Piştgiriya ji bo “Projeya Yekîtiya Neteweyî” a ku bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd hate destpêkirin, mezin dibe. Ev xebata neteweyî bi daxuyaniyek nivîskî hate ragihandin. Roj bi roj piştgiriya kesayet, sazî, rêxistin û partiyan ji bo vê pêngava yekîtiya neteweyî zêde dibe.
Di vê çarçoveyê de Partiya Komunîst a Kurdistanê jî, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re, nîşan da.
Daxuyaniya Partiya Komunîst a Kurdistanê wiha ye;
“Ji ber baweriya me ya bi çarenûs û têkoşîna hevpar, em piştgiriyê didin banga ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ da ku navendên biryardanê yên li cîhanê bihejînin. Me her tim tekezî li ser yekîtî û helwesta yekgirtî ya Kurdistanî kiriye.
Yekitî prensîba sereke ya serkeftinê, parastina maf û azadiyên me û temamkirina qonaxa rizgariya neteweyî ye; Ev yek gelek erk û berpirsyariyên hevpar yên berfireh dixe ser milê her kesî.
Her parçebûn û nakokî, an belavkirina gotinên nefretê, ziyanê dide yekîtiyê. Ji ber vê yekê divê ew werin danîna aliyekî û rêz ji cudahiyan re were girtin; Ji ber ku yekitî nayê wateya redkirina cudahiyan. Berevajî wê yekê, yekitiya netewî bernameya xebata me ya hevbeşe ji bo armanca mezin a gelê Kurd xurt dike.
Em weke Partiya Komunîst a Kurdistanê bi temamî piştgiriyê didin kampanyaya ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî. Di heman demê de, ev daxwazek ji bo her welatiyekî Kurd û her kesê ku baweriya wî bi azadiya neteweyan heye li her deverê ku ew lê be ye; piştgiriya xwe ji bo ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ ya Kurdistanê ku ji hêla zêdetirî du sed kesayetên siyasî û çandî yên Kurd ve hatî pêşkêş kirin, ragihîne.
Em piştgiriya peyama siyasetmedar û rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê dikin. Lê em pêwîste dibînin ku divê gelê Kurd ji bo Kurdistaneke azad, gelekî bextewar, xurtkirina aştî û ewlehiyê di van guhertinan de roleke çalak bileyîze.”

