Ozer ê ku di çarçoveya ‘lihevkirina bajêr’ de ji bo Serokatiya Şaredariya Esenyûrt a CHP’ê hate hilbijartin û piştre qeyim li şûna wî hate tayînkirin, li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û got, ev biryar tenê CHP’ê na, di heman demê de mafê hilbijartinê, îradeya neteweyî û demokrasiyê hedef digire.
Ozer got, “Ev biryar derbeyeke giran a li dijî pîvanên dewleta demokratîk e.”
Ozer di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku bi destê darazê hewl tê dayîn ku siyaset were dîzaynkirin û diyar kir ku destwerdanên li dijî partiyên siyasî, ne li gorî sîstema demokratîk e.
Ahmet Ozer di daxuyaniya xwe de piştgirî da Ozgur Ozel jî.

