Fermandar û pêşengê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Nûreddîn Sofî ku 6’ê Nîsana 2021’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li herêma Garê şehîd bû, di salvegera 5’emîn a şehadetê de li ser gora xwe ya Pakrewanegha Delîl Saroxan hat bibîranîn.
Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat birêxistinkirin. Ji bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê, şervanên QSD, YPJ, malbatên şehîd û dîlgirtiyan bi hezaran kes tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên Rêber Apo û şehîdên azadiyê hatin hildan.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD û YPJ’ê ve hat lidarxistin.
Ji fermandarên QSD’ê Îsmet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd, gelê Kurd û Rêber Apo re xwest. Îsmet Şêx Hesen got, “Fermandar Nûreddîn Sofî ne tenê ji bo Rojava, lê di heman demê de ji bo tevahî gelê Kurd bi hezaran şervan û fermandar ava kirin. Em nikarin wesfê keda mezin a ku şehîd Nûreddîn daye bînin ser ziman. Li Kurdistanê cihek nîne ku Fermandar Nureddîn Sofî lê ked nedaye. Şehîd Nûreddîn ji bo nasneme û mafên gelê Kurd têkoşîn kir. Ferq û cudahî nedixist navbera pêkhateyan. Dema karê xwe dikir hat şehîdxistin. Di serî de hêzên leşkerî, ji me hemûyan tê xwestin ku em doza wî bişopînin. Şehîd namirin. Şehîd Nûreddîn Sofî namire.”
Piştî bidawîbûna merasîma leşkerî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Necah Gulo jî axivî. Necah Gulo destnîşan kir ku ku şehîd Nûreddîn Sofî bi keda xwe Rojava gihand vê astê û got: “Têkoşiya, heta gihaşt asta şehadetê. Em serketinê ji hêzên xwe yên leşkerî re dixwazin û azadiyê ji dîlgirtiyên xwe re dixwazin.”
Bi navê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer jî di merasîmê de axivî û ev tişt anî ser ziman “Yek ji kesên ku me fêrî têkoşînê kirin, hevrê Nûreddîn Sofî ye. Naskirina wî û şopandina rêya wê cihê mezin ên şanaziyê ye. Di kesayeta wî de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Bila serî malbat û hevrêyên şehîd sax be.”
Hesen Koçer destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk hîn dewam dikin. Her wiha êrişên vê dawiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê weke komployeke navneteweyî mîna ya 5’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo bi nav kir û got, tevahî cîhan li pey van êrişan bûn.
Hesen Koçer li ser van êrişan got: “Xwestin Kurdan qir bikin, lê têkoşîna hevalên me û gelê Kurd û yekrêziya Kurd îsbat kir ku em li hemberî qirkirinan li ber xwe didin. Em ê ji bo şehîdan xwe û ji bo hevalên xwe yên dîlgirtî li ber xwe bidin û têkoşînê bikin. Divê tevahî gelê me destekê bide malbatên dîlgirtiyan.”
Bi navê malbata şehîd Nûreddîn Sofî, Hesen Hîmo axivî û got: “Li beramberî hizûra vê gelî soza şehîd tê parastin. Tiştek din ku mirov bibêje nin e. Şehîd Nûreddîn Sofî hertim digot, ev gel hêja ye mirov xwe ji bo wê feda bike. Hevrê Nûreddîn Sofî ji bo vî gelê têkoşîn kir û şehîd bû.”
Hesen Hîmo piştgirî da malbatên dîlgirtiyan û azadiya wan xwest.
Di dawiyê de girse li dora gora şehîd Nureddîn Sofî kom bûn û gurzên gulan danîn ser.

