve madeyên hişber difiroşin û keçan dixapînin. Wî got ku wekî xortekî taxê, divê ez bi wan re bim û got ku ew ê taxê biparêzin û lênêrîna wê bikin.”

Şerê taybet peyva “parastina taxan” bikar tîne da ku hilweşîna taxên xizan kûrtir bike. Ev peyv pir caran di dramayên çeteyan de tê dîtin ku di deh salên dawî de populerbûna wan zêde bûye. Ev drama ciwanên ku li taxên xizan dijîn nîşan didin, wan wekî ku taxê ji “xirabkaran” diparêzin nîşan didin. Ev vegotin bandorê li gelek ciwanan dike. Nebûna şoreşgerên xuya di taxan de ciwanan ber bi tevlîbûna van çeteyan ve dibe. Rastiya ku ew kesên ku ew bi wan re diaxivin xwedî dîrokek tevlîbûna di nav derdorên şoreşger de ne, vê meylê hîn xurttir dike.

Ciwanê ku li Taxa Gaziyê di nava komên girêdayî Emrah Sever de cih girt, hevdîtina xwe bi vê komê re wiha vegot:

“Malbata min nedixwest ez bi şoreşgeran re têkilî danim. Ew ditirsiyan ku ez bikevim tengasiyê û werim girtin. Wê demê min bi Arap Emrah û çeteya wî re hevdîtin kir. Ew ji taxê bûn û îdia dikirin ku ew xema başbûna taxê dixwin. Wan digot ku ew ciwanan diparêzin û li wan dinêrin. Piştî ku min dest bi xebata bi çeteyan re kir, wan çek û pere dan min. Min dikarî çi bixwazim bistînim. Me kesên derve ji taxê dûr xistin. Hin êvaran em li taxê geriyan. Em diçûn da ku pêşî li diziyê bigirin. Arap Emrah firoşkarên hişberê didît, li wan dixist û ji taxê derdixist. Lê tevî van hemûyan, min qet fêm nekir çima ew nehat girtin.”

Piştî demekê ev ciwan dibe şahidê pevçûnên di navbera çeteya Arap Emrah û şoreşgeran de û dibîne ku çete cihê şoreşgeran ji polîsan re agahdar dikir. Piştre wî biryar da ku têkiliyên xwe bi çeteyê re qut bike. Lê belê, di vê pêvajoyê de, wî fêm kir ku her çend çete bi awayekî eşkere îdîa dikir ku li dijî hişber û fihûşê ye jî, ew di rastiyê de wekî tetîkkêşiya çeteyên mezintir tevdigerin. Her wiha dît ku piştî wergirtina pereyan, çete mudaxeleyî firotina hişberê nakin.

Çeteya Arap Emrah, tevî hemû destwerdanên şoreşgeran, demek dirêj hebûna xwe li Taxa Gazî domand. Piştre, zext li ser şoreşgeran zêde bû û hat astek welê ku şoreşger nekaribin li taxê bixebitin. Piştî vê yekê, dewletê pêşî Arap Emrah û girêdayî wê tasfiye kir. Di şûna wê de, destûr da ku çeteyên nû, ku ew bikêrtir didît mezin bibin.

Karker, ku bi çavên xwe şahidê vê guhertinê bû û demekê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz bû, pêvajoyê wiha vedibêje:

“Navê ‘Arap Emrah’ hema hema li Taxa Gazî bibû sembol. Gel ji kiryarên çeteyan aciz bûn. Mezinbûna van çeteyan dê sûdê nedaba dewletê. Berevajî vê, ew dikare ji bo şoreşgerên ku wan bi zorê tepeser kiribûn, cih biafirîne da ku hêza xwe ji nû ve bi dest bixin. Di şûna wê de, dewletê dît ku rê li ber wan kesên ji ber karsaziya qumarê ya neqanûnî ya ku wan li taxê dabûn dest pê kirin û mezin bûne vekirin, hê mentiqîtir e. Ji ber ku ev nû bû û hema hema hemû xwecihî bûn. Hem pere qezenc dikirin û hem jî xuya nedikirin ku têkiliyên wan bi madeyên hişber re heye. Bi taybetî hêsantir bû ku ciwanên Kurd bikişînin aliyê xwe. Wisa jî bû ji xwe. Çeteyên mîna Dalton û Casper, ku îro navên wan her kes dizane, di wê serdemê de derketin holê. Di destpêkê de, van çeteyan ji kesî pere nedigirtin, alîkariya feqîran dikirin û deynan didan. Xwe mîna ku li kêleka gel û li hember polîsan dûr nîşan didan. Lê belê, gava ku ew bi tevahî li taxan bicîh bûn, rastiya rûyên wan derketin holê. Bingehên dejenerebûnê yên wekî bazirganiya hişberê û fihûşê, ku îro li deverên mîna taxên Gazî, Okmeydanî û taxên 1 Mayisê têne dîtin, di vê pêvajoyê de hatin danîn.”

Hebûna çeteyan ne diyardeyek nû ye û dê nebe jî. Şerê taybet armanc dike ku bi rêya çeteyan hem zextê li gel bike û hem jî kontrol bike. Gel bê vebijark tê hiştin û bi rêya van çeteyan “vebijark” ji wan re tê pêşkêş kirin. Armanc ew e ku mirovan bi tevahî ji şoreşgeran dûr bixin.

E.S., ku demekê di nav çeteyên Okmeydanî de cih girt, planên dewletê wiha vedibêje:

“Hemû çete bi rastî bi polîsan re hevkariyê dikin. Ev hevkarî tenê bi danûstandinên diravî nayê ravekirin. Çete tirsê di nav taxan de diçînin. Nebûna xebatên ji ber zexta li ser şoreşgeran, dibe sedema ku polîs wekî yekane rizgarker were dîtin. Ji kesên ku ji çeteyan gilî dikin re, berî ku serî li polîsan bidin, bi eşkereyî derfet tê pêşkêş kirin ku bibin sîxur. Yên ku qebûl dikin ji hêla çeteyan ve zirarê nabînin. Çete wekî amûrek zextê tên bikar anîn da ku biyanî û şoreşgerên ku tên taxê ji polîsan re ragihînin.”

Ji aliyekî ve, taxên ku di bin navê veguherîna bajar de têne hilweşandin an jî li ber hilweşandinê ne; ji aliyê din ve, heta hilweşandinê niştecihên taxê kirina sîxur…Ev armanc û hedefa rastîn a avahiyên ku wekî “çeteyên nifşê nû” têne binavkirin e. Dîtina van çeteyan tenê wekî dozên sûc tê wateya nefêmkirina rêgezên rastîn ên vê şerê taybet.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt
Nûçeya Pişt re Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtiyê nexweş Karaguzel dîsa hat girtin

Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê ji bo dermankirinê hatibû taloqkirin, piştî biryara girtinê ya Dozgeriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

Bilindbûna desthilatdariyên rastgir, şerên bêdawî û krîzên giran ên aboriyê, di sala 2025'an de jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Fransayê êrîşên li ser Durziyan şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Fransayê êrîşên li ser Durziyan ên mezhebî şermezar kirin û Îsraîl…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bîranînên Roboskî: Bila berpirsyar bêne darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ez bawerim ku wê ciwan bi rola pêşengiyê rabin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK: Me komkujiya Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?