Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser girtin û mikurhatina sîxurekî daxuyaniyek da, ku hate ragihandin destê wî di şehadeta fermandar Simko Kobanê de hebû.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weke gelê me û raya giştî dizane 19’ê Tîrmeha 2025’an hevrê û fermandarê me Simko Kobanê dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bû ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû şehîdkirin. Kesê sîxurtî kiriye û ji nêz de destê wî di bûyerê de hebû, Zanyar Şêx e ku di encama lêpirsîneke berfireh de gelek tiştan eşkere dike.”
Ragihandina YRK’ê diyar kir ku wê agahiyên berfireh ên li ser mijarê û dîmenê sîxur Zanyar Şêx 19’ê Gulana 2026’an biweşînin.

