Bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re nîqaşên li ser astengiya li pêşiya bikaranîna Kurdî ya li qada cemaweriyê û pirsgirêka statuya ziman careke din kete rojevê. Saziyên zimanê Kurdî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên girseyî yên demokratîk dibêjin, Kurdî ne tenê nirxekî çandî ye, di heman demê de meseleyeke mafê bingehîn e û destnîşan dikin ku divê dewlet sererastkirinên qanûnî yên şênber bike.
Bi taybetî perwerdeya bi zimanê dayikê, pirzimaniya li xizmetên cemaweriyê û garantiya destûra bingehînî ji rojevên bingehîn ên çalakiyên îsal ên Cejna Ziman e.
Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘DI MIJARA KURDÎ DE DEWLET HÎN JÎ LI CIHÊ XWE YÊ BERÊ YE’
Azîzoglû anî ziman ku dewlet qala pêvajoyeke nû dike, lê belê di nêzîkatiya xwe ya têkildarî Kurdî de guhertinek nekiriye û bi bîr xist ku li komîsyona li meclîsê jî destûr ji axaftina bi Kurdî re nehate dayin. Hevserokê MED-DER’ê diyar kir ku hîn jî hewl tê dayin ku Kurdî li derveyî qada cemaweriyê bê hiştin û bi vî rengî axivî:
“Dewlet timî qala pêvajoyeke nû dike. Lê belê dema mesele dibe Kurdî hîn jî li ser mejiyê xwe yê berê disekine. Bi taybetî xwe nade ber mijara ziman. Komîsyonek ava kirin, me hemûyan dît; li wê komîsyonê nehiştin mirov bi Kurdî biaxivin. Ev yek rewşeke li ber çavan e. Ji ber ku meselel ne axaftina mirovan e, mesele naskirin an jî nenaskirina Kurdî ye.
Dewlet hîn jî naxwaze Kurdî weke zimanekî fermî bibîne. Fermîbûna ziman li aliyekî naxwaze bibe zimanê perwedeyê jî. Qala pêvajoya nû dikin lê di mijara ziman de gaveke bi tenê ya demokratîk neavêjin. Lewma em dibêjin, li ser mejiyê xwe yê berê ne. Ji ber ku heta dewlet nexwaze di vê meseleyê de pêşketin nabe.”
‘ZIMAN NASNAMEYA GELEKÎ YE’
Di dewama axaftina xwe de Azîzoglû anî ziman ku ziman ne tenê meseleyeke çandî ye, Kurdî nasname û hebûna gelekî ye û got, “Ziman kesayetiya me ye, hebûna me ye. Mirov destpêkê bi zimanê xwe dibe mirov. Ji ber ku cudahiya me ji zindiyên din ew e ku em diaxivin û bi rêya ziman têkiliyê bi hev re datînin. Em hestên xwe bi ziman bilêv dikin, bi ziman hîn dibin ku bifikirin. Mirov bi zimanê xwe yê dayikê wateyê dide cîhanê.
Eger zimanê gelekî qels bibe, hişê wî gelî qels dibe. Ji ber ku ziman ne tenê çend gotin û hevok e; dîrok, çand, şêweyê jiyanê û hişê gelekî di nava ziman de ye. Ji ber vê jî meseleya ziman meseleyeke ji rêzê nîne; meseleyeke bingehîn e ku pêwendiya xwe bi paşeroja gel re heye.”
‘PÊWÎSTE BÊ QEBÛLKIRIN KU KURDÎ ZIMANÊ FERMÎ YE’
Azîzoglû destnîşan kir ku divê Kurdî bi destûra bingehîn bê garantîkirin, pirzimanî li gelek welatan heye û ti ji van welatan jî parçe nebûye. Azîzoglû ragihand ku feraseta yekperest pirsgirêkên civakî kûr dike û diyar kir ku statuya fermî ya Kurdî ji bo demokratîkbûnê mecbûrî ye.
Hevserokê MED-DER’ê bi dewamî got, “Em bi rengekî eşkere dibêjin: Divê Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin. Di nava qanûnan de divê hebe. Ji ber ku ev mesele wekî din çareser nabe. Li gelek welatên cîhanê gelek ziman hene. Mirov bi zimanê xwe perwerde dibin, li saziyên dewletê bi zimanê xwe xizmetê dibînin û li dadgehê jî dikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ev welatên navborî parçe nebûn; berevajî parçebûnê mirovan xwe wekhev dîtin. Lê belê li vê derê her tişt li ser zimanekî hatiye avakirin. Feraseteke welê heye ku her tiştî dike yek reng. Di mijara ziman de jî heman nêzîkatî heye. Halbûkî pirzimanî gef nîne, lê dewlemendiyeke civakî ye.”
‘GIRÎNG E EM MALÊN XWE BIKIN WEKE DIBISTANA KURDÎ’
Azîzoglû bi taybetî işaret bi girîngiya axaftina zarokan a bi Kurdî kir û got, “Dibe ku dewlet îro derfetê nade, lê belê em neçar in ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Girîng e em malên xwe bikin weke dibistaneke Kurdî. Divê em teqez bi Kurdî bi zarokên xwe biaxivin. Mirov carna ditirsin ku zarokên xwe ji Tirkî kêm bimînin, lê belê rewşeke welê nîne. Berevajî vê yekê zarokên ku bi du zimanan zanin mejiyê wan hîn bêhtir bi pêş dikeve.
Berê zarok ji ber ku bi derengî hînî Tirkî dibûn di perwerdeyê de zehmetî dikişandin, lê îro medya dîjîtal heye, televîzyon heye, înternet heye. Zarok ji xwe li derve bi Tirkî hîn dibin. Dema diçin dibistanê jî hîn dibin. Lê belê eger zimanê xwe yê dayikê hîn nebe wê demê cîhanê baş fêhm nake. Divê mirov destpêkê hîn bibe ku bi zimanê xwe yê dayikê bifikire. Zarokekî ku zimanê xwe yê dayikê baş zane, bi rehetî hînî zimanên din jî dibe. Lewma divê her kes teqez Kurdî hînî zarokên xwe bikin û ziman bikin esasê jiyana xwe ya rojane.”

