Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fermî SANA’yê, yek ji kesên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin Mahîr el Şara ye ku birayê Serokkomarê demkî ye.
Li gorî sererastkirina nû, Waliyê berê yê Hûmsê Abdul Rahman Bedreddîn Al Ama li şûna Mahîr el Şara bû Sekreterê Giştî yê Serokkomariya Sûriyeyê.
Di guhertina kabîneyê de Halîd Fevvaz Zaarûr kete şûna Wezîrê Enformasyonê Hamza el Mûstafa û Basil Hafiz el Sûveydan jî kete şûna Wezîrê Çandiniyê Amcad Badr.
Rêveberiya Şamê her wiha Hûms, Kûneytra, Lazkiye û Dêrazor jî di nav de ji bo gelek wîlayetan waliyên nû tayîn kir.
Li ser sedema revîzyonê daxuyaniyeke fermî nehate dayin.
Hikumeta demkî heta niha bi giranî ji kesên nêzî Ahmed el Şara pêk dihat.

