Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo hest û fikrê xwe anîn ziman û gotin, îro ji bo tevahiya mirovahiyê jinûve roja bûyînê ye.
Gerîla Firat Çiyager rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, “Ev roj roja hêvî û hebûnê ye. Bi jidayikbûna Rêber Apo re, gelê Kurd hebûna xwe ji nû ve bi dest xist. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dora Rêber Apo bibin yek.”
‘SOZ DI VÊ ROJÊ DE WATE DIGIRE’
Gerîla Rojhat Maraş, diyar kir ku rojbûna Rêber Apo rojbûna gel e û got, “Ev roj derfetê dide me ku em jiyanek nû ava bikin. Em soza xwe ya têkoşînê dubare dikin. Têkoşîna me wê heta ku azadiya fîzîkî pêk were berdewam bike.”
Gerîla Hêvî Şoreş, jî bal kişand ser rola ciwanan û ev tişt got, “Em 4’ê Nîsanê li tevahiya şehîdan, di şexsê dayika Uveyş de li tevahiya dayikên şehîdan û dayikên aştiyê pîroz dikin. Em vê rojê wekî cejna xweza, gerdûn û jinê digirin dest. Em weke gerîla di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Ji bo banga Rêber Apo xwedîderketinek mezin heye. Bi taybetî ciwan divê pêşengiyê bikin di parastina ramanên Rêber Apo de. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku tevlî têkoşînê bibin.”
‘ROJBÛNA RÊBER APO VEJÎNA CIVAKEKÎ YE’
Gerîla Zîlan Dersim jî ev tişt gotin, “Em vê rojê tenê wekî rojbûnekê nabînin, wekî vejîna civakekê digirin dest. Ew xwedî girîngiyeke mezin e, bi taybetî ji bo jinan. Ew temsîla ji nû ve avakirina jiyaneke demokratîk û hevpar dike. Em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin.”
‘TÊKOŞÎN WÊ HETA SERKETINÊ BERDEWAM BIKE’
Gerîla Têkoşîn Varto, pêşî rojbûna Rêber Apo pîroz kir û şehîdên şoreşê bibîr anî. Têkoşîn Varto, anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê bidomînin û got, “Em bi hêvî û bi biryar in. Meşa me heta serketinê dê berdewam bike.”

