Şemî, 23 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna derbarê Kongreya CHP’ê de 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di gavên herî bingehîn de jî pêvajo giran dimeşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê wê roja Yekşemê bi Rêber Apo re hevdîtin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran li dijî biryara bêhukmiya teqez protesto

    Ji aliyê Stêrk TV

    YSK’ê îtîraza CHP’ê red kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Komîn vegera li cewhera xwe ye, em ê komînên xwe ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dîroka jinên Kurd de mînakên xweparastinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber pirtûka Rêber Apo salek ceza li girtiyekê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinê: Bi Abdullah Ocalan re muzakereya wekhev, bila TMK bê rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê dayikekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe
Rojane

Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan rê û rêbazên entegrasyona demokratîk vegot û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo Kurdan jî yekîtiya neteweyî nebe nabe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Piştî ku Komîsyona Meclîsê rapora xwe eşkere kir, nîqaş û bendewariyên li ser pêvajoyê jinûve zêde bûn. Peyama Rêber Apo ku li navenda pêvajoyê ye, têkildarî rapora komîsyonê hate parvekirin. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re detayên hevdîtina dawî ıya li Îmraliyê û gavên gengaz ên ji niha û pê ve nirxand.

‘BI MORAL E Û BALA XWE LI SER PÊVAJOYÊ YE’

Pervîn Bûldan diyar kir ku di hevdîtina dawî de Rêber Apo bi moral, xwedî tenduristiyeke baş û ji bo pêşvebirina pêvajoyê motîve bû. Bûldan diyar kir ku di hevdîtina sê saet û nîvan de Rêber Apo rojeva xwe bi rengê pêşnûmeyê bi heyetê re parve kir û weke her carê bi rengekî amadebûyî tevlî civînê bû.

PEYAMÊN TAYBET JI GIRTIYAN Û HIN KESAYETAN RE ŞAND

Pervîn Bûldan anî ziman ku Rêber Apo rewşa girtiyan pirsî û bi taybetî silav ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê re şand. Her wiha ji Îsmaîl Beşîkçî re peyameke taybet û ji malbata Selîm Sadak re jî peyama sersaxiyê şand.

DI MERCÊN ÎMRALIYÊ DE GUHERTIN NÎNE

Li gel bendewariyên raya giştî yên ji bo başkirina mercên muzakereyê yên Rêber Apo, Pervîn Bûldan diyar kir ku hîn guhertineke şênber nîne û got, “Zehmet e ku mirov bibêje başbûnek di mercan de heye. Ji xwe ji bilî me kes nikare biçe û hevdîtinê bike. Heyeta Îmraliyê mehê carekê hevdîtinê dike. Lİ gel vê yekê dem bi dem malbata wî, carna jî parêzer diçin. Lê belê divê ev zêde bibin, ku vê yekê hem ew dibêje, hem jî em dibêjin.”

‘ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK’ WÊ ÇAWA PÊK WERE?

Li gorî gotinên Pervîn Bûldan, Rêber Apo pêvajoyê bi du qonaxan dinirxîne.

“Birêz Ocalan dema dibêje entegrasyona demokratîk qala yekbûneke klasîk nake. Têkildarî pêvajoyê ku bi rengê du qonaxan pênase dike, got; me qonaxa destpêkê qedand, temam kir. Yanî şer qediya, çek bi rengekî sembolîk jî be hate danîn. Birêz Ocalan diyar kir ku bi sererastkirina qanûnî re entegrasyoneke demokratîk divê bikeve meriyetê. Ev yek ne yekbûneke klasîk e. Dema qala entegrasyonê kir, destnîşan kir ku entegrasyon divê welê be ku mafên hev garantî dike. Di vir de bêguman mebest di serî de meseleya zimanê dayikê ya gelê Kurd, gelek mijar e. Anî ziman ku têkildarî van hemû mijaran pêwîstî bi garantiyê heye. Destnîşan kir ku divê nêzîkatiyeke welê bê nîşandan ku mafê gelê Kurd, hiqûqa gelê Kurd, nasname, ziman, çanda gelê Kurd diparêze. Entegrasyon tenê bi vî rengî dibe.”

Pervîn Bûldan diyar kir ku rapora Komîsyona Meclîsê ‘hêja ye” lê wan şerh danîn ser du beşan.

Pervîn Bûldan bal kişand ser tabloya piştevaniyê ya piştî êrişên li ser Rojava derkete holê û destnîşan kir ku vê yekê ruhê yekîtiya neteweyî xurt kiriye.

Pervîn Bûldan got, “Demeke dirêj e em bi nêzîkatiya Birêz Ocalan a li meseleya yekîtiya neteweyî zanin. Bi êrişên dawî yên li ser Rojava re careke din ruhê yekîtiya neteweyî hate afirandin. Li Ewropayê, li her devera cîhanê, li her cihê ku gelê Kurd lê ye ev nêzîkatî hate nîşandan. Bi taybetî yekîtiya li çar parçeyan dîrokî bû. Ruhê xwedîderketina li Rojava bû. Bi dîtina min di çareserkirina vê meseleyê ya li dora maseyê bi rêya muzakere û diyalogê berxwedana Kurdan bi bandor e. Birêz Ocalan di vê mijarê de xwedî hewldanên mezin e. Li Başûrê Kurdistanê nêzîkatiya Birêz Barzaniyan, Birêz Talabaniyan heye. Ev pir pir hêja ne. Em gelekî hêja dibînin, qîmeteke mezin dide wan hemûyan. Keda hemûyan, her kesî heye. Ev ruh hate afirandin û divê ev ruh êdî şênber bibe. Nêrîna Birêz Ocalan a li ser vê mijarê her tim zelal e. Yekîtiya Neteweyî êdî weke mijareke nebe nabe li pêşiya me ye. Ji niha û pê ve dibe ku bi rê û rêbazên cuda yên ragihandinê, bi muzakereyê û axaftinan divê ev yek bi cih bê anîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina warê xwe bi şahiyekê pîroz kir

Şêniyên Kantona Firatê salvegera 10'emîn û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Em rojbûna pîroz bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Gabarê nayê vemirandin

Şewata li çiyayê Gabarê yê Şirnexê nayê vemirandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di lêpirsîna derbarê Kongreya CHP’ê de 13 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Di gavên herî bingehîn de jî pêvajo giran dimeşe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?