Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy roja Înê daxuyaniyek da û anî ziman ku Moskow têkildarî agirbesta du rojan “gaveke biçûk a sembolîk jî neavêt.”
Zelenskiy li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da û got, “Weke ku me di nava 24 saetên dawî de kir, Ûkrayna wê îro jî bi heman rengî bersivê bide.”
Artêşa Ûkraynayê diyar kir ku li derveyî xeta eniyê li herêmên cuda yên welêt 56 droneyên Rus xistiye. Rêveberiya Kievê ragihand ku hêzên Rûs şeva derbasbûyî bi giştî 850 caran bi droneyan êriş kiriye.
RÛSYA: 264 DRONEYÊN ÛKRANYAYÊ HATIN XISTIN
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku wan ji nîvê şevê heta sibehê 264 droneyên Ûkranyayê xistine xwarê. Li gorî daxuyaniya wezaretê êrîş di serî de li Moskowê û li dehan herêmên cuda hatine astengkirin.
Rêveberiya Moskowê got ku Ûkrayna dikare di merasîmên salvegera serketina li dijî Elmanyaya Nazî de êrîşekê pêk bîne. Ji ber vê sedemê, bang li sivîl û dîplomatan kir ku ji Kievê derkevin. Rayedarên Rûsyayê, her wiha diyar kirin ku ger êrîşeke wiha pêk were ew ê bersivê bidin.
ÛKRANYAYÊ LI TESÎSEKE PETROLÊ KU 700 KM DÛR BÛ XIST
Li aliyê din artêşa Ûkranyayê, jî ragihand ku wan li tesîsa petrolê ya li herêma Yaroslavlê ku nêzî 700 km dûre, xistine. Herêm malvaniya rafîneriyeke mezin a petrolê dike.
Zelenskiy li ser Telegramê daxuyanî da û got, “Êrîşên menzîldûr ên Ûkranyayê, weke bersiv li dijî êrîşên Rûsyayê yên li ser bajar û gundên Ûkranyayê berdewam dikin.”

