Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bi hikumeta Şamê re peymanek hatiye îmzekirin ku entegrasyona qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî dihewîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peymana navborî ji bilî pêkhateyên leşkerî yên li qadê, mekanîzmayên rêveberiya herêmî jî di nav de digire û pêvajo dê bi awayekî qonax bi qonax û li ser bingeha lihevkirina dualî bi rêve biçe. Tê şîrovekirin ku ev peyman dikare di nav aloziya siyasî û leşkerî ya demdirêj a li Sûriyeyê de deriyê serdemeke nû vebike.
Siyasetmedar Alî Heyder Elyakut, geşedanên dawî yên li Rojavayê, destkeftiyên gelê Kurd û pêvajoya siyasî û civakî ya piştî van destkeftiyan ji ANF’ê re nirxand.
ARMANCA BINGEHÎN A ÊRÎŞAN DESTKEFTIYÊN KURDAN E
Elyakut diyar kir ku li Rojava bi piştgiriya hêzên navnetewî li dijî destkeftiyên Kurdan êrîşeke giran heye û wiha got: “Bi rastî gava em li geşedana vê pêvajoya şer dinêrin; em zelaltir dibînin ku ev êrîş bi çi armancê têne kirin, çi hedef digirin û kîjan dînamîk di nav vê pêvajoyê de ne. Di destpêkê de hinek xal di tariyê de mabûn, lê belê ligel pêvajoya şer, xala ku şer gihîştiye lê, peymana ku hatî çêkirin û ji wê jî wêdetir, nêzîkatiya hêzên navnetewî ya li hemberî vê pêvajoyê, êdî wêneyek derxist pêşberî me. Em êdî van êrîşan hinekî zelaltir dibînin û dikarin bi rengekî rast binirxînin. Beriya her tiştî divê mirov vê bibêje; divê em vê êrîşê tenê wekî êrîşeke demkî ya ku ji bo armancên rojane pêk hatiye nebinînin. Ev êrîş, ji aliyê Rêberiya Gelê Kurd ve wekî ‘êrîşa 15’ê Sibatê’ jî hat nirxandin. Bi rastî ev tespîteke pir di cih de û rast e.
Divê em binirxînin ka di kîjan mijaran de pêwendiya vê bi pêvajoya 15’ê Sibatê re heye. Di 15’ê Sibatê de hebûna Kurdan bi giştî hatibû hedefgirtin. Gava em li geşedanên navnetewî û hevsengiyên herêmî yên wê demê dinêrin, Rojhilata Navîn a nû dihat şêwekiri wekî nû. Di vê Rojhilata Navîn a ku dihat şêwekirin de, hin hêzan re roleke çalak hatibû dayîn û biryar hatibû girtin ku ew tevger û rêbertiyên ku dikarin bibin asteng li pêşiya polîtîka û stratejiyên wan, werin tasfiye kirin.
Armanca bingehîn a komploya navneteweî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev bû. Piştî ku komplo li Kenyayê bi revandinê bi encam bû, li Rojhilata Navîn bi êrîşa li ser Iraqê re fîşeka destpêkirina pêvajoya ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hat teqandin û di wê cîhanê de cihê Kurdan tune bû. Di hin hevdîtinan de jî ev hat gotin; gava hêzên Kurd û hêzên navnetewî li ser hin mijaran li hev kirin û ji bo derbaskirina vê pêvajoyê gavan avêtin, bi eşkereyî hat gotin, ‘Di stratejiya me ya nû de cihê we tune ye, cihê Kurdan tune ye’. Kesê ku ev digot jî serokê herêmî yê CIA yê Rojhilata Navîn ê wê demê bû; digot ‘Kurd tune ne’. Bi wê komploya wê rojê re, tasfiyekirina rêbertiya Kurd û tevgera Kurd û afirandina rastiya Kurdekî bê statu hatibû armanc kirin û di hevsengiyên nû de cih nedihat dayîn ji Kurdan re. Lê bi şertekî; heger bikaribin Kurdekî wisa biafirînin ku bibe peykê wan û wekî serê qoç bi kar bînin, wê demê dê destûrê bidin hebûna wî. Lê belê bi eşkereyî gotin ku ew ê rê nedin jiyana tevgerên ku xwedî dîtineke cuda ya cîhanê ne û modeleke alternatîf a jiyanê pêşniyar dikin û komplo bi vî rengî ket meriyetê. Em pêvajoya 27 salên derbasbûyî jî dizanin; pêvajoyek e ku bi şerên mezin, pevçûn û operasyonên qirkirinê dagirtî ye.
Lê di vê pêvajoyê de geşedanên cuda jî çêbûn. Çi bûn ev geşedanên cuda? Li Iraqê pêkhateyeke Kurd ava bû. Her çend hinekî di bin kontrola wan de be jî, wan destûr da avabûna pêkhateyeke Kurd a ku li gorî şertên wan be. Lê belê di wê biryarê de bûn ku rê nedin Tevgera Azadiya Kurd a ku îdîaya wê ya azadiyê heye û li pey modelên cuda yên jiyanê ye, li vê erdnîgariyê bijî. Û divê neyê jibîrkirin ku aqilê wê demê û hêza birêvebir a komployê Îngilistan bû.”
PÊVAJOYEK JI NÛ VE DIZAYNKIRINÊ HAT DESTPÊKIRIN
Elyakut diyar kir ku ji aliyê hêzên hegemon ve li Rojhilata Navîn pêvajoyeke ji nû ve dizaynkirinê hatiye destpêkirin û wiha got: “Rastiya Rojhilata Navîn a ku di sedsala nû de hatibû afirandin dê bê guhertin û li gorî şert û mercên îro ber bi şêweyek nû yê Rojhilata Navîn ve diçin. Ev biryar hatiye girtin, teqez e. Pêşengiya vê yekê dîsa Îngilistan dike.”
Elyakut da zanîn ku Îngilistanê bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê 2’yemîn hêza xwe ya hegemonyaya cîhanê winda kiriye û Amerîka ketiye şûna wê, lê di polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn de xeta Îngilistanê ya du sed salî hîn jî di meriyetê de ye. Wî destnîşan kir ku bi geşedanên dawî re, di êrîşên li ser Rojava de rola Îngilistanê bi awayekî eşkere tê dîtin.
Elyakut anî ziman ku piştî HTŞ’ê di bin serokatiya Colanî de Şam bi dest xist, dest bi dîtina piştgiriya navnetewî kir; her wiha diyar kir ku bi komên Îslamî yên radîkal re ku heta duh wekî terorîst dihatin pênasekirin, îtifaq hatine avakirin û her cure piştgirî ji wan re tê dayîn. Wî destnîşan kir ku ev yek nîşaneya eşkere ya daxwaza ji nû ve dizaynkirina nexşeyên Rojhilata Navîn e.
DIVÊ TIRKIYE DEV JI NÊZÎKATIYA XWE YA DIJMINANE YA LI HEMBERÎ KURDAN BERDE
Elyakut bal kişand ser bêdengiya rayagiştî ya cîhanê ya piştî êrîşên li ser Rojava û bibîr xist ku gelê Kurd ev deh sal in tevî koalîsyona navnetewî li dijî gefa DAIŞ’ê şer dike û berdêlên giran daye. Wî diyar kir ku bêdengiya di qonaxa yekemîn de derketî holê, nîşaneya plana li ser Rojava ye.
Elyakut behsa pêvajoya muzakereyê ya li Tirkiyeyê jî kir û got ku divê dev ji dîtina Kurdan wekî dijmin bê berdan. Wî anî ziman ku parastina statuya Kurdên Rojava û birina pêvajoya muzakereyê ber bi qonaxeke nû ve, dê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkan zemînekî ewletir ê pêşerojê ava bike.
MODELA LI ROJAVA JI BO CÎHANÊ MODELEKE MÎNAK A RÊVEBIRINÊ YE
Elyakut diyar kir ku modela Kurdan li Rojava ava kiriye ji bo cîhanê dibe mînak û got ku ev pergala bi taybetî bi pêşengiya jinan hatî avakirin, li Rojhilata Navîn ezmûneke bêhempa pêşkêş dike. Wî bal kişand ku li dijî hemû êrîşan, bi taybetî li dijî DAIŞ’ê berxwedan hat nîşandan û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiyeke xweser û demokratîk hat avakirin.
KURD DI BIN METIRSIYA QIRKIRINÊ DE NE
Elyakut diyar kir ku li Rojava Kurd di bin metirsiya qirkirinê de ne û wiha axivî: “Divê mirov bizanibe ku ev peyman piştî pêleke giran a êrîş û zextan pêk hatiye. Hêzên navneteweyî çavên xwe li hemberî berdewamiya hebûna Kurdan a li herêmê girtin; piştgiriya HTŞ û komên radîkal ên wekî wê kirin û planeke Sûriyeyê ya ku Kurd tê de bêbandor hatine kirin, xistin meriyetê. Rojhilata Navîneke ku Kurdên azad tê de tune ne hat armanc kirin. Lê belê, destwerdana Birêz Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê û hewildanên dîplomatîk ên zêde, piştî êrîşan zemînek ava kir ku pirsgirêk ne bi çekan, bi rêya muzakere û demokratîk bê çareserkirin.
Di dema êrîşan de HTŞ û komên selefî yên radîkal, bangên teslîmiyetê li Kurdan kirin. Van bangan mafên destûrî û destkeftiyên demokratîk ên Kurdan bi temamî paşguh dikirin. Lê belê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan nîşan da. Ji Ewropa û herêmên cuda yên cîhanê piştgirî hat; Kurdan hem di sînorên xwe yên dîrokî de û hem jî li Rojava ji bo parastina hebûna xwe berxwedaneke bi hêz nîşan dan. Vê pêvajoyê hewcedariya Kurdan a bi yekîtiyê careke din da xuyakirin û ruhê netewî yê dîrokî xurt kir.
Îro Kurd li ser axa ku li Rojava bi dest xistine, hebûna xwe û avahiya xwe ya sazûmanî mîsoger kirine. Saziyên ku bi pêşengiya jinan hatine avakirin û destkeftiyên demokratîk têne parastin. Peyman nîşan dide ku Kurd dê bêparastin neyên hiştin û mafên wan ên demokratîk di bin mîsogeriyê de ne. Ev pêvajo di heman demê de beşdarî xurtkirina têgeha yekîtî û xwerêveberiya Kurdan dike û nîşan dide ku hebûna Kurdan a li Rojava gihîştiye asteke ku nayê nîqaşkirin.”
KURD GELÊ HERÎ DÎNAMÎK Ê ROJHILATA NAVÎN IN
Elyakut bal kişand ser girîngiya peymana ku di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û QSD’ê de hatî îmzekirin û got: “Kurd yek ji gelên herî dînamîk ên Rojhilata Navîn in. Hem di warê berxwedanê û hem jî di warê rêxistinbûnê de xwedî binesaziya îdeolojîk, ruhê netewî û feraseta stratejîk in; ji ber vê yekê ne gengaz e ku mirov bi hêsanî wan têk bibe an jî tasfiye bike. Ev peyman ji bo Kurdan destkeftiyeke girîng e. Hin derfetan li pêşiya me vedike. Mînak, saziyên ku bi pêşengiya jinên Kurd hatine avakirin û modelên wekî artêşbûna jinê dê di vê pêvajoyê de çawa cih bigirin, hîn ne zelal e.
Lê em dikarin vê bibêjin: Kurdan ev pêvajo bi armanca entegrasyonê da destpêkirin û peyman îmze kirin, lê pirsa krîtîk ev e ku dê entegrasyon çawa bibe. Di deqa peymanê de nîşan hene; ev dikare bibe destpêka pêvajoya Sûriyeyeke demokratîk. Divê hebûna Kurdan bê mîsogerkirin, xweparastina wan li ser bingehên saxlem bê rûniştandin û bê dabînkirin ku destkeftiyên wan bigihîjin asteke ku nayê nîqaşkirin. Dema ku mîsogeriya destûrî û qanûnî bê dabînkirin, Kurd wekî gelê herî dînamîk ê Sûriye û Rojhilata Navîn, dê bibin pêşengên jiyana nû û hêza guherînê ya herêmê.
Rejîma Sûriyeyê ya îro, yanî ‘Komara Ereb a Sûriyeyê’, xwedî pêkhateyeke hêzên selefî yên radîkal û tevliheviyeke neteweperest-olî ye; ji ber vê yekê ne gengaz e ku Kurd rasterast di nav vê avahiyê de bê entegre kirin. Lê eger Kurd bi hêza xwe ya cewherî tevbigerin, rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi awayekî çalak ava bikin, dikarin wekî aktorên sereke yên ku pêşeroja Sûriyeyê têşe didin cih bigirin. Ev tenê bi xurtkirina mekanîzmayên xwerêveberiyê yên navxweyî pêkan e. Xweseriya demokratîk a ku Kurdan ava kiriye, dê di avakirina Sûriyeyeke ku jiyana hevpar bi gelên din re hatiye mîsogerkirin de roleke diyarker bileyize.”
JI WELATÊN GARANTOR RE BERPIRSYARIYÊN MEZIN DIKEVIN
Elyakut destnîşan kir ku di pêkanîna peymanê de berpirsyariyên mezin dikevin ser milê welatên garantor û got: “Amerîka û Fransa ragihandin ku dikarin bibin garantorên vê peymanê û ji aliyê dîplomatîk ve ev gaveke erênî ye. Pêdivî ye ku Kurd têkiliyên xwe bi her kesî re xurt bikin û bi rêyên demokratîk mafên xwe mîsoger bikin. Kurd piştî zêdetirî 50 salan şer û windahiyan, gelekî wisa ne ku parastina mafên xwe bi rêyên aştiyane tercîh dikin. Her çend ev pêvajo bi zehmetiyan tije be jî, Kurd her tim hilbijartina riya aştiyê kirine.
Bêguman guman û fikar jî hene; ev tiştekî xwezayî ye. Lê belê li Rojhilata Navîn cara yekem e ku Kurdan di qada dîplomatîk de valahiyeke wisa dîtine û divê vê yekê bi awayekî çalak bi kar bînin. Avakirina têkiliyan bi welatên wekî Amerîka, Îngilistan, Fransa û Îsraîlê re girîng e; mîsogeriya wan gaveke erênî ye. Lê belê li Rojhilata Navîn her hêza ku hêza xwe sazûmanî bike û hebûna xwe mîsoger bike serdikeve. Ji ber vê yekê, spartina Kurdan bi hêza xwe ya cewherî esasê bingehîn e û ji bo parastina mafên wan, meşandina têkiliyên navnetewî di vê çarçoveyê de ferz e.”

