Li taxa Vakifkent a navenda Şirnexê, Newroz bi şîarên “Newroza Azadî û Demokrasiyê” û “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de ku nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdar bûn, qad bi alayên kesk, sor û zer ên ku li ser wan “Newroz pîroz be” hatibû nivîsandin, hat xemilandin.
Jinan bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn, bi meşaleyan ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên “Bijî Newroz” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Jinên ku bi dirûşmên berxwedanê gihîştin qadê, bi meşaleyên di destên xwe de li dora darên Newrozê bûn xelek.
Jinan bi daxwaza aştî û azadiyê meşaleyên xwe danîn ser daran û agirê Newrozê vêxistin. Girseya ku li dora agir bi stranên kurdî dest bi govendê kir, pîrozbahiyên xwe heta demeke dirêj berdewam kirin.

