Platforma Jinan a Dersimê, têkildarî geşedanên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de ku 6 sal berê hatibû windakirin, li pêşiya Edliyeya Dêrsimê daxuyaniyê didin. Endamên malbata Doku, wekîl û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Gulistan Dokuyê û pankartên “Ne ji bo jinên winda bûn, ji bo yên hatine windakirin edalet”, “Mêr êriş dike, dewlet diparêze”, “Ne edaleta mêr, edaleta rast”, “Ji bo Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û hemû jinên hatine windakirin edalet” û gelek pankart û dovîz hatin hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî piştevaniya jinan”, “Gulistan Doku li ku ye?”, “Ji bo Gulistanê edalet”, “Cînayetên jinan polîtîk in”, “Kujeran neparêze, bidarizîne” û “Dê jin hesabê ji kujeran bipirsin” hatin hilgirtin.
Li ser navê platformê Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenîgunê Serpîl Argin axivî û got ev 6 sal in pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” dikin. Serpîl Sarginê, gotinên dozgerên demê ya “Dîmenên kamerayan tune ne, şahid tune ne, delîl tune ne” bi bîr xist û got: “Tu îxbarên der heqê waliyê demê Tuncay Sonel de esas nehatin girtin. Bi awayekî aşkera Tuncay Sonel ê bi hêza burokrasiyê cînayet vedişart temaşe kirin.”
Bi domdarî Serpîl Arginê got ku di qonaxa heyî de faîlê esasî Mûstafa Turkay Soner e, waliyê demê Tuncay Sonel bi rêya parastvan û xebatkarên xwe delîlên cînayetê tune kiriye, hin kesên herêmî jî bi kujer re hevkarî kiriye û mîna rêxistina sûc tevgeriyane. Serpîl Arginê anî ziman ku heta hesab ji van kesan neyê pirsîn edalet pêk nayê. Serpîl Arginê got ku divê kujerên Rojîn Kabaîş, Rabîa Naz Vatan, Nadîra Kadîrova, Yeldana Karaman û jinên din ên hatine qetilkirin bên darizandin û dê têkoşîna wan a ji bo vê bidome. Herî dawî jî Serpîl Arginê xwest Tuncay Sonel bi awayekî herî giran bê cezakirin.
Wekîla DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Korduyê jî diyar kir ku zîhniyeta îktîdarê Tirkiye veguherandiye “goristana jinan” û doza Gulistan Dokuyê doza hemû jina ye. Ayten Korduyê wiha domand: “Wezîrê karên hundir ê demê Suleyman Soylu ku walî Sonel diparast, midûrên emniyetê, serdozger û rektorê Zanîngeha Munzurê jî divê daxilî lêpirsînê bên kirin. Di dosyayê de îtîraf hene.”
Ayten Korduyê, diyar kir ku hewceye tiryak û komên çete yên li Dersimê di çarçoveya vê lêpirsînê de bên aşkerakirin û wiha pê de çû: “Hewceye têkiliyên fihûş, tiryak û çeteyan teqez bên lêkolînkirin. Bersiva tevekan jî di nava vê dosyayê de ye. Têkildarî mijarê me pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê.”
Wekîla CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî got ku sedema gotina wan a “cînayetên jinan polîtîk in” tam jî behsa vê rewşa heyî ya di dosyaya Gulistan Dokuyê de dikin. Gulîzar Bîçer Karacayê got ku kujerê Gulistan Dokuyê kurê walî ye, yên telefona Gulistanê lêkolîn kirin û di rapora xwe de gotin tu delîl nehatine dîtin û waliyê demê jî berpirsyar e.
Dayika Gulistan Dokuyê Bedriye Doku jî spasiya her kesên piştgirî daye wan kir.
Xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Dokuyê jî spasiya her kesên di van 6 salan de piştgirî daye wan kir. Aygul Dokuyê got: “Dema em cara ewil hatin bajar, waliyê wê demê Tuncay Sonel em birin Pira Dînarê û got; ‘Gulistanê întîhar kir, em ê bedena wê bidin we.’ Em li ser pirê asê kirin û li pişt me jî Tuncay Sonel û şebekeya wî hovane tevgeriya. Li gorî îfadeya şahidê nepen, kurê Tuncay Sonel ji ewil xwişka min tecawiz kiriye û piştre jî bavê wî bi hêza rayeyên walîtiyê ji bo qirêjiya kurê xwe veşêre, hewl da delîlan tune bike. Lê belê nekarî van delîlan tune bike. Tişta ku ji vir şûnde tekane tişta ku malbata me dikare bike ev e; dîtina cenazeyê keça me û kêleka gor e. Tekane daxwaz û hêviya me kêleke gorê ye. Her wiha em dixwazin ev kujere cezayê muebbedê lê were birîn.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

