Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin. Vê hefteyê jî çalakiya 1091’an hate lidarxistin.
Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz hate pirsîn ku beriya 31 salan piştî li Îzmîrê hate binçavkirin, êdî agahî jê nehat girtin.
Daxuyanî ji aliyê Masîde Ocak ve hate xwendin.

