Li navenda Colemêrgê doh bi şev serdegirtin li hin malan hate kirin. Bi hinceta tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê 6 ciwan bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Ciwan birin Midûriyeta Emniyetê ya li Bajêr.
Li navçeyên Çelê û Geverê jî 5 ciwanên hatin binçavkirin piştî wergirtina îfadeyê hatin berdan.

