Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Kobanê Bêrîvan Îsmaîl, derbarê hilbijartinên parlementoyê yên li bajarê Kobanê de ji ANF’ê re axivî. Bêrîvan Îsmaîl, diyar kir ku hilbijartin nûnertiya îradeya gel nakin û got ku ji berê ve hatine plankirin.
Bêrîvan Îsmaîl got ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê jî bi zihniyeta rejîma Baas a kevin tevdigere. Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku mafên Kurdan û pêkhateyên din di hilbijartinan de nehatine temsîlkirin û got ku kesên hatine hilbijartin ji êşên ku gelê Kurd dijîn bêxeber in.
Bêrîvan Îsmaîl got, “Me bi salan êş kişand. Me şehîd dan. Lê ew kesên ku îro îdia dikin ku Kurdan temsîl dikin wê demê li aliyê gel nebûn. Em gelên li Rojavayê Kurdistanê xwediyê êşê ne, ew rojekê jî ne li kêleka me bûn. Dema ku me rojên bi êş dîtin, ew tune bûn. Dema me şehîdên xwe radikirin, ew tune bûn. Ji lewra em wan kesan napejirînin û ew kes temsîlî Kurdan nakin.”
Bêrîvan Îsmaîl her wiha diyar kir ku temsîliyeta jinan di hilbijartinan de tune bû û destnîşan kir ku şoreşa Rojava di bin pêşengiya jinan de pêşketiye. Bêrîvan Îsmaîl got, “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Lê di van hilbijartinan de, îradeya jinan hate paşguhkirin.”
Bêrîvan Îsmaîl got, “Kesekî ku êşa gelê Kurd nejiyaye nikare were û gel temsîl bike. Rojava bi hezaran şehîd da. Lê yên ku îro hatine hilbijartin ti têkiliya wan bi têkoşîna gel re tune ye.”
Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku weke PYD’ê ew vê hilbijartinê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe bi rêbazên siyasî bidomînin. Bêrîvan Îsmaîl got, “Em ê heta dawiyê îradeya gelê xwe biparêzin. Em têgihîştinek ku gelê Kurd temsîl nake, qebûl nakin.”

