Di demekê de ku hewildanên bêstatukirina Rojava û êrîşên îmhakirinê yên li ser gelê Kurd berdewam dikin, mijarên nîqaşê yên pir cuda jî tên rojevê. Ev nîqaş, bi taybetî bi rêya medyaya dîjîtal dibin sedema tevliheviyeke mezin a hiş, nezelalî û bi rêya operasyonên têgihîştinê dibin sedema şûlîbûnên hişmendiyê. Tê fêmkirin ku êrîşên diqewimin ne tenê êrîşên leşkerî û siyasî ne; her wiha bi qasî wan, nexasim bi awayekî xetertir, êrîşên îdeolojîk in. Eşkere ye ku ev êrîşên îdeolojîk ji navendên diyarkirî tên birêvebirin û bi rêbazên şerê taybet tên belavkirin.
Helbet pêdivî bi ders derxistina ji bûyeran, nirxandinên rexneyî û rexnedayinên berfireh heye û wê çêbibin jî. Lê belê, veguherandina vê rewşê bo fersendekê û bi afirandina berovajîkirinên îdeolojîk û ramanî ve reşkirina bingehên me yên ramanî û paradîgmayî, an jî hewildana biçûkxistin û rol dizîn, rewşeke cuda ye. Xirabiya herî mezin a ku li gelekî bê kirin; ji holê rakirina bingehên felsefî û ramanî, berovajîkirinên hişmendiya siyasî û veguherandina wî gelî bo kirdeyên apolîtîk e. Civakên ku rastî qirkirina ramanî û zihnî tên, nikarin ji bo kirdeyên armancên siyasî yên hêzên serdest rizgar bibin.
Destkeftiya herî girîng a pêvajoya ku li Rojava bi êrîşên li ser Helebê re destpê kir, rabûna ser piyan a topyekûn a gelê me û xwedîderketina li berxwedana Rojava ye. Di nav gelê Kurd de hişmendiyeke mezin a netewî û ruhekî netewî di çarçoveya çalakiyên xwedîderketina li Rojava de derketiye holê. Ev rewş ji bo gelê Kurd destkeftiyeke mezin û keda dîrokî ye. Bûyerên ku îro diqewimin, çawa ku li ser keda raboriyê pêş dikevin, wê mîraseke mezin û girîng jî ji bo pêşerojê bihêlin. Divê mirov wate û nirxa vê bizanibe. Ev ruh û hişmendiya hevpar, di dirûşma “Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e” de bûye yek û gelê me ev yek li qadên çalakiyan qîriya ne. Helbet divê mirov piştgirîya dostên me yên ji gelên din, kesên alîgirê azadî û demokrasiyê jî ji bîr neke. Bi hezaran jin û ciwanên ji her netewî, li ser bingeha piştgiriya enternasyonalist herikîne kolan û qadên çalakiyan û gelê Kurd bi tenê nehiştine.
Xwedîderketina li vê hişyariya netewî, ruh û hişmendiya yekitiyê, wekî ku berpirsiyariyeke netewî ye, her wiha berpirsiyariyeke demokratîk e jî. Lê belê, bi taybetî guhertina eniya eşîrên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbasbûna wan a aliyê hikûmeta Şamê, dibe sedema derketina nerîn û bertekên cuda. Ev helwesta hevkar û xiyanetkar a van eşîran; rawestana wan a bêrêgêz a ku ji hêzê re dihewin û xisleta wan a talanker, nabe ku nêzîkatiya me ya li hemberî gelan biguherîne an diyar bike. Di pêvajoya şoreşê de neafirandina veguherîneke têrker di nav gelê Ereb de, bixwe mijareke kêmasî û rexnedayinê ye. Lê belê, bi nêrîna li vê rewşê, gotina ku paradîgmaya neteweya demokratîk û biratiya gelan şaş e, an berovajîkirineke hişmendî ye an jî encama xapandin û bandora hinek navendan e.
Hêzên komploger ên navnetewî û hevkarên wan ên herêmî, di afirandina têgihîştinê de û di serûberkirina rastiyan de pispor in. Bi rûbirûkirina Kurd û Ereban re hewl didin ku paradîgmaya neteweya demokratîk reş bikin û ji çav bixin. Di serî de dewleta Tirk, bi salan e ji bo dijberî û şerekî di navbera Kurd û Ereban de derbikeve xebitiye û hîn jî di vê hewldanê de ye. Hêzên serdest her tim bi afirandina nakokiyên navxweyî û bi parçekirina civakê, xwestine pergala xwe ya desthilatdar mayinde bikin. Hêzên hegemonîk ên cîhanê û dewletên mêtinger ên herêmê jî, olperestî, mezhebperestî û neteweperestiyê her tim zindî dihêlin; bi vî rengî civakê berdidin hev, qels dikin û neçarî xwe dikin. Rêber Apo ji vê re dibêje polîtîkaya “bi kûçikan kûçikan didin qirkirin” an jî “bi kûçikê re dibêjin bigre, ji keroşkê dibêjin bireve.”
Parastina paradîgmaya neteweya demokratîk û li ser vê bingehê parastina wekhevî û xwîşk û biratiya gelan, ji bo me pîvaneke exlaqî û rêhêzeke bingehîn e. Em di her qada civakê de wekhevî û azadiyê diparêzin. Di navbera jin û mêr de wekhevî, di navbera ol û baweriyan de wekhevî, di navbera ziman û çandan de wekhevî û wekî berdewamiya van nirxan, em di navbera gelan de wekheviyê dixwazin. Ma nêrîneke ji vê adiltir, watedartir û bi exlaqê civakî dagirtî heye? Ma îxaneta hin eşîrên Ereban û guhertina aliyê wan, dikare me ji van rêgêzan vegerîne? Vegerîna ji van rêgêzan, tê wateya înkarkirina xwe. Tê wateya ketina bin bandora neteweperestiyê. Tê wateya mîna wan kesên ku ev komkujî û êş afirandine bûn. Dest jê berdana nirxên mirovahiyê û ketina nava pêşbaziya desthilatdarî û neteweperestiyê ye.
Sedsal jî derbas bibe, li Rojhilata Navîn ku baxçeyê gelan e, ji bilî paradîgmaya neteweya demokratîk tu çareserî nîne. اsrar kirina di olperestî, mezhebperestî û neteweperestiyê de; tê wateya komkujiyên zêdetir, wêranî û bêçareseriyên kûrtir. Nimûneya herî berbiçav a vê yekê, şerê Îsraîl-Filistînê yê li ser bingeha olperestî û neteweperestiyê ye ku encama wê Xezeye. Rêber Apo bal kişandibû ku li Rojhilata Navîn bi dehan “Xeze” dikarin rû bidin.
Ewrûpa, sê sedsalan bû qada şerên li ser bingeha mezhebperestî û neteweperestiyê. Di Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de bi mîlyonan mirov jiyana xwe ji dest dan. Yên ku ji şer bi serketî derketin jî mîna “serkeftina Pîrûs” perîşan bûn. Fikir û ramanên Yekîtiya Ewrûpayê di encama van tecrûbeyên dîrokî de derketin holê. Her çend di teşeya pergala dewletan de be jî, di feraseta hevnasînê de bûn yek. Li Rojhilata Navîn jî ji bilî wekheviyê û naskirina hevdu, tu modeleke çareseriyê ya rasteqîn nîne. Fikra neteweya demokratîk vê modela çareseriyê esas digire. Em neçar nîn in ku ezmûna bixwîn a Ewrûpayê dubare bikin.
Olperestî, mezhebperestî û neteweperestî, her tim dijberiyan diafirînin. Van aliyên dijber li ser bingeha hêz û desthilatdariyê bi hev didin şer kirin. Bêguman koka girtina ramana neteweya demokratîk di nav gelan de ne hêsan e û dem dixwaze. Ji ber ku hêzên serdest gelan bi jehra olperestî, mezhebperestî û neteweperestiyê jehrî kirine; ew li hemberî hev sor kirine û pêşdaraz avakirine. Derbaskirina van feraset û pêşdarazan jî hewldan, ked û têkoşîneke mezin dixwaze.
Mijareke din a ku bi zanebûn tê berevajîkirin, rûbirûkirina neteweya demokratîk û yekitiya netewî ye. Wisa nîşan didin ku qey ev her du li dijî hev in û divê mirov yekî hilbijêre. Fikra neteweya demokratîk tu carî yekitiya netewî red nake. Berovajî vê, hişmendî û yekitiya netewî çiqas xurt be, têkiliyên bi gelên din re jî dê ewqas wekhev û saxlem bin. Kesî bi qasî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo yekitiya netewî hewldanên fikrî û polîtîk nîşan nedaye. Îro jî mezin kirina vê hewldanê berpirsiyariya me hemûyan e. Pêşxistina yekitiya netewî ya Kurd, daxwaz û parçeyekî jêneveger ê fikra neteweya demokratîk e.
Kî dibe bila bibe, kî li dijî nirxên azadî û wekheviyê tevbigere, kî desthilatdar, hevkar an jî xayîn be, li hemberî wî sekinîn û têkoşîn erkê xweparastinê ye. Kes behsa biratiya bi çeteyan, DAÎŞ, HTŞ û eşîrên xayîn re nake. Lê belê di şexsê van de dîtina tevahiya gelê Ereb xelet e. Divê em ji bîr nekin ku bi hezaran şehîdên me yên Ereb hene; hevalên me, dostên me û cîranên me hene. Em behsa xwîşk û biratiya mirovên azadîxwaz, exlaqî û demokratîk ên ji her gelî dikin.
Wekî encam; di van şert û mercên ku yekitiya neteweyî, hişmendî û ruhê neteweyî di nav gelê me de evqas derketiye pêş, em bawer dikin ku tenê propaganda têrê nake. Veguherandina yekitiya netewî ji bo pergaleke rêxistinî û vîna saziyî, berpirsiyariya hemû hêzên Kurdî ye. Gel, daxwaza xwe ya yekitiyê bi dengekî bilind û bi çalakiyan nîşan daye. Di dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin de, ne diyar e ku gelê Kurd dê di pergala nû de çawa cih bigire. Xetereyên wekî Sykes-Picot û Lozanên nû hene.
Gef û xeterî mezin in. Lê di pergala nû de bi destkeftiyên mezin cihgirtin jî pekan e. Yekitiya netewî ya Kurd çiqas zû û xurt ava bibe, ewqas dê ji bo pûçkirina xeteriyan û bikaranîna derfetan bibe hêsankar.

