Ji bilî qetilkirina jinan di serdemên dawîn de ‘’mirinên biguman ên jinan ên di bin navê xwekuştinê de’’ her ku diçe zêde dibin. Li gorî daneyên Jinnewsê, di nava sala 2025’an de 195 jin ji destpêka îsal û pê ve jî 55 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ne civakî ne jî darazî ev mirin hatine lêkolînkirin û li gel dosyaya Gulistan Dokûyê rastiya ku ev mirin ne normal in zêdetir xwe nîşan da.
Parêzvana Mafê Jinan Mûkaddes Alataş diyar kir ku mirinên biguman nû nînin û ji salên 2010’an û heya niha li Kurdistanê ev yek berdewam dike û têkildarî xebatên qadê yên berê bi rê ve birine û teşeya ku polîtîkayên şerê taybet di nava salan de girtiye, ji ajansa me re axivî.
BÛYERÊN ‘XWEKUŞTINÊ’ YÊN BIGUMAN Û TÊKILIYA DEWLETÊ
Mûkaddes Alataş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên ‘’xwekuştinê’’ yên biguman ên beriya niha li Êlih, Mêrdîn û Amedê pêk hatine û diyar kir ku di van bûyeran de bi taybetî navên kesên nêzî dewletê derbas bûne û gelek dosya bi vî rengî hatine girtin. Mûkaddest Alataş da zanîn ku tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke takekesî ye pirsgirêkeke dîrokî û polîtîk e û anî ziman ku mirinên jinan ên biguman gelek caran encama tundiya mêran e ku tê veşartin.
Mûkaddes Alataş piştre anî ziman ku piraniya jinan gelek caran ji aliyê mêrên gelekî nêzîkî wan ve tên qetilkirin û got ku ev cînayet hin caran bi tundiyê hin caran jî bi ‘’xwekuştin’’ yan jî ‘’mirina biguman’’ tên veşartin. Mûkaddses Alataş da zanîn ku haya jinên birêxistî yên têkoşîna jinan dimeşînin ji vê yekê heye û got ku li pişt mirinên jinan ên biguman gelek caran failekî mêr heye. Mûkaddest Alataş destnîşan kir ku dema mirov li nêzî van bûyeran dibe divê baldar, hesas û pirsyarker be û got ku dema ku gelek mirinên weke ‘’biguman’’ hatine binavkirin, tên lêkolînkirin dibîne ku perçeyekî tundiya sîstematîk a li ser jinan û mekanîzmayên veşartinê ne.
GULISTAN DOKÛ BES MÎNAKEK E
Mûkaddes Alataş di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelek mînakên ku li qadê pê re rû bi rû mane heman tabloyê nîşan didin û got: ‘’Li pişt bûyerên ku wele xwekuştin yan jî mirina biguman hatiye destnîşankirin dijminahiya ji hemberî jinan a kok berdaye, şer û pevçûneke desthilatdariyê ya kûr heye.’’ Mûkaddes Alataş da zanîn ku koka dîrokî ya vê şer û pevçûnê xwe dispêre pergala serweriya mêran a bi hezaran salan û bûyerên weke windabûna Gulistan Dokû û neeşkerekirina pêvajoyê, bûyera li Mêrdînê ya şewitandina bi kolonyayê û gotina xwekuştinê, bi saxî veşartina Medîne Memî ya li Semsûrê û mirinên jinan ên li Êlihê yên li pey hev bi bîr xistin.
JI BER LAWAZIYA BERÊ GELEK BÛYER HATIN VEŞARTIN
Mûkaddes Alataş anî ziman ku ev bûyer ne şexsî ne û da zanîn ku jiyana jinan nayê parastin, pêvajoyên piştî mirinê gelek caran bi awayekî zelal nayê birêvebirin. Alataş got, mirinên jinan ên biguman ne ferdî ne berovajî wê, tabloyeke wisa ye ku tim xwe dubare dike.
Alataş diyar kir ku berê gelek jinên ku tundî dîtine û gef lê hatine xwarin, daxwaza alîkariyê kirin û anî ziman ku ev yek zêde di pêvajoyên lêpirsînê de dernakevin pêş. Alataş bal kişand ser bûyerên ‘xwekujiyê’ yên ku demekê li Êlih û hin bajarên din li pey hev qewimîn û got, ji ber ku saziyên jinan ên wê demê zêde xurt nebûn û ji ber lewaziya mekanîzmayên xwecihî, gelek bûyer bi hêsanî hatin nixumandin. Anî ziman ku Êlih demekê bi întiharên jinên ciwan dihate bîranîn, vê yekê nîşan da ku jin çawa bi tenê hatin hiştin.
REJÎMEKE TUNDIYA AVANÎ HATE AVAKIRIN
Alataş diyar kir ku tundiya li hemberî jinan li Kurdistanê hîn zêdetir û tevilhev bûye û got, ji xeynî newekheviya zayendî ya civakî, eleqeya vê bi polîtîkayên newekheviyê, têkiliyên hêz û qadên bêkontrol re jî heye.
Alataş destnîşan kir ku li Peyasê mêrekî elektrîk da hevjîna xwe ya ku nû zarok anî dinyayê, ev yek asta tundiyê bi eşkere nîşan dide.
Alataş ragihand ku bi taybetî jî têkiliyên bêhevseng ên bi mêrên çawişên pispor, leşker, polîs û mêrên xwedî hêz re tên çêkirin, encamên giran bi xwe re tîne û diyar kir ku tundiya li hemberî jinan di nava torên piştevaniya mêr de tê veşartin. Alataş anî ziman ku mesele tenê weke sûcên şexsî nayê nirxandin û got, ev yek rejîmeke tundiya avanî ya torên piştevaniya desthilatdariya mêr e.
BÊCEZAHIŞTIN BAWERIYA BI EDALETÊ LEWAZ DIKE
Alataş diyar kir ku bêcezahiştin yek ji bandorên herî girîng a zêdebûna mirinên bi guman e û anî ziman ku di hin dosyayan de nîqaşên têkildarî bandora torên desthilatdariya xwecihî tên rojevê, ev yek bi rengekî cidî baweriya bi edaletê lewaz dike.
BERPIRSYARIYEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ
Alataş bilêv kir ku tevgera jin gelek rastiyan derdixe holê, ev yek encama têkoşîna rêxistinkirî ye û anî ziman ku tevgera jinên Kurd di rêveberiyên xwecihî de bi nûneriya wekhev, navendên piştevaniyê û mekanîzmayên piştevaniyê ezmûnên girîng nîşan daye.
Alataş destnîşan kir ku tundiya li hemberî jinê, ne qeder e û diyar kir ku divê ev sîstem were guhertin. Alataş ragihand ku ev guhertin encex bi têkoşîna jinên rêxistinkirî, bi berpirsyariya rêveberiyên xwecihî, bi dawîbûna bêcezatiyê û bi wekheviya zayendî ya civakî pêkan e.
Alataş ev yek jî li gotinên xwe zêde kir, mafê jiyanê yê jinan nabe mijara bazarê, mirinên jinan nayên veşartin û têkoşîna jinan wê paşde gav neavêje.

