Li bajarê Amûdê bi hezaran şênî û xwendekar bi meşeke girseyî xwestin mafên zimanî û çandî yê Kurdan di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin.
Girse bi cil û bergên Kurd ji pêşêiya Çerxerêya Jinan dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên wekî “zimanê me dîroka me ye”, “Divê mafên me di destûrê de were mîsogerkirin”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê me xeta sor e”, “Ji bo mafê fêrkirin û perwerdeya bi ziman gelek mamoste û xwendekaran rihê xwe feda kir”, “Zimanê me pêşeroja me y e”, “Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin”, “Tu kes nikare zimanê me înkar bike”, “Fêrbûna bi zimanê kurdî mafeke jê nayê xwarê” û “Fermîkirina zimanê Kurdî daxwaza gelê Kurd e” hatin vekirin.
Girse ku di nava kolanên sereke yên bajar de meşiya, bê navber dirûşmên wekî “Bê zimanê me jiyan nabe” berz kirin.
Meş li qada Şehîd Cîhad a naverasta bajar veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre berdevak Rêveberiya Dibistanên Amûdê Hena Xalid axivî û ev tişt anî ziman “Eger em li dîrokê vegerin; gelê Kurd gelekî kevin li ser vê axa pîroz e. Em xwediyên erdîngarî, dîrok, çand û zimanekî kevinar in. Her gelek bi zimanê xwe tê naskirin. Her zimanek nasname, çand û hebûna gelekî ye. Ji me jî wekî gelê Kurd zimanê me esasê hebûna me û nasname û çanda me ye.”
Hena Xalid di dewama axaftina xwe de anî ziman ku zimanê Kurdî bi tîpên xwe, bi wêje û helbestên xwe dewlemend e û ev li gotinên xwe zêde kirin “Zimanê me bi keda bi sedan helbestvan û wêjevanên Kurd û hezkiriyên zimanê Kurd ji hewldnaên dijmin hatiye parastin. Xwestin hebûna gelê Kurd îmha bikin, lê vî gelê serî netewand. Ji Ehmedê Xanê û Melayê Cizîrî heya Cegerxwîn û Celadet Bedirxan îro merateya ziman bi destê xwendekarna dewam dike. Tevî hewldanên qirkirinê gotin: Em Kurd, zimanê me Kurdî ye û ev mafê me ye.”
Hena Xalid îşaert pê kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava çirûska Şoreşa Zimanê Kurdî jî pêxist û got: “Tevî zehmetiyan û kêmbûna derfetan me di malên axî de dest pê kir û dersên ziman da. Bi keda bi hezaran mamsote û şehîdan me metereyên perwerdeyê bi zimanê xwe derxistin û me bi hezaran xwendekar û mamoste fêrî zimanê Kurdî kirin. Tu kes nikare zimanê Kurdî înkar bike. Em ê zimanê xwe biparêzin. Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye. Em ê heya mîsogerkirina mafê xwe di destûrê de têkoşînê bikin.”
Mîtîng bi dirûşman “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

