Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike
Rojane

Newroz Aslan: Statuya ku Kurdî bidest bixe dê statuya pêvajoyê jî diyar bike

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku rakirina astengiyên li pêşiya Kurdî yek ji daxwazên sereke ne û got, “Statuya ku zimanê Kurdî bidest bixe, dê statuya pêvajoyê jî diyar bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 15’ê Gulanê de Cejna Zimanê Kurdî, ku di atmosferek li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin de tê pîrozkirin û daxwaza statuya zimanê Kurdî careke din derket pêş. Saziyên Kurdî di daxuyaniyên xwe de, destnîşan kirin ku çareseriya vê pirsgirêkê tenê bi bidawîbûna polîtîkayên înkarê mimkun e. Parlamenterên DEM Partiyê jî gelek pêşniyarname pêşkêşî Meclîsê kirin da ku astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, ji ajansa me ANF’ê re axivî û diyar kir ku zimanê Kurdî ne tenê zimanekî danûstandinê ye û got, “Statuya ku zimanê gelê Kurd dê bidest bixe dê rewşa pêvajoyê jî diyar bike.”

’15’Ê GULANÊ SEMBOLA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÎNKARÊ YE’

Newroz Aslan, anî ziman ku Cejna Zimanê Kurdî ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de sembola nasname û têkoşîna mafên gelê Kurd e. Newroz Aslan, diyar kir ku pirsgirêka ziman yek ji mijarên bingehîn ên pêvajoya çareseriyê ye û got, “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî mirovî yê gerdûnî ye. Yek ji bendewariya gel a bingehîn ev e.”

‘ME GELEK PÊŞNIYARNAME PÊŞKÊŞ KIRIN’

Newroz Aslan, da zanîn ku wan gelek pêşniyarname pêşkêşî meclîsê kirine da ku astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî ji holê bên rakirin û behsa astengiyên li ser weşanên Kurdî, muzîk, perwerde û xizmetên giştî kir. Newroz Aslan, her wiha got ku wan ji bo misogerkirina bikaranîna Kurdî di pêvajoyên lêpirsîn û darizandinê de jî pêşnûmeqanûn pêşkêş kirine.

 ‘SEDSALEKE QEDEXE Û BERXWEDAN’

Newroz Aslan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd li ser înkarkirina Kurdan û zimanê Kurdî hatiye avakirin û got ku tevî zêdetirî sedsalek polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê jî, gelê Kurd têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe didomîne. Newroz Uysal got, “Em ji qonaxa ku bi Kurdî axaftin dibû sedema cezayê hatine roja îro û daxwaza statuyê dikin.”

‘NE QENCÎ YE, MAFEK BINGEHÎN E’

Newroz Aslan, anî ziman ku gavên sînorkirî yên ku AKP’ê têkildarê ziman avêtine, wekî qenciyek tê nîşandan û got ku TRT Kurdî û dersên bijartî yên Kurdî li dibistanan mafên bingehîn ên gel in. Newroz Aslan, diyar kir ku Kurdî hîn jî di tomarên Meclîsê de tê sansûrkirin û got ku nêzîkatiya înkarker a li hember zimanê Kurdî berdewam dike.

‘AKP LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE NÊZÎ KURDÎ DIBE’

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku siyaseta AKP’ê ya li hember zimanê Kurdî li gorî berjewendiyên xwe ye û got ji aliyek ve TRT Kurdî tê vekirin û ji aliyê din ve jî dezgehên medyayê yên bi zimanê Kurdî weşanê dikin, konser û çalakiyên çandî dikin, qedexe dike. Newroz Aslan got, “Têrê nake ku mirov Kurdî wekî zimanekî ji bo bikaranîna rojane bibîne. Têgihîştinek heye ku hewl dide vî zimanê kevnar qels bike.”

‘BÊCEZATÎ SIYASETA DEWLETÊ NÎŞAN DIKE’

Newroz Aslan, diyar kir ku siyaseta bêcezatiyê ji bo kesên ku ji ber axaftina bi Kurdî an guhdarîkirina muzîka Kurdî rastî êrîşan tên berdewam dike û got ku ev siyaseta dewletê ye. Newroz Aslan got, “Heta ku hûn zimanê Kurdî nas nekin, hûn Kurdan bê statu dihêlin.”

‘RÊYA AŞTIYÊ BI NASKIRINA ZIMANÊ DAYIKÊ RE PÊKAN E’

Newroz Aslan, got ku aştiyeke rastîn bi Kurdan re tenê bi naskirina zimanê wan ê dayikê mimkun e. Newroz Aslan, anî ziman ku divê bendên Destûra Bingehîn ên ku perwerdehiya bi zimanê dayikê asteng dikin werin guhertin û xwest ku zimanê Kurdî di perwerdehiyê, qada giştî û saziyên fermî de jî were misogerkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervana ku ji jinên Ereb re pêşengtî dikir: Hêlîn Kobanê
Nûçeya Pişt re Li Urmiyeyê mamosteya Kurd hate binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesrûr Barzanî destpê kir

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Sersaxiya Rêber Soydan ê di girtîgehê de hat qetilkirin hat ziyaretkirin

Ji bo sersaxiya Rêber Soydan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Pirsgirêk bi heq û hiqûqê çareser dibin, ne bi gefxwarinê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li ber gefên li ser Kurdan bi taybetî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?