Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê bîranîna şehîdan a bi heybet: ‘Mase bi saya wan hate danîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînatorê Ma Musicê Şerko Kanîwar hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes seredana sersaxiya li Cizîrê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike
Jin

Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

Jinên Êzidî ku di fermana 2014’an de ji ber nebûna hêza paratina cewherî bedelên herî giran dane, ev peyam dan hikumeta Iraqê: ‘’YBŞ-YJŞ zarokên me ne û parastina me dikin. Em ê mil bidin milê hev û parastina xwe bikin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di pêvajoyek ku gef û metirsiyên li ser Şengalê zêde bûne de, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê bi taybet jî hewldana bê parastin hiştina civaka Êzidî, rastî bertek û helwestên tund ên civaka Êzidî tên. Bi taybet jinên Êzidî ku di fermana 2014’an de rastî êrîşên herî giran hatin, diyar dikin ku ew ê careke din rê nedin ku Şengal, civaka Êzidî û bi taybet jinên Êzidî bê parastin bimînin. Jinên Êzidî her wiha bang li hikumeta Iraqê dikin da ku hêzên parastina Şengalê yên weke YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê ji aliyê dewleta Iraqê ve bi fermî werin naskirin û Şengal li ser vê esasê were parastin.

‘EM XWE BÊ ÇEK Û BÊ PARASTIN NAHÊLIN’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo anî ziman ku di rewşa heyî de ku gefên mezin li ser Şengalê hene, ti kesekî zana û xwedî aqil xwe bêçek û bê parastin nahêle û wiha axivî: ‘’Eger îro çekên me ji me bigirin em ê xwe bi çi biparêzin? Em ê li Şengalê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê çawa parastina xwe bikin? Eger çekên me ji me bigirin wê axa me jî ji me bigirin, wê fermana 2014’an careke din bi serê me de bînin. Heya niha jî keç, jin û zarokên me di destê DAÎŞ’ê de ne.’’

‘EM Ê BI YBŞ’Ê RE MIL BI MIL PARASTINA XWE BIKIN’

Edûl Şemo di mijara xweparastinê de helwesta jinên Êzidî bi awayeke zelal anî ser ziman û got: ‘’Eger çavê me jî derkeve em çekên xwe teslîm nakin. Ji ber ku baweriya me bi ti kesî nayê. Zarokên me, YBŞ parastina me dikin. Em ê mil bidin milê hev û parastina xwe bikin. Em çawa ji artêşa Iraqê bawer bikin, di fermanê de parastina me nekirin. Ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku ti kes sîlehê xwe teslîm neke. Zarokên me ji fermanê bi xwe ve hatine, keç û xortên me ji fermanê bi xwe ve hatine, wê kê sîlehên xwe teslîmî artêşa Iraqê bike? Îro sîleh ji me bibin wê sibe cih û warê me ji me bibin û teslîmî dewleta Tirk bikin.’’

‘DIVÊ PARASTINA ÊZIDIYAN, JI HÊZÊN ÊZIDIYAN BE’

Endama Akademiya Jîneolojî ya Şengalê Besê Avesta jî bibîr xist ku beriya fermana 2014’an jî artêşa Iraqê çekên di destê gel de kom kirin û got: ‘’Dixwazin sala 2014’an li me nû bikin. Eger îro em sîlehên xwe bidin artêşa Iraqê, Êzidî wê di fermaneke nû re derbas bibin. Eger dewleta Iraqê dixwaze parastina me bike, hêzên me hene. YBŞ û YJŞ hene ku di fermanê de li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine. Çend gund û bajarên Iraqê bi destê keç û xortên Êzidî hatine rizgarkirin, bila wan hêzan resmî bikin. Eger dixwazin parastina Êzidiyan bikin, divê parastina Êzidiyan ji Êzidiyan ava bibe. Divê Şengal weke herêmeke Iraqê were qebûlkirin. Her wiha em dixwazin civaka Êzidî jî tifaqa xwe çêbike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Trump: Me zêdeyî 80 milyon warîl petrol ji Venezûelayê kirî
Nûçeya Pişt re Roja 36’an a dorpêçê: Revandin, înfaz û talan dewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ev ne dînîtî ye, ev hilweşîna sîstematîk e’

Li dibistanên Mereş û Rihayê zêdebûna tundiyê wekî nîşanek krîzek piralî ya li dora avahiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê di êrîşa li ser nexweşxaneyê de 3 rojnamevan hatin qetilkirin

Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA'yê ragihand ku sibeha Pêncşemê di êrîşa balafirên bêmirov ên artêşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevpeymaniya Rojhilat: Êrîşên Îranê nikare me ji armanca me ya azadiyê paş bixe

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku êrişên di agirbestê de tên kirin nîşana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?