Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê lijne bi koordînatoriya Birêz Ocalan dest bi xebatê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Gelê Êlihê wê rê nede qeyûman’
Kurdistan

‘Gelê Êlihê wê rê nede qeyûman’

Hevserokên Êlihê yên DEM Partiyê bi bîr xist ku Êlih ew bajar e ku ji salên 1970'yî ve tevgera welatparêz lê rabû, mezin û civakî bû û gotin, "Xelkê Êlihê bi biryar e ku nehêle keleh lawaz bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk û Songul Korkmaz şert û mercên taybet ên Êlihê û xebatên hilbijartinê nirxandin.

Tekîk diyar kir ku divê siyaseta demokratîk bi serketinê were tacîdarkirin û armanca wan azadî û wekhevî ye. Tekîk got ku ew bi vê şiyarê xwe ji hilbijartinên herêmî re amade dikin û wiha axivî: “Bi awayekî xwezayî em ê xwe ji bo hilbijartinan amade bikin. Beriya her tiştî em ê girseya xwe di aliyê moral û çalakiyan de zindî bihêlin û ji aliyê din ve jî em ê xwe bigihînin tevahiya beşên civakê. Li gorî perspektîfa neteweya demokratîk gelê me yê Ereb ên ku ji sedî deh şêniya bajarê me ne û dildarê partiyên din jî di nav de ye.”

Tekîk anî ziman ku ew ê hem bi çalakiyan hem jî propagandayê xwe bigihînin gel û got ku ew ê li Êlihê mal bi mal xebatê bimeşînin û wiha pê de çû: “Helbet ji bo ku van hemûyan pêk bînin, em ê hêmanên teknîk, propaganda û xebatên weşana çapemeniyê yên di asta herî jor de bi kar bînin. Em ê heta dawiyê soz û feraseta xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk bigihînin girseyên berfireh. Ji bo van hemûyan me bi hemû dost û saziyên xwe yên dost re li seranserê Êlihê komîsyon û komîsyonên taxan ava kirin.”

‘EM Ê LI ÊLIHÊ BIÇIN HEMÛ MALAN’

Tekîk da zanîn ku ew ê li Êlihê bêyî ku malekê jî bihêlin bixebitin û got: “Ji bo parastina sindoqên xwe ji serî heta dawiyê me amadekariyên xwe kirine. Ji bo hemû beşên civakê yên Êlihê em ê xebateke berfireh bimeşînin. Em dizanin ku Êlih wekî herêma pîlot hatiye hilbijartin. Gelê Êlihê jî vê yekê dizane û bi vî rengî nêzî mijarê dibe. Xwedîderketina gel roj bi roj mezin dibe.”

Tekîk bi lêv kir ku li Êlihê ferasetên cuda yên siyasî hene û desthilatdarî hewl dide ji xwe re qadeke siyasî biafirîne. Tekîk destnîşan kir ku hikûmet hewl dide vê pêk bîne û wiha got: “Êlih bajarekî ku têgihiştinên siyasî yên cuda û cuda tê de hene. Sîstema serdest dixwaze vê siyasetê bimeşîne û berfireh bike. Ev 45 sal in wisa ye. Êlih ji salên 70’î û vir ve bûye bajarekî ku tevgera welatparêzî lê pêşketiye, mezin bûye û civakbûye.”

‘JIYANA DEMOKRATÎK Û AŞTIYAN E’

Hevseroka Batmanê Songul Korkmaz diyar kir ku DEM Partî siyaseta jiyaneke demokratîk û aştiyane dimeşîne û wiha got: ” Divê her kes bi şertê ku demokratîk û aştiyane be siyasetê bike. Di vê wateyê de em tu kesî wekî hevrik û dijmin nabînin. Êlih bingeha siyaste me ye û em ê bi têkoşîna xwe wê biparêzin û berfireh bikin.”

Korkmaz anî ziman ku li Êlihê jin girîngiyê didin hilbijartinê û diyar kir ku li dijî zîhniyeta mêran bertekek mezin heye. Korkmaz der barê keda jinan de ev tişt gotin: “Em weke jinên Êlihê girîngiyeke mezin didin vê hilbijartinê. Bi vê bawerî û îradeya xwe em ê pêvajoya hilbijartinê xurtir bikin. Di vê hilbijartinê de ji bo ku pergala hevserokatiyê bi hêztir bibe, êm e bi namzetên xwe yên jin re modeleke nû ya jiyanê ava bikin.”

‘JIN WÊ RÊ NEDIN DESTHILATDARIYA MÊR’

Korkmaz diyar kir ku li Êlihê keda jinê di xaleke girîng de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di van xebatên xwe de em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax bigerin. Em ê xwe bigihînin hemû jinan. Ji bo zindîkirina perspektîfa xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê li dijî pergala qeyûm a li şaredariyên me yên bi serdestiya mêr ku destkeftiyên me yên jinan ji nedîtî ve tê, xeta xwe ya têkoşînê ya jinan bi serdemek nû mezin bikin û em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe berfirehtir bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Temellî: Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, krîza ekonomiyê çareser nabe
Nûçeya Pişt re Burçun: Em ê Çewlîkê tevî gel bi rê ve bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Feleknas Ûca: Mafê Hêviyê êdî nabe bê taloqkirin

Siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca anî ziman ku bicihanîna 'Mafê Hêviyê' berpirsyariyeke hiqûqî ye û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

Li Konyayê ji bo 7 endamên malbata Dedeogullari yên di êrîşa nijadperestî ya 2021’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê protesto destpê kirin: AKP’ê derbe pêk anî

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate birîn. Piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?