Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di meha Çileyê de li herêmên hikumeta demkî zarokek, 11 jin û 12 mêr hatine kuştin.
Der barê sûcan, SOHR’ê diyar kir ku êriş bi mebesta diziyê, nakokiyên malbatî û sûcên din ku sedemên wan nehatin zanîn, hatine kirin.
SOHR’ê da zanîn ku van sûcan li Hums, Hema, Şam, gundewarên Şamê, Heleb, Dêrazor, Dera û Siwêdayê rû daye.

