Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya Cîgira Nûnera UNICEF’ê ya li Sûriyeyê Zeyneb Adem kir, da ku li ser pergala perwerdehiyê li parêzgeha Hesekê û pêdiviyên dibistanan nîqaş bikin.
Li ser hesabê fermî yê parêzgehê hate belavkirin ku Rêveberê Perwerdehiyê Ednan El Barî û Rêveberê ofîsa UNICEF’ê li Qamişlo Jiwêl Frand beşdarî civînê bûn.
Her du aliyan li ser girîngî û xurtkirina hevkariyê ji bo pêdiviyên perwerdehiyê û başkirina rewşa dibistanan li parêzgehê li hev kirin.

