Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meral Daniş Beştaş: Komîsyon li ser meseleya Kurd û aştiyê axivî, êdî garantiya qanûnî şert e
Rojane

Meral Daniş Beştaş: Komîsyon li ser meseleya Kurd û aştiyê axivî, êdî garantiya qanûnî şert e

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser gavên girîng ên sala bihurî û bi bîr xist ku li maseya komîsyonê meseleya Kurd hate nirxandin û destnîşan kir ku çarçoveya qanûnî jî divê beriya betlaneya Meclîsê qanûnî bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de ya 5’ê Gulanê daxuyaniyeke balkêş da û got, Rêber Apo di pêvajoyê de dikare bi rola ‘Koordînatoriyê’ rabe û statuya wî jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Piştî vê daxuyaniyê bal çû ser Serokkomarê AKP’yî Erdogan. Erdogan jî roja Înê nirxandin kir û anî ziman ku Tifaqa Cûmhûr ‘biryargeha siyasî’ ya pêvajoyê ye û diyar kir ku vegera ji gavên hatine avêtin wê nebe.

Parlamentera Erzîromê ya DEM Partiyê û endama komîsyonê Meral Daniş Beştaş qonaxa heyî û bendewariyên siyaseta Kurd nirxand.

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku pêvajoya heyî bi aliyên xwe yên civakî, siyasî û polîtîkaya derve xwedî rabirdûyeke ji sed salî ye û destnîşan kir ku di rewşa heyî de astengiyeke mezin nîne ku ji holê neyê rakirin, ya pêwîst îrade û wêrekiya siyasî ye.

Beştaş ragihand ku piştî şerê bi dehan salan qonaxeke krîtîk destpê kiriye û got, “Banga 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan deklarasyoneke dîrokî ye. Ev yek di asta jiyanî de girîng e. Di nava salek derbasbûyî de PKK’ê kongreya xwe civand, biryarên xwe eşkere kir ku gelekî girîng bû.”

Parlamentera DEM Partiyê işaret bi zemîna diyalogê kir ku di bin sîwana meclîsê de ava bû û diyar kir ku dûrî termînolojiya baskê desthilatdariyê, li maseya komîsyonê bi esasî li ser meseleya Kurd nirxandin hate kirin. Meral Daniş Beştaş got, “Li aliyê din, yek ji gavên dîrokî û girîng ew bû ku li Meclîsê ya ku temsîliyeke xurt lê heye, ji sedî 98 ê temsîlkaran li dora maseyekê rûniştin. Yanî ev gav ji rêzê nîne, pêşketinek e. Bêguman dema ku em vê dibêjin, em texmîn dikin ku raya giştî bi daxwazên me zane. Mînak me diyar kir ku divê ew komîsyon bi qanûnê ava bibe, lê belê bi banga Serokatiya Meclîsê pêk hat. Lê belê ev yek rastiya wê bi temamî bê qîmet an jî negirîng nake. Ji ber ku ev mase li derveyî pozîsyonên siyasî yên heyî, di ser pozîsyonên heyî re bû.”

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku di asta heyî de divê gavên mezin bêne avêtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Mixabin avêtina van gavan jî bi êş e. Dil dixwest ev yek bê pirsgirêk bi rê ve biçûya, bersiv ji pirsên raya giştî bihata dayin. Lê belê divê em zanibin ku pêvajoyeke welê ye ku di nav de muxatabên welê hene ku bi rengê cuda li jiyanê dinihêrin, aliyên xwe yên cuda hene.

Mebesta min ne ew e ku ti pirsgirêk hîne û her tişt di rewşa heyî de weke ku tê xwestin tê meşandin. Ez dibêjim, dma ku mirov ev nirxand divê mezinahiya wê li ber çavan bigirin û binirxînin.”

Meral Daniş Beştaş ragihand ku êdî pêwîstiyeke lezgîn e ku pêvajoya çareseriyê li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin û diyar kir ku dema nîqaşan dirêj kir û gaveke şênber nehate avêtin, bêbawerî li nava gel mezin dibe. Lewma jî xwest ku pêvajo ji hesabên hilbijartinê re nebe qurban û gavên qanûnî bêyî dem derbas bibe divê bêne avêtin.

Parlamentera Erzîromê anî ziman ku divê mercên karkirin û ragihandinê yê Rêber Apo bêne sererastkirin ku muxatab û aktorê bingehîn ê çareseriyê ye û got, “Ji bo selameta pêvajoyê hem medya desthilatdariyê hem jî ya li muxalefetê divê zimanê xwe biguherînin.”

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hêviyên têkildarî teqwîma pêvajoyê û destnîşan kir ku ji bo sererastkirinên qanûnî divê beriya meha Tîrmehê ku Meclîs bikeve betlaneyê pêk were. Meral Daniş Beştaş ragihand ku hîn pêşnûmeyeke şênber nehatiye ser maseyê û ji bo zemîna hevparebûnê dem kêm maye. Parlamentera DEM Partiyê got, “Bendewariya min ew e ku meha Kanûnê em li ser vê pêşnûmeyê bixebitin. Niha li pêşiya me metnek nîne, lê belê em zanin ku pêşnûme amade ne. Divê em êdî zemîneke hevpar a li ser van pêşnûmeyan ava bikin. Meclîs wê Tîrmehê bikeve betlaneyê. Divê em vê çarçoveya qanûnî beriya betlaneyê teqez derxînin. Divê li nava tevahiya civakê bê belavkirin ku gel wê zerarê ji vê pêvajoyê nebîne, wê her kes bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Korûcû: Suryanî piştgiriyê didin pêvajoyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Navê sivîlên li Tişrîn û Kobanê şehîd bûn hate eşkerekirin

Navê 5 sivîlên li Tişrînê û gundê Girkê yê Kobanê di êrîşên dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Necla Yildiz serbest hate berdan

Necla Yildiz a ku di sala 2016’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” 9 sal…

Ji aliyê Stêrk TV

Şerê Ûkraynayê: Li gorî Trump bi Putin re li hev kiriye

Serokê DYE'yê Donald Trump got, di mijara şerê Ûkraynayê de ew bawer e ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?