Girseya gel serê sibehê li Bûlwara Şîrîn li hev kom bû û li ber erbaneyê govend gerand.
Saet derdora 14:00 jî meşvanên azadiyê giştîn Nisêbînê û bi tilîliyan hatin pêşwazîkirin.
Di dema pêşwazîkirinê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate qîrîn.
Meşvan wê li Parka Aştiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û piştre serdana Abdulcelîl Keskîn ê piştî 31 salan hate berdan û Omer Kiliç ê ku piştî 30 salan hate berdan, bikin.
Meşvan wê serdana gora Mûsa Anter jî bikin.