Rêveberiya Deriyê sînor yê Başmax yê Navneteweyî, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê roja yekem ya cejna Remezanê, ji bo 24 saetan deriyê Başmax girtî bimîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê deriyê sînor di roja duyem ya cejna Remezanê de carek din were vekirin û çûyîn û hatin asayî bibin.
Hêjayî gotinê ye deriyê sînor yê Başmax, yek ji deriyên girîng yê Herêma Kurdistanê yê bi Îranê reye, ev derî dikeve sînorê bajarokê Pênciwênê.

