Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel têkildarî biryara “Bêhukmiya Teqez” bi rengekî fermî serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û îtiraz kir.
YSK ji bo nirxandina îtiraza CHP’ê ya li hemberî biryara “Bêhukmiya Teqez” wê îro bicive.
Piştî eşkerekirina biryara îstînafê ya têkildarî Kongreya CHP’ê de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û rêveberên partiyê şeva xwe li Navenda Giştî ya Partiyê derbas kirin.
Ozel li gel rêveberên partiyê nexşerêyek têkildarî biryara “Bêhukmiya Teqez” amade kir û endamên Meclîsa Partiyê û parlamenteran jî nobed girtin. Ozgur Ozel serê sibehê careke din bang li endamên Desteya Rêveberiya Navendî kir ku bicivin.

