Pêncşem, 28 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî û MHP’ê serdana hev kirin: Banga ji bo gavên şênber

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Guzelbahçeyê Mûstafa Gunay ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hasan Ogut piştî 34 salan hate tehliyekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Karakûş: Sedema bingehîn a xitimîna pêvajoyê statuya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê serdana Şehîdgeha Şehîd Nûjîn hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konsolosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Mazlum Ebdî ezimand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji 79 sazî û komeleyên Êzidiyan daxuyaniya li dijî projeyên GES’ê
Rojane

Ji 79 sazî û komeleyên Êzidiyan daxuyaniya li dijî projeyên GES’ê

79 komele û saziyên Êzidiyan ên li derveyî welat bi daxuyaniyeke hevpar li ber projeyên GES'ê yên li Mêrdîn û Êlihê rabûn ku wê bandorê li ser qada jiyanê ya Êzidiyan bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Gulan 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji Ewropayê heta bi Awûstralyayê, 79 komele û saziyên Êzidiyan ên li derveyî welat têkildarî projeyên Santralên Enerjiya Rojê (GES) ên li Mîdyad a Mêrdînê û Beşîrî ya Êlihê daxuyaniyeke hevpar dan. Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew projeyên GES’ê yên li ser gundê Bacinê yê navçeya Mîdyadê û herêma Beşîrî ya Êlihê ku 13 gundên Êzidiyan lê hene, bi baldarî û hesasiyeteke mezin dişopînin. Sazî û rêxistinên Êzidiyan destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin enerjiya nûjenkirî yên dostê xwezayê ne, lê belê geşepêdana domdar divê bi rêzgirtina li mafên hindikahiyên dîrokî, parastina qadên jiyanê yên çandî û bi hestiyariya civakî û ekolojîk be.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku erdên ji bo projeyên GES’ê qala wan tê kirin, ne erdên vala ango bêqîmet in û hate gotin, ew herêm bi sed salan beşek ji jiyana civakî, çandî û aborî ya gelê Êzidî ye. Bi dewamî hate gotin, cihê ku plan tê kirin ku projeya GES’ê lê bê avakirin weke goristan û cihên xwe yên pîroz bi wateyeke kûr a olî û çandî tê bikaranîn, lewma projeya hatiye plankirin ji aliyê civaka gundan ve bi nerazîbûn hatiye pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku gundî van projeyan weke destwerdana li ser wargehên xwe yên jiyanî, bîranîn û çandî yên dîrokî dibînin.

Sazî û komeleyên Êzidiyan bal kişandin ser travmaya kûr, koçberiya bi zorê û windahiyên mezin ên civaka Êzidî ya li Tirkiyeyê û bi bîr xistin ku salên berê bi hezaran malbatên Êzidî neçar man ku gundên xwe bihêlin û bi taybetî berê xwe bidin Almanyayê û welatên cuda yên Ewropayê.

Di daxuyaniyê de işaret bi tevgera vegera li warê xwe hate kirin ku salên dawî destpê kiriye û ev yek ji bo civaka Êzidî gelekî girîng hate dîtin. Derfetên jinûve avakirina mal, goristan, cihên pîroz û gundan ji bo civaka Êzidî weke hêvîbexşek ji bo paşerojê hate destnîşankirin. Saziyan diyar kirin ku di atmosfereke bi vî rengî ya bi hêvî de gav û projeyên qala wan tê kirin, dikare bandoreke neyînî bike.

Saziyan têkildarî projeyên GES’ê ev fikarên xwe parve kirin:

– Windabûna zozan û axên çandinî yên kevneşopî,

– Bandorên ekolojîk ên ku di qadên hestiyar ên xwezayî de dikarin derkevin holê,

– Îhtîmala zirardîtina cihên çandî, olî û dîrokî,

– Nebûna agahdarkirina têr a gelê herêmê û nebeşdarbûna wan di pêvajoyên biryardanê de,

– Bandorên civakî û aborî li ser civaka Êzidiyan a ku li herêmê dijî,

– Encamên neyînî yên ku dikarin li ser pêvajoyên veger û jinûve avakirinê yên paşerojê çêbibin.

KOMELE Û SAZIYÊN ÊZIDIYAN BI 5 XALAN PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ KIRIN

Di daxuyaniya hevpar de hate xwestin, ku rêyên alternatîf ên çareseriyê bi cidiyet were nirxandin.Her wiha banga xurtkirina diyaloga bi beşên civakî yên têkildar re hate kirin.

Ji bo çareseriyê jî ev pênc xal hate pêşniyarkirin:

1. Nirxandina Herêmên Alternatîf

Girîng e ku projeyên enerjiya rojê li şûna herêmên hestiyar ên çandî, dîrokî û ekolojîk, li qadên ku binesaziyên wan guncaw in an jî berê ji bo armancên cuda hatine bikaranîn, werin bicihanîn.

2. Piştgiriya Modelên Enerjiyê yên Ne-Navendî

Bi saya sepanên piçûktir ên enerjiya rojê ku li ser avahî û banan tên saz kirin, dikare hem hilberîna enerjiya domdar were peyda kirin û hem jî jiyana kevneşopî ya gundan were parastin.

3. Nirxandina Hevbeş a Çandinî û Hilberîna Enerjiyê

Bi modelên weke agro-fotovoltaîk, çandinî, heywandarî û hilberîna enerjiyê dikarin bi hev re bêne domandin; bi vî awayî şêweyên bikaranîna kevneşopî ya erdan jî tên parastin.

4. Parastina Gundên Vegera Êzidiyan

Piştgirî û parastina taybet a gundên Êzidiyan li herêmên Midyad û Batmanê, ji bo parastina mîrata çandî, geşepêdana gundewarî ya domdar û lihevhatina civakî girîngiyek mezin heye.

5. Lêkolînên Serbixwe yên Zanistî û Çandî

Berî sepandina projeyan, divê bandorên ekolojîk, arkeolojîk, dîrokî û olî ji aliyê pisporên serbixwe ve bi awayekî berfireh werin lêkolînkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên desthilatdariyê, dezgehên dadgeriyê û biryarderên siyasî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî hate kirin ku berpirsyariya dîrokî ya li hemberî gundên Êzidiyan ên li herêmên Mîdyad û Êlihê bi hestiyariyeke mezin werin nirxandin.

SAZIYÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

⦁  Civaka Êzidî ya Bielefeld-OWL 
⦁  Civaka Êzidî ya Emmerich e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya Sulingen e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya Wilhelmshaven e.V.
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Bremen û derdora wê e.V.
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Celle e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya Westmünster e.V.
⦁  Dengê Azad (DRA)
⦁  Civaka Êzidiyan ya Bochum e.V.
⦁  Civaka Êzidiyan ya Bergen e.V.
⦁  Enstîtûya Zanistên Êzidî e.V.
⦁  Komela Cil û Bergên Kevneşopî ya Êzidî ya Oldenburg e.V.
⦁  Divana Gundê Bacinê (Tirkiye)
⦁  Ronahî Diepholz – Komela Çandî û Civakî ya Êzidî e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya Osterholz e.V.
⦁  Forûma Êzidî ya Oldenburg e.V.
⦁  Forûma Êzidî ya Delmenhorst e.V.
⦁  Komela Çanda Êzidî ya Ostfriesland e.V.
⦁  Komela Çandî û Civakî ya Êzidî e.V.
⦁  Navenda Çand û Mafên Êzidî
⦁  Yekîtiya Eyaleta Niedersachsen ya Êzidiyan e.V.
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Liège (Belçîka)
⦁  Fêdêrasyona Êzdiyên Fransa
⦁  Mala Êzdiyan a Rouenê – Fransa
⦁  Yekîtiya Êzdiyan a Amiensê – Fransa
⦁  Mala Êzdiyan a Bordeaux – Fransa
⦁  Mala Êzdiyan a Valence – Fransa
⦁  Mala Êzdiyan a Lille – Fransa
⦁  Civaka Êzidî ya Rheinland-Pfalz e.V. (2013)
⦁  Civaka Çand û Civakî ya Êzidî ya Berlînê e.V.
⦁  Akademiya Navneteweyî ya Êzidiyan e.V.
⦁  Şengal – Komela Çand û Medyaya Êzidî e.V.
⦁  Yakbûna Êzidiyan – Herêma Hameln-Pyrmont e.V.
⦁  Roja Êzidî ya Stuttgart e.V.
⦁  Navenda Soykirina Êzidiyan e.V.
⦁  Komela Çanda Êzidî ya Bielefeld e.V.
⦁  Mala Êzidiyan ya Lüneburg e.V.
⦁  Rêxistina Alîkariya Êzidî Roj
⦁  Komela Êzidî ya Meinersen
⦁  Komela Çand û Kevneşopî
⦁  Civaka Êzidiyan li Norwêcê
⦁  Komela Thüringen e.V.
⦁  Rêxistina Mafên Mirovan ya Êzidî
⦁  Navenda Karûbarên Êzidiyan
⦁  Komela Ciwanên Êzidî – Awistralya
⦁  Enstîtûya Hevkariya Êzidî Rojnas e.V.
⦁  Rêxistina Xizmetên Giştî Zuhoor – Hannover
⦁  Mala Êzidxanê ya Dortmund û derdora wê e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya Almanyayê e.V.
⦁  Yekîtiya Êzidiyan ya Hamburg – Bengeh Ezidiati
⦁  Koma Birayên Êzidî
⦁  Komela Çanda Êzidxan74 ya Freiburg e.V.
⦁  Yekîtiya Êzidiyan e.V.
⦁  Meclîsa Dînî ya Êzidî e.V.
⦁  Rêxistina Alîkarî û Pêşveçûnê ya Şengal Heart
⦁  EBKK – Perwerde, Huner û Çanda Êzidî e.V.
⦁  Akademiya Hêzkirinê JANGO
⦁  Komela Dostaniya Alman-Êzidî e.V.
⦁  Komela Çanda Êzidî ya Krefeld e.V.
⦁  Mala Êzidiya Hildesheim
⦁  Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê e.V.
⦁  Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê e.V.
⦁  Komela Çanda Alman-Êzidî e.V.
⦁  Mala Êzidiya Cloppenburg
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Berlîn e.V.
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Hannover e.V.
⦁  Siwana Meclisên Jinên Êzidî e.V.
⦁  Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlîn 
⦁  Komela Jinên Êzidî ya Achim e.V.
⦁  NAV-YEK – Yekîtiya Navendî ya Komelên Êzidî e.V.
⦁  Komela Çanda Êzidî ya Heidekreis e.V.
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Wesel e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya Verden e.V.
⦁  Navenda Çanda Êzidî ya Hameln e.V.
⦁  Civaka Êzidî ya OWL e.V.
⦁  Navenda Huner û Çanda Êzidî ya Löhne
⦁  Tifaqa Civaka Êzidî
⦁  Civaka Êzidî ya Ninburg e.V.
⦁  Civaka Ezidi ya Sare Kanye e.v.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’
Nûçeya Pişt re Rêber Apo: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tevgerên jin ên Kurd piştgirî dan gelên Îranê

5 tevgerên jin ên Kurd êrişên hêzên desthilatdariya Îranê yên li dijî xwepêşandêrên li Îranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsên Tirk li Akdenîzê êrîşî welatiyan kir

Polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK’ê ji bo dayika Plaza De Mayo, Mîrta Baravalle peyama sersaxiyê da

KJK’ê ji bo Mîrta Acuna De Baravalla ya ku yek ji damezrînerên Plazo De Mayo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Şerê li Rojhilata Navîn aboriya Norwêcê mezin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pervîn Bûldan: Qanûna çarçoveyê wê bê derxistin, em ê pêşkêşî Birêz Ocalan bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY’ê têkildarî avûhewayê hişyarî da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?