Serokê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek belav kir.
Peyam wiha ye:
“Di roja zimanê dayikê de hemû xelkê Kurdistan, dilsozên nîştimana xwe û kesên ji bo zimanê xwe xebatkirine pîroz dikim.
Em bi zimanê xwe yê şîrîn Kurdî şanazin û sembola neteweya meye. Parastina ziman ya ku bav û kalên me ji me re hêlaye, erka meye.
Di vê rojê de, em tekez dikin ku parastin û pêşxistina zimanê dayîkê, berpirsyartiyeke hevbeş ya her kes û pêkhateya civaka me ye û em soz didin, di hemû waran de xebatê ji bo xurtkirina zimanê Kurdî bikin.”

