Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CPT’ê rapora Tirkiyeyê: Li girtîgehan qelebalixiya zêde, zext û tecrîd heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E’yê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkukê ceza li mamosteyê ku posterê şehîd Ziyad Heleb daleqandibû, hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn li Mexmûrê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Saziyên Elewiyan: Em ê wekî rehên ku li ser van axan nayên qutkirin bimînin!
Rojane

Saziyên Elewiyan: Em ê wekî rehên ku li ser van axan nayên qutkirin bimînin!

Saziyên Elewiyan li Stenbolê êrîşên qirkirinê yên çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser gelê Elewî tê meşandin protesto kirin û peyama "Em ê wekî rehên ku li ser van axan nayên qutkirin bimînin!" dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Saziyên Elewiyan yên ku li Stenbolê li hev civiyan, êrîşên qirkirinê yên çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser gelê Elewî tê meşandin protesto kirin. Gelek partiyên sosyalîst ên mîna ESP, Kaldiraç, Partîzan, SEP, TÎP û Yeşil Sol piştgirî dan çalakiya ku li Qada Khalkedon a Kadikoyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Qirkirina Elewiyên li Sûriyeyê rawestînin” hat hilgirtin û dirûşmeyên bi Erebî û Tirkî “Qatil Colanî, hevkar AKP,” û “Qatil Colanî ji Sûriyeyê derkeve” hatin berzkirin. Saziyên Elewiyan diyar kirin ku ew zîhniyeta li pişt êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê ji Sêwas, Mereş, Çorûm û Gaziyê nas dikin û gotin, ”Elewî wê çong daneynin! Hûn nikarin bi me çong deynin!”

 

PEYAMA PIŞTGIRIYÊ DAN GELÊ VENEZUELAYÊ YÊ KU DI BIN ÊRÎŞA DYE’YÊ DE YE

Daxuyanî bi Erebî û Tirkî hat. xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşa emperyalîst a ku ji hêla DYE’yê ve li dijî Venezuelayê hatî destpêkirin hat protestokirin û peyama hevgirtinê piştgiriyê dan gelê Venezuelayê yê ku di bin êrîşa DYE’yê de ye. Cîgirê Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Aydin Denîz daxuyanî bi Tirkî xwend û diyar kir ku di ser serdema HTŞ’ê ya selefî ya cîhadîst ku ji hêla dewletên emperyalîst û hêzên herêmî yên hevkar ve wekî “Sûriyeya nû”, “Serdema nû li Sûriyeyê” û “Şoreşa Sûriyeyê” tê pêşkêşkirin, salek derbas bû. Denîz anî ziman ku di salekê de Sûriyeyek nearam, kaotîk û bê pêşrojhat avakirin û destnîşan kir ku rêveberiya HTŞ’ê, ku hatiye ser desthilatê ji bilî komkujî û gefên li dijî gel tiştek pêşkêş nekiriye û li ber çavên cîhanê sûcên mezin kiriye.

Denîz destnîşan kir ku ev koalîsyona çeteyan a ku paşeroja wê bi sûc û tundiyê tije ye ji bilî komkujî, zilm û gefan ti têkilî bi gelên Ereb, Elewî, Durzî, Kurd, Xiristiyan û Sunniyên daneyniye.

‘DI SALA 2025’AN DE LI DIJÎ ELEWIYAN KOMKUJIYEKE MEZIN PÊK HAT!’

Denîz bi bîr xist ku di dîroka Sûriyeyê de di Adara 2025’an de li dijî Elewiyan yek ji komkujiyên herî mezin pêk hat û destnîşan kir ku êrîşên ku mîna ku di qanûnên navneteweyî de hatiye pênasekirin ev hewldanek qirkirinê ye. Denîz diyar kir ku di êrîşan navbera 6-8ê Adarê de pêk hatin, zêdetirî 15,000 Elewî ji aliyê çeteyên selefîst ên cîhadîst ên HTŞ’ê ve hatin qetilkiirn û got, “Bi ser gundan de girtin, komkujî kirin, jin hatin revandin û mirov di gorên komî de veşartin. Civaka navneteweyî li hember vê qirkirinê bêdeng ma, medyaya AKP’ê û qaşo medyaya Rojavayî hewl dan ku qirkirinê înkar bikin. Kesên ku hewl da balê bikişîne ser tiştê ku qewimîne hatin tehdîtkirin û yên ku mafê jiyanê parastin hatin krîmînalîzekirin. Hêmanên herêmî yên ku hewldana qirkirinê erê dikin û gefê li Elewiyan dixwin, hîn jî bi serbestî di nav me de digerin, gefên û gotinên li dijî welatiyên Elewî didomînin.”

‘EM PIŞTGIRIYA DAXWAZÊN GELÊ ELEWÎ YA JI BO HEMWELATIYA WEKHEV Û JIYANEKE BI RÛMET DIKIN!’

Denîz diyar kir ku polîtîkayên nefretê yên li dijî gelê Elewiyên li Sûriyeyê bênavber berdewam dikin û destnîşan kir ku Elewî ji kolanan têne revandin û tên qetilkirin, cihên wan ên îbadetê têne bombebarankirin û jin û zarokên Elewî di bin êrîşê de ne. Denîz diyar kir ku gelê Elewî têkoşîna xwe ya li dijî înkarkirina mafên hemwelatîbûna wekhev berdewam dikin û wiha got: “Şert û mercên herî kêm ên ji bo jiyaneke bi rûmet û dadwerî: naskirina nasnameyên olî, nasnameyên olî û etnîkî yên hemû gelan di destûra bongehîn de bûn misogerkirin, gel çarenûsa xwe diyar bikin, hemû aliyên komkujiyê bên eşkerekirin, sûcdarên komkujiyê, revandin û koçberkirinê bên darizandin. Bi vê boneyê, em çalakiya rûniştinê ya ku ji hêla Elewiyên Sûriyeyê ve ji bo jiyaneke bi rûmet, dadwerî û mirovî hatiye destpêkirin silav dikin.”

Denîz anî ziman ku ew xwedî li daxwazên Elewiyên li Sûriyeyê derdikevin û bi wan re di nava hevgirtinê de ne û got, “Em ê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Elewî ya ji bo jiyaneke bi rûmet daye destpêkirin. Em ne bêdengiyeke lerzok in. Em hêrsa rûmetê ne ku dema pêwîst be radibe ser piyan. Em ê wekî rehên ku li ser van axan nayên qutkirin bimînin!”
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rojhilat di protestoyan de gelek kes hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Li Xarpêtê bi mezinahiya 4.7 erdhej pêk hat
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji ber strana Kurdî ceza li mamosteyê muzîkê hate birîn

Ji ber strana Kurdî salek û 15 roj cezayê hepsê li perwerdekarê Komeleya Çandê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên Îranê yên li hemberî zimanê Kurdî hatin şermezarkirin

Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê kiryarên dewleta Îranê yên ji bo tunekirina zimanê Kurdî şermezar kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) diyar kir ku komkujiyên li Parîsê li dijî Kurdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Wanê nerazîbûna li dijî revandin û hewldanên sîxurkirinê

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: MGK li benda çi ye, pêvajo çima bi pêş ve naçe?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Meha Îlonê herî kêm 226 karkerî jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?