Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 27’ê mijdara 2023’an û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî tê kirin, Rêxistina Stenbolê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ragihand ku 23’ê Çileyê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dike.
Rêvebera Stenbolê ya ESP’ê Leyla Can li ser mijarê ji ANF’ê re axivî. Leyla Can anî ziman ku di nava tevgera çep a kedkar de feraseta şoven a civakî neguheriye, nêzîkatiya li Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn jî bi vê ferasetê tê kirin û destnîşan kir ku ew ji nêrîna li greva birçîbûn fêhm dikin bê bandora şovenîzmê çiqasî mezin e.
Leyla Can got, “Tevgera çep a kedkar dema ku qala têkoşîna azadiyê ya Kurd tê kirin, her tim gavekê li paş dimîne. Me gelek caran dît ku ev xeta polîtîk a şoven a cviakî neguheriye. Yek ji sedemên vê jî şovenîzm e. Di nava çep a kedkar de ji ber bandora şovenîzmê grevên birçîbûnê bêbersiv dimînin. Lewma divê hîn bêhtir bikeve rojevê. Em dibînin ku piştgirî ji têkoşîna azadiyê ya Fîlîstînê re tê dayin, lê belê îtiraz li polîtîkayên êrîşê, polîtîkayên dagirkeriyê yên li ser Rojava nayê kirin. Bêguman em ê xwedî li Fîlîstînê derkevin, em ê li ber dagirkirina Rojava jî rabin. Weke sosyalîstan ev yek wezîfe û helwesta me ye. Kiryarên ku di dema Efrînê de li dijî akademîsyenên aştîxwaz hate kirin, kiryarên li Şebnem Korûr Fîncanci hatin kirin ji aliyê her kesî ve hate dîtin. Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ji ber ku li ser tecrîdkirina Birêz Ocalan axivî, gefa mirinê lê hate xwarin. Ev hemû ji bo çavtirsandina kesên li ser pirsgirêka Kurd diaxivin, têne kirin. Bi rêya vê polîtîkaya zextê hewl didin axaftina li ser tecrîdê asteng bikin.”
Leyla Can têkildarî biryara greva birçîbûnê ya ESP’ê axivî û anî ziman ku rejîmê bi taybetî zextên li ser zindanan zêde kiriye.
Leyla Can ragihand ku sîstema tecrîdê li hemû girtîgehan belav bûye û diyar kir ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê li derve zêde neketiye rojevê. Leyla Can destnîşan kir ku weke ESP ew dixwazin bandora şovenîzmê ya li ser tevgera sosyalîst a Tirkkiyeyê bişikîne, lewma biryareke bi vî rengî ya destpêkirina greva birçîbûnê dane.
Leyla Can got, “Ji ber vê yekê em greva birçîbûnê li hemû platforman dixin rojevê. Hewl didin bandora şovenîzmê bişikînin, serdana nobedên edaletê dikin, dixwazin di rojevê de bihêlin. Di heman demê de hewl didin li qadan jî çalakiyan pêk bînin. Bi rengekî yekbûyî bi bersiva çep a kedkar em dikarin vê dorpêçê bişikînin. Em jî weke Partiya Sosyalîst a Bindestan ji bo vê piştevaniyê li derve mezin bikin, di rojevê de bihêlin, di 23-24-25’ê Çileyê de ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê dikin.”