Duşem, 4 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir: Dewlet çareseriyê li demê belav dike û kevneşopiya rizandinê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Onder li ser gora xwe hate bîranîn: ‘Aştî wê teqez were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanan bang kirin: Hempîşeyên me berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Ciwanan: Azadiya Abdullah Ocalan navenda xeta me ya têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn: Em ê mîrateya şehîdan bi felsefeya ‘Yek hirqe û yek loqma’ bidomînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide
Rojane

Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

Fîlozof Michael Lowy, helwesta Rojavayî ya li hember êrîşên li ser Rojava wekî xiyanetê bi nav kir, hişyarî da ku ev siyaset ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo ewlehiya Ewropayê jî wê encamên giran derxe holê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bertekên navneteweyî yên li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê yên ku ji hêla dewleta Tirkiyê ve têne piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Sosyolog û fîlozofê Fransî Michael Lowy ê ku bi xebatên xwe yên li ser tevgerên civakî yên hemdem li cîhanê tê nasîn, li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘HIKÛMETA SÛRIYEYÊ POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ DIMEŞÎNE’

Lowy diyar kir ku armanca sereke ya li pişt êrîşên li ser Rojava tasfiyekirina modela demokratîk a li herêmê hatiye avakirin e û destnîşan kir ku hêza rastîn a li pişt van êrîşan Tirkiye ye û got: “Ev êrîş bi polîtîkayên hikûmeta heyî ya Sûriyeyê ya ferzkirina hêzek navendî û otorîter li dijî kêmneteweyên etnîkî, olî û çandî yên cûda yên li Sûriyeyê re têkildar e. Zextên dewleta Tirkiyeyê, ango hikûmeta Tirkdi vê êrîşê de jî heye.

Hikûmeta Tirk demek pir dirêj e, çi li Tirkiyeyê, çi li Sûriyeyê, çi li deverek din bi dijminatî nêzîkî tevgera Kurd dibe. Demek dirêj e ji bo ezmûna Kurd li Sûriyeyê bi her awayî têk bibe û ezmîna xweseriyê li Rojava bi dawî bike  zextê li hevalbendên xwe yên di hikûmeta Sûriyeyê de dike.

Li gorî min ji aliyekî ve polîtîkaya navendî ya hikûmeta Sûriyeyê û ji aliyê din ve armanca Tirkiyeyê ya bidawîkirina ezmûna xweseriya Kurd a li Rojava, bandora sereke ya li pişt van êrîşan e.”

‘ROJAVAYÎ XIYANET LI KURDAN KIR’

Lowy helwesta Rojavayî ya li hemberî êrîşên li ser Rojava wekî “xiyanetê” bi nav kir û wiha domand: “Welatên rojavayî, bi gotineke din emperyalîstên rojavayî – Ewropa û DYE – ji bo gefa DAÎŞ’ê ji holê rakin ji hêza Kurdan sûd wergirtin. Lê îro wekî ku ev gefa ku berdewam dike ji bîr kiribe tevdigerin an jî difikirin ku tifaqa bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bes e, Kurdan tenê dihêlin.

Ev polîtîkaya hêzên mezin e. Tu carî eleqeyek jidil nîşanî berjewendiyên gelê Kurd, xweseriya Kurdan an jî ezmûna Rojavan nedan; Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de kirin amûr. Niha jî wan terk dikin.

Ji bo çareseriya siyasî çend gotinan dibêjin, lê tiştek şênber tuneye. Ji ber vê yekê, ne ecêb e. Mixabin, îro Kurd baweriya xwe bi piştgiriya diyasporaya Kurd û hêzên çepgir ên navneteweyî tenê tînin. Lê ev hevgirtin jî hîn jî têrê nake.”

‘PEYMAN QURFBAR E, XETERE BERDEWAM E’

Lowy peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya li Şamê de nirxand û anî ziman ku ev peyman pir qurfbar e û got: “Helbet ji berdewamkirina şer çêtir e, lê ev peymanek pir qurfbar e. Tu misoggeriya wê tuneye ku hikûmeta Sûriyeyê di çend hefteyên pêş de di bin zexta Erdogan de êrîşên li dijî Kurdan ji nû ve dest pê neke.

Her wiha tu misogeriya vê peyman tuneye ku di asta herîm kêm de ji gelê Kurd li Sûriyeyê re xweseriyê bîne. Ji ber vê yekê, tenê misogeriya ku Kurd li Sûriyeyê dikarin xweseriya xwe, mafê xwerêveberiyê û kapasîteya xwe ya rêxistinkirinê biparêzin, hebûna hêzên wan ên çekdarî, yanî Hêzên Sûriya Demokratîk e. Bêçekkirina wan wê bibe destpêka dawiya hebûna xweser a Kurdên li Sûriyeyê.”

‘TUNEKIRINA ROJAVA WÊ BIBE TRAJEDÎ’

Lowy bal kişand ser pêwîstiya parastina ezmûna Rojava û got, “Hefteyên û mehên pêş de wê nîşanî me bidin ka modela Rojava dikare were parastin an na. Ger ev ezmûn bi dawî bibe, ew ê bibe trajediyek. Ji ber ku Rojava, tevî hemû pirsgirêk, sînorkirin û nakokiyên xwe, di warê demokrasiya rastîn û rizgariya jinan de yek ji ezmûnên herî pêşketî yên cîhanê ye.

Ji bo her kesê ku ji bo sosyalîzm, mafên jinan û ekolojiyê têdikoşe, ezmûnek îlhamê bû. Ji ber vê yekê, hilweşandina wê ya tevahî wê windahiyek mezin be.”

‘EWROPA WÊ BERDÊLA KORBÛNA DEMKÎ BIDE’

Lowy diyar kir ku tasfiyekirina Rojava wê gefek mezin li ser ewlehiya Ewropayê çêbike û bi bîr xist ku bi hezaran DAÎŞ’î li Rojava têne girtin wiha domand: “Helbet ev ji bo Ewropayê jî xeterek mezin e. Terikandina Rojava ji hêla Ewropayê ve xeletiyek pir cidî ye. Ez bawer dikim ku di pêşerojê de, ew ê ji vê nêzîkatiya demkurt û teng dîtin – ango destên xwe jê bişon û tenê bi çend gotinên dîplomatîk piştgirî didin mafên Kurdan, ji bo parastina xweseriyê neavêtina gavên berbiçav- wê poşman bibin.”

‘ERDOGAN TU CARÎ BI DILSOZÎ NÊZÎKÎ PÊVAJOYÊ NEBÛ’

Lowy behsa pêvajoya li Tirkiyeyê ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kir û got ku hikûmeta Erdogan tu carî bi dilsozî nêzî vê pêvajoyê nebû.

Lowy wiha berdewam kir: “Êrîşên li ser Rojava nîşana vê yekê ne. PKK razî bû ku çek deyne, lê Erdogan niyeteke herî piçûk jî nîşan neda. Girtiyên Kurd hîn jî di girtîgehê de ne. Serokên partiya qanûnî ya Kurd di girtîgehê de ne. Şaredarên Kurd ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Tevî ku tevgera Kurd gav avêtine jî, lê ji hikûmeta Tirkiyeyê tu gavên beramberî vê nehatine avêtin.

‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ZEXTA SIYASÎ BIKE’

Di dawiyê de Lowy bang li civaka navneteweyî jî kir û diyar kir ku nêzîkatiyeke ne leşkerî, siyasî pêwîst e: Divê civaka navneteweyî bi awayekî siyasî piştgiriyê bide mafên Kurdên li Sûriyeyê û mafê xweseriya Rojava; divê zextên siyasî, dîplomatîk û heke pêwîst be yên aborî li ser hikûmetên Tirkiyeyê û Sûriyeyê bike. Ez behsa destwerdana leşkerî nakim, lê divê herî kêm rêz nîşanî mafê xweseriya Kurdên li Rojava  bigirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn
Nûçeya Pişt re Şehîd Ehmed Kerkukî sembola berxwedana netewî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qurbaniyên Komkujiya 9’ê Hezîranê hatin bibîranîn

Koma Nasnameya Kurdistanê qurbaniyên Komkujiya 9'ê Hezîrana 1963’yan bi bîr anî û xwest Komkujiya 9'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA: Em ê biryarên faşîzmê qebûl nekin

FEDA'yê têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk di Doza Kobanê de biryara…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê qemyonek îmha kirin

Milîsên Şoreş Semsûr ên HBDH'ê ragihandin ku ji bo 'Bîranîna şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê'…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bayindir: Dewlet çareseriyê li demê belav dike û kevneşopiya rizandinê dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rêjeya nepejirandina Trump gihîşt asta rekorê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?