Meşê ji ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê destpê kir û heta ber Edliyeya li Amedê bid awî bû. Li gel parêzeran nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî meşê bûn.
Di daxuyaniya piştî meşê de hate ragihandin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku têkildarî Rêber Apo daxwaza bicihanîna mafê hêviyê hatiye kirin, divê bê pêkanîn.
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir ku ev maf di navenda Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye û bang kir ku biryarên DMME’yê beriya derengketinê bi cih bê anîn.
Her wiha hate ragihandin ku bicihanîna “Mafê hêviyê” ne tenê kesekî, lê bi hezaran girtiyan eleqedar dike.
OHD’ê bang li Meclîsa Tirkiyeyê û Wezareta Edaletê kir ku ji bo misogerkirina mafê hêviyê sererastkirinên qanûnî bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gav ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê mercê bingehîn e.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got, “Mafê hêviyê ne yê kesekî bi tenê ye, mafê her kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn e” û diyar kir ku divê di mewzûata têkildarî înfaza ceza de guhertin bê kirin.
Meş bi dirûşman bi dawî bû.

