Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Divê statuya Birêz Ocalan fermî bibe, gavên şênber bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Di pêvajoyê de xitimîn heye, destpêkê divê ev xitimîn bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dihokê zarokeke 15 salî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: ‘Divê jin beşdarên yekser ên pêvajoya aştiyê bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 29 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê kampa perwerdeyê ya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Roja Rojnamevaniya Suryanî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Birînên Şengalê û mêvanên nexwestî
Kurdistan

Birînên Şengalê û mêvanên nexwestî

Dîrok nîşanî me daye ku heta tova nefretê bi temamî neyê hişkkirin, her baranek dikare wê careke din şîn bike. Mûsil û Şengal îro li benda parastineke rastîn in, ne lîstikên siyasî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Iraq welatê ku bi sedsalan e bûye qada şer û şarezayiyan, îro careke din di nav taya fikarekî kûr de diheje. Tevî ku di sala 2017’an de serketina li dijî DAÎŞ’ê hatibû ragihandin jî, bermahiyên vê hişmendiya tarî wekî xelozekî bin xweliyê her tim dikarin geş bibin. Di demên dawî de, bi taybetî bi hinceta vegerandina welatiyan tevgera li derdora Mûsilê û kampên nû, xewê di çavê rûniştvanên herêmê de herimîne.

Kampa AlJad’a Bombeyeke di bin Çermê Mûsilê de
Sedema sereke ya vê fikarê, veguhestina bi sedan malbatên çekdarên DAÎŞ’ê ye ku ji kampa Al-Holê ya li Sûriyeyê tînin Iraqê. Ev malbat li kampa Al-Jada’a ya li başûrê Mûsilê têne bicihkirin. Her çend Neteweyên Yekbûyî û hin saziyên Emerîkî vê wekî çareseriyeke mirovî û rehabîlîtasyonê nîşan bidin jî, gelê herêmê vê wekî reşandina jehrê li ser birînên xwe dibînin. Pirs ev e; Gelo kesên ku bi salan di bin bandora îdeolojiya tundrew de mane, dê çawa di nava şev û rojekê de bibin welatiyên asayî?

HEJMAR Û RASTÎ, XETERÎ ÇEND E?

Li gorî agahiyên ku tên parvekirin, behsa 7000 kesî tê kirin. Her çend di warê teknîkî de hejmara malbatên vedigerin di nava sînorên çend hezaran de be jî bandora wan a reş wekî ku 700 hezar bin li ser civakê giran e. Ev ne tenê hejmarek e, ev îdeolojiyek e ku di hucreyên razayî de dijî. Iraq hîn jî nekaribûye tunelên DAÎŞ’ê yên fîzîkî û fikrî bi temamî paqij bike. Hebûna van malbatan li nêzî Mûsilê, dibe ku bibe sedema serî rakirina şaneyên nû.

KABÛSA LI SER DILÊ ÊZIDIYAN

Bêguman, tişta herî bi êş, rewşa civaka Êzidî ye. Êzidiyên ku di sala 2014’an de bi Fermana 74’an re rû bi rû man, îro bi dîtina van geşedanan re careke din bi hestê tenêbûnê û xiyanetê bi fikar in. Kampa Al-Jada’a û derdora Mûsilê ji bo Şengalê wekî ber derî tê hesibandin. Ev yek ji bo dayikên Êzidî, yên ku hîn jî li benda zarokên xwe yên winda ne, kabûseke zindî ye. Civaka Êzidî bawer nake ku dewleta Iraqê an jî hêzên navdewletî karibin ewlehiya wan li hemberî van mêvanên nexwestî biparêzin, tenê baweriya wan bi zarokên wan ên ku di sala 2014’an xwe ji xweliya xwe dabûn avakirin tê.

Iraq di bin ezmûneke dijwar de ye. Ji aliyekî ve zextên navdewletî ji bo girtina kampên li Sûriyê hene, ji aliyê din ve jî rastiya civakî ya Iraqê ya ku hîn birîndar e heye. Bicihkirina van kesan li derdora Mûsilê, ne tenê pirsgirêkeke ewlehiyê ye, di heman demê de birîndarkirina wijdanê mirovahiyê û bi taybetî yê civaka Êzidî ye.

Dîrok nîşanî me daye ku heta tova nefretê bi temamî neyê hişkkirin, her baranek dikare wê careke din şîn bike. Mûsil û Şengal, îro li benda parastineke rastîn in, ne lîstikên siyasî ne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dr. Veysî Ulgen: Berî ku pir dereng bibe divê korîdorek mirovî were vekirin!
Nûçeya Pişt re Ji dermansazekî Kobanê banga lezgîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ destpê kir

‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya ku wê ji Amedê heta Enqereyê were kirin, li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên ku ji derve re berhev kirine êrîş dike

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe yên ji Ozbekistan, Tirkistan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê gorek hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê banga naskirina Statuya Taybet a Şengalê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?