Çeteyên bi çek bi ser mala Ehmed Ebdulqadir ê bi navê Ebû Kîfah tê naskirin ê ji bajarê Telbîsê yê gundewarê Humsê de girt, bi alavekî tûj li ser wî da, kişandin derve û bi dar ve kirin.
Hate ragihandin ku êrişkaran piştî welatî qetil kir, tiştên malê dizîn û revîn.
Sûcên wiha li herêmên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bêyî sûcdar werin cezakirin, hesab jê werin xwestin didomin.

