Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Komploya navneteweyî li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin
Kurdistan

Komploya navneteweyî li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li hember Rêber Apo hate kirin, di salvegera 27'emîn de li wargeha Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 27’emîn salvegera Komploya Navbetewî ya ku li dijî Rêber Apo pêk hatî, bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Bi hezaran kes ji şêniyên wargeha Mexmûrê li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin. Gel di meşê de bênavber dirûşmeya, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kir. Gelê wargehê bi alên KCK’ê, wêneyên Rêber Apo meşa xwe heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand. Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya wargehê bidawî bû.

Girseya ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kombû, di şexsê Şehîdên Komploya Navnetewî de ji bo tevahî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştî rêz girtînê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve daxuyanî hate dayîn.

Fîlîz Budak di axaftina xwe de şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha axivî: “Di kesayeta Şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de em hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin. 27 sal berî niha seranserê welat bi dehan ciwanên Kurd bedena xwe li dora Rêber Apo kirin xeleka ji agir. Li kolanên Ewrûpa û hemû Kurdistanê ciwanan qîr dikirin û digotin ‘Bê Serok Jiyan Nabe û Li Welatê Me Yek Roj Heye.’ Ciwanên Kurd di bin vê dirûşmeyê de canê xwe feda kirin û komploya navnetewî vala derxistin. Em saya wan gihîştin vê rojê. Di encama têkoşîna gelê Kurd de gelê Kurd, jin û ciwan serketin. Em ji bo xwe gihandina vê rojê mînetdarî wan ciwanan in.”

Budak bal kişand ser armanca Komploya Navnetewî jî û axaftina xwe de wiha domand: “Hêzên komploger li ser têkbirina Têkoşîna Azadiya gelê Kurd li hev kirin û di sala 1998’an de vê komployê dan destpê kirin. Rêber Apo û gelê Kurd li pêşiya ji nû ve dizanynkirina Rojhilata Navîn wek astengkek didîtin û ji ber vê li dijî Rêbertiya me vê komployê pêk anîn. Ev berdewamê Lozan û Sykes Pîcotê ye. Bi van kiryarên xwe û ji ber ku her carê Rêberên Kurdan bi sêdarê kirine encam girtibûn, wisa fikirîn ku wê bi dîlgirtina Rêber Apo jî têkoşîna gelê Kurd bidawî bikin. Lê ya ku nedîtîn bû Rêber Apo felsefe bû û ji 7 heta 70 salî hemû gelê Kurd wek Rêberê xwe didît û xwedî derdiket. Di encama vê têkoşînê de komplo vale derket. Rêber Apo tenê bi awayek fîzîkî dîl girtî ma, lê bi awayek felsefîk û fikrî azade. Lewra jî ev komplo vala derket. Armanca vê komployê Kurdistan sed sal din jî mêtîngeh kirin bû.”

Fîlîz Budak di axavtina xwe de bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û wiha got: “Rêber Apo ligel êrişan tu carî ji têkoşîna xwe tawîz neda. Got di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e. Em bi Rêber Apo û paradigmaya wî de mirovbûnê de israr dikin. Em netew-dewletê datînin aliyekî û pirengiya civakê esas digirin. Îro komploya navnetewî bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Bi van êrişan re êrişî fikir û felsefeya Rêber Apo kirin. Di encama têkoşîna 27 salan a Rêber Apo de derket holê ku kes nikare gelê Kurd di şer de nikare têk bibe. Hêzên navnetewî xwestin bi êrişên Rojava re têkoşîn û destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Lê gelê Kurd bi yekitiya netewî bersiva êrişan dan û dubare komplo vala derxistin. Êrişên kul i Rojava tê kirin, êrişên li ser Rêber Apo ne.”

Fîlîz Budak bang li gelê Kurd kir ku yekitiya neteweyî pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala serkeftina gelê Kurd. Lewre gelê Kurd ber bi kongreya netewî ve diçe. Di tevahî Kurdistanê de yekîtiya gelê Kurd derketiye. Hemû cîhan bibe yek jî û ser me were jî em ê bi hev re berxwe bidin û serkevin. Ya girîng avakirina civaka demokratîke. Rêber Apo divê sedsalê de bi hezaran dost ji me re çêkirin. Bi rojan li tevahî cihanê xwedî derketina gelên cihanê ya Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd nîşaneya vê yeke ye. Ji ber vê em dibêjin tu her bijî Rêberê me ku nav gel de dijî. Bimre hêzên komploger.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê: Divê Rêber Apo azad bibe
Nûçeya Pişt re Reuters: Artêşa DYE’yê xwe ji bo operasyoneke demdirêj a li dijî Îranê amade dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kiran ê ku agahî jê nedihat girtin mirî hat dîtin

Sabrî Kiran ê ji Nisêbinê agahî jê nedihat girtin, li sînorê Qamişloyê mirî hat dîtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rûken Ehmed: Li gel tevlîbûna jinan wê Sûriye bi pêş bikeve

Ji Rêveberiya Bajarê Kobanê Rûken Ehmed anî ziman ku jin divê teqez di nava artêşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Moskowê 77’emîn Rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin

Li paytexta Rûsya Moskowê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?