Hevalên kar û malbata rojnamevan Huseyîn Aykol serdana gora wî ya li Goristana Karşiyakayê ya li Enqereyê kirin.
Li gel hevjîna Aykol Nûray Çevîrmen û malbata wî, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û hevalên wî yên kar, tevlî serdanê bûn. Girseya gel qurnefîl danî ser gora Aykol.
Aykol bi mîrateya rojnamevaniyê ya li pey xwe hişt, li ser gora xwe hate bîranîn.

