Psîkolog û perwerdekar Şiyar Guldîken êrişên li dibistanan ên li Sêwereg û Mereşê nirxand. Guldîken anî ziman ku bûyerê diqewimin pêwendiya xwe tenê bi zarokan nîne, divê bi mercên perwerdeyî û civakî re bê nirxandin.
Piştî êrişên xwendekaran ên li Sêwereg û Mereşê sîstema perwerdeyê û mercên civakî careke din bûn mijara nîqaşê. Guldîken gotina “Divê em li wê sîstemê bipirsin ku zarokekî dike kujer, heta ku em vê nekin em ê li van pirsgirêkan rast bên” a Rakel Dînk bi bîr xist û işaret bi rewşa heyî kir.
Guldîken diyar kir ku êrişên li Sêwereg û Mereşê divê weke meseleyeke tenê eleqeya xwe bi zarokan re heye neyê nirxandin û got, “Ya ku qewimî encamek e. Li aliyê din ê madalyonê jî nîqaşên cuda hene. Dema ku desthilatdarî dixwaze guherÎn û veguherînekê bike, hewl dide bingeha civakî ya vê yekê ava bike. Ev yek jî bi giranî li ser nîqaşên tirsê û ewlekariyê dike. Di bûyera li Sêweregê de hate dîtin; parvekirinên zarok ên beriya niha li medya dîjîtal hebûn. Tê gotin, rêveberiya dibistanê rewş ji deverên pêwendîdar re ragihandiye, lê belê cidî nehatiye dîtin. Ev rewş dibe ku weke bûyereke yekane bê dîtin, lê belê mesele tenê ev nîne.”
Guldîken bal kişand ser bandora civakî ya tundiyê û got, “Dema ku ji aliyê zarokan û ciwanan ve lê tê temaşekirin, ji bo pêkanîna vê çalakiyê derbasbûna qonaxekê divê. Dema ku ev qonax derbas bû, îhtimal rû didin ku çalakiyên bi heman rengî biqewimin. Destpêkê li Sêweregê, piştre jî li bajarê Mereşê û bajarên cuda heman bûyer qewimîn. Li Amedê kesek di nava rojê de bi çekê gule reşand. Ev tesadufî nîne.”
Guldîken anî ziman ku tundî bi rêya medyayê û teknolojiyê hîn bêhtir tê nîşandan û got, “Di rêze fîlmên televîzyonê, fîlm û lîstikên kompûterê de tundî gelekî zêde ye. Li dibistanan zordariya hevtemenan jî pirsgirêkeke girîng e. Her wiha temaşekirina dîmenê şer bi weşana zindî, hestiyariya li nava civakê ya li dijî tundiyê kêm dike. Ev rewş jî nîşan dide ku tundî gav bi gav asayî bûye.”
‘SÎSTEMA PERWERDEYÊ YA JIBERKIRINÊ PIRSGIRÊKAN BI XWE RE TÎNE’
Guldîken avaniya sîstema perwerdeyê jî nirxand û got, “Perwerde hîn bêhtir xwe dispêre jiberkirinê. Hêza fikirîn û lêpirsînê lawaz dibe. Zarok di bin zexta ezmûnên zêde de mezin dibin. Sîstema perwerdeyê di mijara têkilîdanîna bi jiyana rojane re qels dimîne. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser mezinbûna zarokan dike.”
Guldîken qala girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê kir û got, “Zarokek dema bi zimanê xwe yê dayikê tê perwerdekirin, hingî pêvajoyeke hîn çêker a perwerdeyê dibîne. Kêmbûna derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê bi zarokan re pirsgirêkên cuda diafirîne. Ev yek jî dikare qutbûna ji perwerdeyê bi xwe re bîne.”
‘DI PERWERDEYÊ DE PÊWÎSTÎ BI NÊZÎKATIYEKE NÛ HEYE’
Guldîken bal kişand ser pêwîstiya bi guherîna li sîstema perwerdeyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Guhertinên di perwerdeyê de bêne kirin divê ne tenê tedbîrên ewlekariyê bin. Mufredat divê jinûve bê nirxandin, sererastkirinên ku piştgiriyê dide pêşketina hestewarî û civakî ya zarokan bêne kirin. Di perwerdeyê de divê hîn bêhtir cih ji mijarên exlaq, xweza û jiyana civakî re bê dayin.”
Guldîken ragihand ku bûyerên qewimîn bûyerên şexsî nîne, di çarçoveyeke berfireh de divê bê nirxandin û işaret bi girîngiya başkirina mercên perwerde û civakî yên zarokan kir.

