Bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd projeyek neteweyî hate destpêkirin. Ev xebata neteweyî bi daxuyaniyek nivîskî hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de tê gotin; ‘‘Xwepêşandan û tevgera vê dawiyê ya Kurdan, bi taybet jî hêviya nû ya Rojhilatê Kurdistanê, peyameke zelal dide hemû hizbên siyasî û dibêje, civaka Kurd zindiye û nêrîna wê ya cîhanê ji berjewendiyên teng mezintire. Di ronahiya heman dirûşmeya ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ de, em banga heman dirûşmeyê dikin. Em dixwazin ev dirûşme carek din li Kurdistan û derve bibe dirûşmeya giştî ya Kurdan.
Daxuyanî wiha ye:
‘‘Projeya netewî ya ‘Yek netew, yek çarenûs’ xebateke ji bo lihevkirina netewî hatiye ragihandin ku wê navendên biryardayinê li çar aliyên cîhanê bihejîne.
Di demek ku Rojhilata Navîn bi guhertinên lez re rûbirûye, li Başûrê Kurdistanê projeyek netewî ya weke pêşengtiyek ji bo komkirina hemû hêzên parçebûyî yên Kurdan, li hemû parçeyan tê ragihandin.
Projeya netewî dibêje rewşa ku heyî ya li herêmê û bê aramiya ku dewletên dagirker ên Kurdistanê dorpêçkiriye, Kurd bi berpirsyartiyek dîrokî re rûbirûne. Herwiha tekez dike ezmûna parastinê ya li Rojavayê welat, ispatkir ku tenÊ lihevkirina netewî dikare komployên mezin bi helweşîne û pirsa Kurd ji pirsgirêkek navxweyî ber bi navendên dîplomasî yên cîhanê ve bibe.
Xwepêşandan û tevgera vê dawiyê ya Kurdan ya hem hindir hem jî derve, bi taybet jî hêviya nû ya Rojhilatê Kurdistanê, peyameke zelal dide hemû hizbên siyasî û dibêje, civaka Kurd zindiye û nêrîna wê ya cîhanê ji berjewendiyên teng mezintire. Dirûşmeya navneda xebata netewî ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ ye.
Nexşerêya vê projeye ji 6 xalên sereke pêktê
Ya yekem gotarek netewî ye, avakirina zimanek hevbeş ku xizmeta jiyana hevbeş û mafên gelan bike. Ya duyemîn, dawî anîna li pêşbazî, bêdengkirina pirsgirêkên navxweyî, nezelaliya îdeolojiyên ji bo netewê ye. Xala sêyem ya projeyê, behsa berjewendiyên bilind dike ku netew bibe navenda karûbarên siyasî û dûrketina ji pir parîbûnê.
Xala çaremîn ya projeyê behsa navenda lêkolînê dike û dibêje, avakirina navendek hevbeş ya ramanê a ji bo lêkolîna guhertinên li herêmê. Di xala pêncemîn de jî ewe ku dîplomasiya yekgirtû weke xalek sereke û pêwîst tê hesibandin. Ji bo guftugoya bi navendên biryardayînê yên cîhanê re desteyek hevbeş were avakirin. Xala herî dawî ya şeşem jî, sêwana parastinê ye û têde dibêje, ji bo rûbirûbûna qeyranên ewlehî û aboriyê berî ku bi ser Kurdan de were, danîna plan û bernameyek hevbeşe.
Ev projeya ku li Başûrê Kurdistanê desptê kiriye, bangek vekirî ya ji bo hemû hêzên siyasî û bijarteyên çandî yên li Kurdistanê ye ku beriya dem winda bibe, Kurd hemberî guhertinên ku ne li bende ne, bibin xwedî stratejiyek yekgirtî.
Ev projeya netewî ya ji Başûr, ne tenê bangek siyasiye, di heman demê de qêrîna wijdanek zindî ya neteweke ku êdî naxwaze dîrokê bi parçebûnê dubare bike. Niha ku herêm li ber nexeşeyek nû deye, tenê du bijardeyên Kurdan heye. Yan ji bo rizgariyê yekrêzî û bidestxistina mafan, yan jî ji destdana derfetên dîrokî.
Peyama zelal ya vê projeya netewî eve, êdî dema wê hatiye ku hemû berjewendiyên bilind pêşiya hemû îdeolojiyan bin. Ji ber ku weke ku kolan dibêjin ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ û tenê ev yekitî dikare rûbirûyî guhertinên bilez bibe.
Ji bo hemû Kurdên ezîz peyamek vekirî
Wek tê zanîn, rewşa Rojhilata Navîn li ber guhertinên mezin reye, hemû dewletên herêmê, tevî dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parçekirin, di rewşek siyasî, aborî, civakî ya aloz re derbaz dibin.
Guhertin û metirsiyên despêka salê li Rojavayê Kurdistanê, me hemûyan dixe bin berpirsyariyek dîrokî, exlaqî û netewî. Têgihiştina van berpirsyarî û xeteriyane, hem li hindir hem jî dervey Kurdistanê, yekitiyek netewî ya bê hempa afirand. Ev lihevkirin di dîroka mede tiştek kêm bû.
Ev yekbûna Kurdan bandorek mezin li ser kêmkirina metirsiyan û hilweşandina vê komployê li ser hemû Kurdan, taybet jî Rojavayê Kurdistanê çêkir. Ji bilî vê, ew peyama bihevrebûnê, ji bo veguhestina bilez ya rewatiya pirsa Kurd ya di çarçoveya pirsgirêkek bingehîn ji bo navend û saziyên siyasî û dîplomatîk ên cîhanê, derfetek giring bû.
Di ronahiya heman dirûşmeya navenda Kurdan ya li kolanên Kurdistanê û dervey welat ya di dema êrişa li ser Rojavayê Kurdistan de, em banga heman dirûşmeyê ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ dikin. Em dixwazin ev dirûşme carek din li Kurdistan û derve bibe dirûşmeya giştî ya Kurdan. Em hemû bi hevre meseleyên biçûk yên hizbî û îdeolojiyan derbaz bikin, li derdora maseyek hevbeş ya netewî kom bibin. Bila maseyek ku berjewendiyên biçûk derbaz bike hebe û stratejiyek netewî ya hevbeş a Kurdan diyar bike.
Yekrêziya gelê me ya divê qonaxê de, taybet jî ku em hêviyek nû ji bo guhertinên Rojhilatê Kurdistanê dibînin, ne tenê enerjî û hêza belavbûyî kom dike, di heman demê de we dike ku dengê gelê Kurd li seranserê cîhanê hîn baştir were bihîstin. Divê karek wiha weke mijarek mezin yanetewî û exlaqî were dîtin.
Kurdistaniyên hêja
Îro Kurd weke neteweyek û Kurdistan jî weke welatek bi bûyer û egerên cûda re rûbirûye. Tevî hebûna metirsiyan, lê egera hêviyên xweş û ronahiyê jî hene. Tenê rêya stratejik û exlaqî dikare hêza xeteriyan kêm bike û egera hêviyên civakê ya ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me zêde bike. Hewldana ji bo yekkirina hêzan, têkoşîna ji bo yekitiya nav hêz, aliyên siyasî û civakê de, dikare di warê siyasî, civakî û derûnî de bibe hêviyek mezin ji bo Kurdan.
Xwepêşandanên mehên borî yên Kurdan ên li derve û hindirê Kurdistanê, divê weke ezmûnek nû ji bo hemû civaka Kurd û hizbên siyasî were dîtin. Bi gotinek din ezmûn ewe ku hertim egera wê heye kolan û civak ji nêrîna cîhanê û berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî derbaz bibin û mijara netewî bikin navenda kar û çalakiyên xwe. Di çend mehên borî de civaka me peyamek zelal da hemû hêzên siyasî û navendên biyardayînê yên li ser asta cîhanê. Peyam jî ew bû ku Kurd civakek zindîne, dikare bi hevre hem dijî gotarên biçûk biserbikeve, hem jî bi hevre rûbirûyî metirsiyan raweste.
Tiştên ku em dixwazin pêşniyar bikin evin:
-Hewldana ji bo peyamek netewî û hevpar, peyamek ku xizmeta meseleya netewî bike, rêzê li maf û azadiyên gelan û jiyana hevbeş bigire.
-Ji nakokiyên siyasî, kûrkirina pirsgirêkên navxweyî û derbazkirina berjewendiyên partî, siyasî, îdeolojiyên teng û biçûk dûrketin.
-Divê berjewendiya netewî bikeve navenda xebata siyasî û hevbeş de. Divê ji hemû peyamên îdeoloîk ku xizmeta meseleya Kurd nake, dûrbikevin.
-Divê navendek netewî ya hevbeş, ji bo nirxandina rewşa Rojhilata Navîn, dewletên ku Kurdistan di nava wan de hatiye parçekirin, şer ber bi kuve diçe û divê Kurd çi bikin, were avakirin.
-Divê komîteyek netewî ya hevbeş ji bo karên dîplomatîk, xebata siyasî, têkilî, diyaloga bi navendên biryardayînê yên cîhanê re, ravekirina vizyona hevbeş ya Kurdan, rewşa herêmê û mafên Kurdan were avakirin.
-Divê sêwanek netewî, ji bo xebatek hevbeş, diyalog, rûbirûbûna qeyran, gefên siyasî, aborî, ewlekarî û civakî were avakirin. Herwiha beriya ku xeterî bigihin malên me, ji bo çarserkirinê plansazî û bername werin amadekirin.’’

