Ji ber lehiyên çêbûne, di 18ˊê Adarê de, Şaredariya Gel a Bajarê Til Temirê dest bi xebatên sererastkirina rêya demkî ya li ser rêya M4 kiribû
Îro jî ji ber barana dijwar û bilindbûna rêjeya avê di çemê Xabûrê û lehiyên li ser rê de careke din rê ji xizmetê derket.
Rêya M4 ji girîngiyên rêyên stratejî li bakurê Sûriyeyê ye, hejmarek bajarên sereke weke Hesekê, Reqa, Kobanê û Minbicê heta bi Helebê bi hev ve girê dide, ji bo rêwitiyan û veguhastina kel û pelan di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên welat de tên bikaranîn.
Li Sûriyeyê ji hefteyekê ve ye baranên dijwar û lehî hene, bi wê re li nava bajaran golên avê çêbûn, lehî li hin çeman çêbûn û hin kamp di bin avê de man.

