Çarşem, 8 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sendîkayan bernameya 1’ê Gulanê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirşehîrê binpêkirinên kêfî yên li dijî mafên girtiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrişa li ber Konsolosxaneya Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 21 salan Hafzûllah Kaçmaz hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Osman Kiliç wê li Dortmundê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşmergeyek din jî ku di êrîşên Îranê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dilxwaziya serketinê ya şehîdan rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heybet Helbûsî: Hilbijartina serokomar bi tu awayî nayê paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hunera şer û jiyanê di îradeya wê de veşartî bû
Kurdistan

Hunera şer û jiyanê di îradeya wê de veşartî bû

Azê; rêwiyek e ki ji Lubnanê berê xwe daye lûtkeyên têkoşîna azadiyê. Çîroka jineke Kobanî ya ku di nava zehmetiyên şer û berxwedanê de heqîqeta jiyanê bi dest xistiye; li gel ruhê Zîlanê yê fedaî li çiyayên Kurdistanê veguherî destaneke nemir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Ma hemû însanên ku bêhnê distînin û didin dikarin bibêjim ‘’em dijîn?’’ Yan na tişta ku em jê re dibêjin jiyan bes derbasbûna salên vala ne? Wê demê hilatina rojê û çûn û hatina şev û rojan bes dibin xwedubarekirineke bêyî kelecan. Jiyaneke ku bes ji hezkirina kesekî, armanca ku bes ji berhevkirina pereyan yan jî bidestxistina karekî dewletê pêk tê; bi rastî jî dikare weke ‘’jiyan’’ were pênasekirin. Li cîhaneke ku hejmara birçiyan tin ji ya têran zêdetir e, zalim keda xizanan îstîsmar dikin û hêsîrên bindestan ji xwediyên desthilatdariyê dibin sehneyeke kêfxweşiyê; mirov dikare bibêje ku li wir jiyaneke rastîn heye? Di demeke ku ruhê ciwanan weke însanên 70 salî pîr bûye, mejî bes bi lîstikên înternetê tije bûye, ji xaka xwe, welatê xwe û civaka xwe dûr ketiye de; li cihekî ku qîrînên jinan di bin giraniya zîhniyeta serweriya mêran de bilind dibe û ev qîrîn di cîhana mêran de vediguhere melodiyeke serkeftinê; jiyan birîndar e.

Divê bi xemgîniyeke mezin were gotin ku ji sedî 70’yê civaka roja îroyîn di nava van nakokiyan de lihevkirî dijî, ji kokên jiyana rasteqîn dûr dikeve û di nava kemînên pergala kapîtalîst de vediguhere nêçîreke hêsan. Lê belê bêguman agirê hêviyê ya li ser dilê mirovahiyê tu caran bi temamî venamire. Ciwanên ku heza azadiyê di dilê wan de zindî ye, weke lehengên nû mohra xwe li dîrokê didin. Ew jiyaneke ku rengên sexte hatiye boyaxkirin qebûl nakin; dikevin li dû sadebûn û heqîqetê. Di nava vê geremolê de rêya xwe diyar dikin. Naxwazin bibin pêlîstokên lîstika berjewendiyan, dixwazin bibin lehengên destaneke birûmet.

Yek ji van ciwanan jî Mijdar Mihemed e ku di bin ronahiya fikrên Rêber Apo de hêza xwe nas kiriye û biryardariyeke mezin bi dest xistiye.  Çîroka Mijdarê li dûrî welatê wê, li ser xakên xerîbiyê dest pê dike. Ew ji Kobanêya warê berxwedanê ye. Li Lubnanê di nava malbateke feodal û girêdayî kevneşopiyên eşîrtiyê de ji dayîk dibe. Lê belê çûnûhatina milîtanên Apoyî, hê di zarokatiya wê de bala wê dikşîne. Dema ku ew dihatin bi heyraniyeke mezin li wan dinêre; dema ku diçûn jî di lîstikên xwe de teqlîda wan dikir. Kiryar, axaftin û suhbetên wan ji nû ve zindî dikirin. Bi vî awayî Mijdar, hem bi çanda welatparêziya malbata xwe û hem jî li gel naskirina tevgera azadiyê mezin dibe û di dawiyê de biryarê dide ku ew jî bibe yek ji wan hevrêyan. Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser welatê wê yên di salên 2013-2014’an de, birayara wê xurttir dikin. Piştî demeke kurt li eniyên şer ên herî germ weke şervaneke netirs cihê xwe digire. Tevî ku hê nû ye jî bi cesareta xwe bala her kesî dikşîne ser xwe, gelek kes weke ‘’Ev hevrê kî ye?’’ pirsa wê dikin.

DI TARÎTIYA ŞEVÊ DE SOZA SERKETINÊ

Erê, ev hevrê Mijdar e. Mijdar a ku di nava Tevgera Azadiyê de bi navê Azê rûpeleke nû vekiriye û bi hemû hebûna xwe tevlî şerê manû nemanê bûye. Di tarîtiya şevên sar de wê gelek caran pişta xwe dida dîwarên mewziya xwe û berê xwe jî dida çîrokên zarokatiya xwe. Tiştên ku dayîka wê li ser dîroka Kurdan û hovîtiya dijmin jêre gotibûn, dihatin bîra wê.  Ji ber her kêliyeke wî şerî, rastiya van tiştên ku jêre hatibûn gotin, nîşan dida. Dijminên gelê Kurd vê carê bi maskeya DAÎŞ’ê êrîş dikirin, lê belê heman hedef bû: tunekirina nasnameya Kurd û Kurdistanê. Dema ku hizra van yekan dikir, destê wê diçû ser tetîka çeka wê û di şevên şerî de bi dengekî bilind soza mezinkirina têkoşînê û bidestxistina serkeftinê dida. Zivistan derbas bû, havîn hat; bihar û payîz hatin û çûn. Di encama lehengiya Azê û fedekariya bi hezaran şehîdan de şerê Kobanê bi serkeftinê hate tacîdarkirin. Xakên Rojava ji çeteyên hov hatin paqijkirin û kena li ser rûyê gel dubare xwe nîşan da.

Vê carê çenteyê Azê li ser pişta wê bû û berê xwe dabû çiyayên Garê. Di her pêngavekê de leza avêtina dilê wê û bêhstandina wê leztir dibû. Azê diçû hevdîtineke mezin. Bi salan bû evîndarê çiyayan bû lê belê ew qet nedîtibûm. Li ser vê hevdîtinê gelek xeyal kiribûn, li benda vê kêliyê bû. Bihareke ku nêrgiz û kulîlk bişkivîbûn, şahidiya vê hevdîtina pîroz kir. Azê piştî ku gihîşt qada çiya, di mijara xwekûrkirina girêdayî fikrên Apoyî û jiyanîkirina terzê fermandariya serkeftî de bi biryardariyeke mezin perwerdehiya xwe ya di Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz de bi serkeftî temam kir.  Piştî çar salên birêvebirina xebatên stratejîk û li qadên birêvebirinê bi israr û xwesteke mezin tevlî refên Hêzên Taybet bû. Hemû şoreşgerên tevgera Apoyî xwediyê ruhekî fedaî ne; hemû kêliyên jiyana xwe, hemû deman bexşî serkeftina têkoşîna azadiyê dikin.  Jiyana me jiyana fedaiyan e; li vir ji gotina ‘’ez’’ re cih tune ye, gotinên ‘’gelê min’’, ‘’welatê min’’ û ‘’hevrêyên min’’ hene.

Azê wiha digot: ‘’Tevlîbûna min a ji Hêzên Taybet re, mezinbûna evîna min a ji vê jiyanê re ye. Ji bo ku ez vê evînê mezintir û kûrtir bikim, min berê xwe da vê saziyê. Xwendekariya li dibistana Şehîd Zîlan ne carekê deh caran berpirsiyariya lêpirsîna têkoşîna min li ser milên min zêde dike; ev yek jî tim berê min dide pêşketinê. Azadî tu caran bi bedêlên biçûk nehatiye bidestxistin; tim bi bedêlên wê yên giran çêbûne. Bêrîtan, Delal, Zîlan, Sra û bi hearan hevrêyên me yên bedew bedêlên mezin dan. Ji ber vê yekê ez însanên bedew wê şopên xwe bihêlin; weke hevrêyên wan em ê li ser xeta wan a fedaî tim hebin.’’ Tişta ku Azê mezin dikir, ev gotin bûn; tişta ku ew di hemû karan de ew dikir pêşeng, piştevaniya ji hevrêyên xwe re, xwe tim perwerdekirin û pêşxistin ev bû. Ew jineke resen bû ku sozên giran dida û sozên xwe digirtin.

MEŞA BER BI QADÊN FEDAÎBÛNÊ VE

Havîn bû. Li asîmanên çiyayên Kurdistanê stêr ketibûn pêşbirka birîqînê. Din bin vê behra ronahiyê de bayekî hênik dijhat. Azê, li gel du hevrêyên xwe dimeşiya; berê xwe dabûn qada Rojavayê Zapê.  Ev qad ji bo wan xwedî wateyeke gelekî mezin bû. Ji ber ku yekem perwerdeya xwe li dibistana fedaiyan li vir stendibû, li vir gelek hevrêyên hêja nas kiribû û li gel wan têkoşiyabû.  Ji ber vê yekê bi gavên lez û baldar û bêyî ku dijmin wan ferq bike, dimeşiyan.  Di emû bêhnvedanan de bi dengekî nizm qala kelecan, kêfxweşî û coşên xwe dikirin; qala xwesteka alîkarkirina hevalên li eniyên şerî dikirin û li hemberî dagirkeriyê soza mezin a tolhilanînê dida.

Li gorî qaîdeya meşa gerîlayan, di dema rêwitiyê de tu çi qasî tî dibî bibe jî divê tu zêde avê venexwî; ji ber ku ev yek, bandoreke nebaş li tempoya henase û meşê dike. Ji ber vê yekê Azê û koma wê, dema ku tîbûna wan zêde dibû bi qurtên biçûk av vedixwar û bi pêngavên bibiryar ber bi qada şerî ya dijwar ve dimeşiyan. Azê êdî gerîlayeke xwedan tecrûbe bû; di qada îdeolojîk û rêxistinî de xwedî tecrûbeyên mezin bû. Her ku fikrên Rêber Apo baştir fêm dikir, pênasekirinên wê jî xurt dibûn. Baş dizanî ku fikrên Rêber Apo hemberî zîhniyeta ku jin hedef digirtin, weke şûrekî pola ye. Ramana Apoyî, li hemberî tarîtî, zulm, bêexlaqî û dejenerebûnên di nava civakê de  bi ronahiya xweû cewhera heqîqetê têdikoşe.

Ji bervê yekê Azê wiha digot: ‘’Roj dikare li ser cîhanê çavan ronî bike, lê belê roja li Îmraliyê ruh û mejiyan ronî dike. Her çend hêzên serdest dixwazin tîrêjên vê rojê ji me bistînin jî, Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr û têkoşer pergala Îmraliyê têk biriye û xwe gihandiye wijdana hemû kesên azadîxwaz.’’ Hêzên gerîlayan di şerê li qada Rojavayê Zapê yên çar salên dawîn de; li gel sekna xwe ya berxwedêr, afirîneriyên di taktîkên leşkerî de û xwenûkirina tim û tim li hemberî hêzên êrîşkar bandoreke mezin ava kirin. Azê û hevrêyên wê jî ji bo ku vî şerî di pêşengtiya jinan de bigihînin serkeftinê hemû zor û zehmetî dan ber çavên xwe. Bi wate û berpirsiyariyeke mezin hemû erkên xwe bi cih dianîn. Nûnertiya sekna şoreşgerên jin dikirin. Dema ku Azê têkoşîna xwe mezin dikir, dagirkerî têk dibir di heman demê de jî ‘’keştiyek’’ ava dikir. Li gorî bes mezinkirina têkoşînê û serkeftinên mezin dikarin bibin rêya ber bi Îmraliyê ve.

EZ ŞEHÎDAN FÊRÎ ALFABEYA JIYANÊ BÛM

Ji ber vê yekê Azê, 24 saetan bêyî navber di nava xebatan de bû. Mejiyê wê tim bi avakirina planên derblêxistina dijmin û pêşxistina çalakiyên mezin re mijûl bû. Bi baldarî, disîplîn û sekna xwe ya leşkerî dikarî hemû teknîkên dagirkeran têk bibe û çalakiyên serkeftî li dar bixe. Bi jêhatîbûna xwe hem xwe û hem jî hevrêyên xwe  diparastin. Gelekî girêdayî hevrêyên xwe yên şehîd bû. Wiha digot: ‘’Ez ji pirtûka hevrêyên xwe yên şehîd fêrî alfabeya jiyanê bûm.’’ Ev yek li gel xwendinê mezin bû û meşiya; di hemû pêngav û serkeftinan de xwe weke deyndara wan dît. Di jiyan, terzê çalakiyên xwe û têkiliyên xwe de hevrêyên xwe yên şehîd zindî digirt.

Jiyana Azê, li gel perspektîfa hizra Apoyî û biranînên şehîdan teşe digirt. Girê Cûdî yê ku lê bi hezaran fedaî hatine oxirkirin, vê carê Azê oxir kir. Payîz e; dema kudaristanên Kurdistanê pelên xwe diweşandin, şahidiya têkoşîna dijwar a gerîlayên Apoyî dikirin. Sal 2024 û 23’yê Adarê ye… Mijdar Mihemed, bi navê xwe yê şoregerî Azê Rojgirav, di hembêza çiyayên welatê xwe de; ji bo azadî û wekheviyê tevlî karwanê nemiran dibe. Azê wiha bû; xwediya jiyaneke xwedan armancên pîroz bû.  Ji bo pêşerojeke ronahîtir, ji bo cîhaneke ku şadî, rohanî, edalet û aşitî ji xemgînî, tarîtî û zulmê bihêztir dibin, gihîşt şehadetê. Ew, lehenga destana azadkirina xakên welatê xwe bû; rêwiyeke rastîn a doza jiyaneke birûmet û demokratîk bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Li Kirşehîrê binpêkirinên kêfî yên li dijî mafên girtiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jimartina dengan bi dawî bû, li hin bajaran pêşhilbijartin ji tûra duyemîn re ma

DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên hevşaredarên bajar û navçeyan û endamên meclîsên 10 bajaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kir

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesên ji Rojava,…

Ji aliyê Stêrk TV

Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdîaya sîxuriyê tê meşandin de Ekrem Îmamoglû, rojnamevan Merdan Yanardag…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê ji ber Çarşema Serê Nîsanê malbatên şehîdan berê xwe dan şehîdgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pêşmergeyek din jî ku di êrîşên Îranê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

4’ê Nîsanê sembola azadiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?