Heyetên DEM Partî û Partiya Tevgera Neteweperest bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana hev kirin û cejn li hev pîroz kirin.
Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHP’ê Sadîr Durmaz, Serşêwirmenda Serokatiya Giştî Prof. Dr. Esma Ozdaşli û Endama Desteya Rêveber a Navendî Şahîn Kartal, bi boneya Cejna Qurbanê serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî, Parlamenterê Wanê Zulkuf Ûçar û Endama Meclisa Partiyê Nuray Ozdoganê, şandeya MHP’ê pêşwazî kirin. Piştî merasîma cejnê, Hatîce Betul Çelebiyê işaret bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Ev, banga ji bo jiyaneke din pêkan e. Ev, tevî hemû cudahiyan jî banga mirovbûnê ye. Civaka me bi hesreta civakeke birûmet e. Dê ev hewldanên me bidomin. Ev cejn girîng e.”
Dûrmaz ê MHP’î jî got: “Divê em jiyaneke bi hev re ava bikin û ji bo zarokên xwe vê pêvajoyê bi awayekî aramtir bi dawî bikin.”
Guleryuz ku piştî merasîma cejnê axivî, diyar kir ku divê piştî cejnê gavên berbiçav bên avêtin.

