Rexneyên li ser rapora komîsyonê ya li meclîsê hate qebûlkirin dewam dike. Hevberdevkê Dibistana DEM Partiyê Dogan Erbaş hem rapor hem jî rexneyên têkildarî wê nirxand.
‘EV RAPOR MUTABAQATEK NÎNE, LÊ METNEKE MUZAKEREYÊ YE’
Erbaş destnîşan kir ku pêvajo hîn neqediya ye, ev yek mutabaqat nîne lê metneke muzakereyê ye û got, “Bi dîtina min bendewariyeke gelekî zêde û nepixandî ji raporê tê kirin. Asta raporê li gorî min bi rengekî şaş tê nîqaşkirin. Gotinên têne kirin dibe ku rast bin, ez ji wê re tiştekî nabêjim. Lê belê nabe ku mirov bi mejiyê ‘ya hemû yan jî hîç’ nêzî ti bûyerek polîtîk bi taybetî jî vê pêvajoya siyasî bibin. Ya duyemîn, ev rapor mutabaqatek nîne, metneke muzakereyê ye. Ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Metneke mutabaqatê li holê nîne. Pêvajoyeke ku bi dawî bû, bi encam bûye nîne. Pêvajo dewam dike. Muzakere jî têkoşîn jî dewam dike. Me ji destpêkê ve digot ku ev yek pêvajoyeke muzakere û têkoşînê ye, em ê bi dewamî vê yekê bibêjin.”
Erbaş ragihand ku rapor metneke ku ji bo karên ji niha û pê ve yên li meclîsê hin pêşniyaran dike û diyar kir ku helwesta ji niha û pê ve ya partiyên siyasî yên li Meclîsê wê diyarker be.
Dogan Erbaş got, “Dema ku mirov di vê çarçoveyê de dinirxîne, rapor ji bo karên ji niha û pê ve yên li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê hin pêşniyaran dike. Ya girîng helwesta di karên meclîsê de ye ku ji niha û pê ve bêne kirin. Bêguman DEM Partî wê di vir de bi rola xwe rabe. Ya girîng pêvajoya ji niha û pê ve ye. Ev rapor destpêkek e. Ya rast destpêka meşeke dirêj e, gava destpêkê ye. Eger mirov şibandinekê bike; deriyek ber bi çareserî, bêçekbûn, aştî, çareseriya demokratîk, entegrasyona demokratîk e.”
‘DIVÊ STATU Û MERCÊN OCALAN BÊNE NIRXANDIN’
Erbaş daxuyaniya li ser ‘statuya Ocalan’ a Devlet Bahçelî ya li civîna komê jî nirxand û got, “Daxuyaniyên dem bi dem ên Bahçelî bi du rengî dikarin bêne şîrovekirin. Hinek derdor dibêjin, di nava xwe de wezîfe parve kirine û ji bo xapandina raya giştî daxuyaniyên bi vî rengî têne kirin; ji ber vê jî divê girîng neyê dîtin. Hinek jî hene ku bi vî rengî nafikirin. Bi dîtina min divê daxuyaniyên Bahçelî girîng bêne dîtin. Eger aqlekî dewletê yê rasyonel hebe, ev daxuyanî divê nîşaneya wê meylê bê dîtin. Nirxandinên dawî yên têkildarî Birêz Ocalan kir girîng e. Çawa ku gotina ‘Divê mafê hêviyê bi cih bê anîn’ a berê girîng bû, ev daxuyanî jî herî kêm bi qasî wê, ji wê jî girîngtir e.”
Dogan Erbaş diyar kir ku partiya wan ji berê ve Rêber Apo weke muzakerevanê sereke dibîne û got, “Partiya me ji xwe ji berê ve vê yekê tîne ziman. Birêz Ocalan muzakerevanê sereke ye. Ji bo dawîanîna li şer û pêvajoya cihêbûnê, ji bo pêkanîna aştiyê û derbasbûna li nava entegrasyona demokratîk aktorê herî bi bandor e. Di mijara bicihanîna biryaran û amadekirina zemîna hiqûqî û siyasî ay pêvajoyê de roleke diyarker lîst. Pêvajoya dawî ya salekê ev yek bi şênberî nîşan da. Lewma pozîsyon, statu û mercên wî divê êdî bêne nirxandin. Divê derfet bêne afirandin ku karibe yekser ji raya giştî re biaxive.”

