Şukru Çatalbaş ku demeke dirêj di asta 4’emîn a nexweşiya kanserê de bû, li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Em bi xemgînî hîn bûn ku hempîşeyê me Şukru Çatalbaş jiyana xwe ji dest da ku salên dûr û dirêj li Kovara Modernîteya Demokratîk ked da. Bila rehma Xwedê li Çatalbaş be û em sersaxiyê ji malbata wî, xizm û hempîşeyên wî re dixwazin.”
Cenazeyê Çatalbaş wê piştî merasîma li Mizgefta Mehmet Ata Paçali bê veşartin.

