Tundiya li jinê her roj hîn zêde dibe. Tenê Çileya 2026’an 22 jin ji ber tundiya mêr jiyana xwwe ji dest dan. Li Stenbolê jî di nava rojekê de 6 jin bi heman rengî jiyana xwe ji dest dan.
Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr pirsgirêkên jinan ên li Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.
Şukran Demîr ragihand ku jin di nava zexta newekhevî, cihêkarî û tundiyê de ne û got, “Ber bi 8’ê Adarê ve jin li gelek qadan li hemberî newekhevî, cihêkarî, tundî, fikara ewlekariyê, zehmetiyên aboriyê û nedîtina kedê bi têkoşîneke xurt hewl didin jiyana xwe biparêzin. Em di destpêka sala 2026’an de ne, lê belê her roj bi nûçeyek li ser kuştina jinan hişyar dibin. Weke ku rêveçûnek ber bi paşve heye. Em di nava rastiya welatekî welê de ne ku ji aliyê mafên mirovan û mafên jinan ve bi pêş ve naçe.”
Şukran Demîr ragihand ku jin li hemberî van pirsgirêkan di nava têkoşînê de ne, bi hevgirtinê xurt dibin û got, “Bêguman jin li hemberî van têdikoşin, bi rengekî li ber xwe didin û bi sekna li gel hev ji bo xwe xurt bikin hemû hêza xwe bi kar tînin. Lê belê ev têrê nake; ji ber ku li malê, li dibistanan, li kolanan, li kargehan li dijî rastiya serweriya mêr têdikoşin. Ji bo em li pêşberî pêşberî vê jiyana tirsnak bêdeng bimînin ku di nava rojekê de 6 jin hatin kuştin, zext têne kirin.
Bêguman bi kombûna li hev em nîqaş dikin ku çawa dikarin têbikoşin û vê têkoşînê bi çi rengî bigihînin encameke baş. Yek ji rojên ku vê yekê pêk tîne jî 8’ê Adarê ye. Jin bi baweriya ji vê piştevanî û berxwedanê dest bi 8’ê Adarê dikin.”
Şukran Demîr destnîşan kir ku gelek jin hene ku nikarin xwe bigihînin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û keda wan nayê dîtin.
‘LI HER CIHÊ KU SERWERIYA MÊR HEYE HEMAN PIRSGIRÊK HENE’
Şukran Demîr diyar kir ku weke komele ew li gelek qadên jiyanê bi pir zimanî xizmetê dikin û got, “Di vir de bêguman karê me yê sereke xizmeteke ji pir zimanî ye. Şaredarî û nuqteyên din ên xizmetê vê nakin. Îro li Stenbolê 39 navçe hene û hejmara şaredariyên ku piştgiriya bi Kurdî dike gelekî kêm e; ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêk çiqasî mezin e.
Li malê yan jî li derveyî malê, li her cihê ku serweriya mêr lê heye jin li heman pirsgirêkan rast tên; lê belê di mijara çareseriyê de cihêrengî heye. Yek ji van jî ziman e.”

