Dewleta Tirk li aliyekî çareseriya pirsgirêka Kurd di rojevê de dihêle û li aliyê din jî girtiyên ku mafê wan ê berdanê heye li ser biryarên Lijneya Çavdêriya Girtîgehan nayên berdan.
Erhan Kaya yê ku di sala 1970’an de ji dayik bûye û di 24’ê Gulana 1995’an de li Erziromê hat girtin, tevî ku cezayê xwe yê 30 salan tqedandiye jî, nehat berdan.
Kaya di 31 salên xwe yên girtî de li girtîgehên Tîpa H a Erziromê, Tîpa T a Tekîrdagê, Edirne û Kayserî/Bunyanê ma û herî dawî di 2’yê Sibata 2025’an de sewqî Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Burdurê hat kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî ku cezayê wî yê 30 salan qediya, cezayê wî pêşî bi hinceta cezayên dîsîplînê 11 meh hat taloqkirin. Erhan Kaya îro telefonî apê xwe Tuncay Yuksel kir û got ku cezayê wî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin.
Yuksel diyar kir ku biraziyê wî jê re gotiye, “Îro di lêgerîna hucreyê de, gardiyanan ji min re gotin ku berdana min ji ber cezayên dîsîplînê 6 mehan hatiye taloqkirin.”
Yuksel li ser navê malbatê axivî û got, “Em Wezareta Dadê ya Komara Tirkiyeyê ji ber van pêkanînên keyfî şermezar dikin. Em bang li raya giştî dikin ku li hember van pêkanînên li dijî girtiyên ku demek dirêje li girtîgehan tên girtin bi hestyarî tevbigerin. Em bibin dengê girtiyan.”

