Koma CHP’ê ya Meclîsê, piştî biryara “Bêhukmiya Teqez” a fesixkirina Serokê Giştî ya CHP’ê Ozgur Ozel û rêveberiya wî li Navenda Giştî ya CHP’ê civiya. Parlamenteran civînek girtî ya komê lidar xist û dengdanê pêk anîn. Ji 96 parlamenterên CHP’ê bi dengên 95 parlamenteran Ozgur Ozel weke Serokwekîlê Koma CHP’ê hate bijartin. Dengek jî betalkirî hate hesibandin û 15 parlamenteran jî bi hincetên cuda nekarîn beşdarî civînê bibin.
Hat zanîn ku parlamenterên nêzî Kemal Kiliçdaroglû jî tevlî civînê bûn. Ozgur Ozel beriya bibe serokê giştî yê CHP’ê weke Serokwekîlê Koma CHP’ê kar dikir.

